‘Ne di avê de divê li derve lê bigerin’

  • 09:02 11 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Parêzer Pîrozhan Karalî ya di rêveberiya HDP’a Amedê de jî cih digire der barê berdana gumanbarê sereke yê windabûna Gulîstan Doku, Zaînal Abarakov de axivî û da zanîn ku êdî ne di avê de divê li reşahiyê lêgerîn bê kirin.
 
Xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku li Dêrsîmê di 5’ê Çileyê 2020’î de "winda bû" û carek din agahî jê nehat girtin. Piştî windabûna wê malbat ji Amedê çû Dêrsîmê û ji ber winda bûna wê gilî kir. Li ser vê xebatên lêgerînê dest pê kirin û di encama lêkolînan de dîmenên Gulîstanê yên çend saniyeyan ya li ser Viyaduka Sarisaltuk a li ber Gola Bendava Uzunçayirê  yê ketibû ber kameraya wesayîtekê hat dîtin. Tevî ku Dêrsîmê cihekî biçûk e û her tim bi mobesayan tê şopandin der barê Gulîstanê de tu tiştek nehat bidestxistin. Ji bo dîtina Gulîstanê lêkolînên hatin kirin jî tenê bi lêgerîna li çemê Munzurê bi sînor man.
 
Di bûyerê de hevalê Gulîstanê Zaînal Abarakov û zirbavê wî Engîn Yucel gumanbarên sereke hatin dîtin û der barê wan de tevî her tiştî lêpirsîn nehat vekirin. Li aliyê din jî di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Dêrsîmê da meşandin de di 17’ê Adarê de navçeya Alanya ya Antalyayê Zaînal Abarakov hat binçavkirin û piştre jî berdan.
 
Parêzer Pîrozhan Karalî ya di rêveberiya HDP’a Amedê de cih digire der barê mijarê de axivî.
 
‘Der barê Gulîstanê de tiştek nehat dîtin
 
Pîrozhanê daxuyakirin ku di bûyer û sûcên tên kirin de divê lêpirsînên bi bandor bên meşandin, lê der barê dosya Gulîstanê de lêpirsînek bi bandor nayê meşandin. Pîrozhanê balkişand ser xebatên ji bo dîtina Gulîstanê hatine meşandin û got: “Armanca lêpirsînek bi bandor ev e ku sûcê hatiye kirin bê ceza nemîne. Gelo ev çi dikin. An ev ji tiştekî din re xizmetê dikin? Me hîna jî tu tişt fêm nekiriye. Ji ber ku mirov hene û di carekê de jî ji holê radibin. Belê hefteyên ewil di avê de lêgerîn hatin kirin. Lê der barê Gulîstanê de tiştek nehat dîtin.”
 
‘Lêkolîn nayê kirin’
 
Pîrozhanê destnîşan kir ku ligel ku Gulîstan nehatiye dîtin, der barê ronîkirina bûyerê de jî lêkolînek cidî nayê kirin û ev tişt anî ziman: “Dîtina cenazeyê wê bibûna delîla bûyerê. Bi heman awayî lêkolînên li derve bihata kirin jî wê bibûna delîl. Ji bo vê jî tenê di avê de lê geriyan. Ev jî nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor nayê meşandin. Gelo Gulîstan çû ku derê? Li cihê ku çûyê delîl hatin komkirin? An jî çû cem kê? Gelo Gulîstanê întîxar kir? An jî tiştek anîn serê wê? Di van mijaran de lêkolîn nehat kirin. Bi vê jî tê armançkirin ku ser lêpirsîna hatiye destpêkirin bigirin.”
 
‘Divê malbat û civak bên agahdarkirin’
 
Pîrozhanê balkişand ser gumanbar Zaînal Abarakov û daxuyand ku divê îfadeya gumanbar bê girtin û wiha dirêjî dayê: “Di vê bûyerê de her kes dikare gumanbar an jî ne negumanbar be. Ji bo lêpirsînek bi bandor ji bo girtina agahiyan dikare îfada gumanbar bê girtin. Heman awayî divê îfada malbata wî bê girtin. Gelo di têkiliya wan de pirsgirêk hebû? Divê ev hemû bihata lêpirsînkirin. Ji ber ku dikare ji bîr an jî derewan bike. Ji ber vê jî di darizandinên dadgeh dike de îfadeya ewil a gumanbar mutebel tê dîtin û sedema vê jî îhtîmala ku derewan bike kême. Divê miajrê de divê civak û bi taybet malbata Gulîstanê bê agahdarkirin.
 
‘Dozgeriyê lêpirsînek bi bandor nemeşand’
 
Pîrozhanê destnîşan kir ku di mijara dosya der barê Gulîstanê de xwe negîhandine tu agahiyekê û di dosyayê de kîjan îfade cih digirin jî nayên zanîn. Pîrozhanê balkişand ser binçavkirina gumanbar Zaînal Abarakov û got: “Zaînal gumanbarê sereke tê zanîn. Ji aliyê malbat û hevalên Gulîstanê ve jî Zaînal gumabarê sereke tê dîtin. Lê dozgeriyê di ve mijarê de lêpirsînek bi bandor nemeşand.”
 
‘Divê li derve jî lêgerîn bê kirin’
 
Pîrozhanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji ber lêpirsînek bi bandor nayê meşandin bûyer bê ceza dimînin û sûcên tên kin ji ber bê ceza tên hiştin bi civakê re înfîalê diafirîne. Pîrozhanê wiha dawî lê anî: “Ger li Tirkiyeyê sererastkirinek pêwîstî bê dîtin ku bêkirin divê ji bo pêşî li polîtîka bêcezahiştinê bê girtin, sererastkirin bê kirin. Kesên di avê de winda dibin, piştî demekê laşê wan diwerime û derdikevin ser avê. Lê di bûyera Gulîstanê de tiştek wisa nebû. Ev jî tê wateya ku Gulîstan ne di avê de ye. Ji ber vê divê li derve tenê ne di avê de li reşahiyê û li her derê lêgerîn bê kirin.”