Şahidên Komkujiya Helebçeyê: Li pêş çavên cîhanê kurd hatin qetilkirin

  • 09:04 15 Adar 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Şahidên Komkujiya Helebçeyê dan zanîn ku ew bêdengiya cîhanê ya ji bo komkujiyê ji bîr nakin û wiha gotin:"Li pêş çavên cîhanê bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Dîrok her sal di 16'ê Adarê de şerma bêdengiya cîhanê diqêre. Birînên me yên hîn nehatine girtin hene. Em di şeva Enfalê de asê mane û qêrînên zarokan jî di guhê me de asê mane. Helebçe berdewam e."
 
Rejîma BAAS'ê ya ku Seddam Huseyîn serokatiya wê dikir, bi mebesta qirkirina kurdan di sala 1986'an de operasyoneke bi navê Enfalê da destpêkirin. Di pêvajoya operasyona 3 salan de 180 hezar kurd ku zêdetirî wê jin û zarok bûn hatin qetilkirin. Beriya 34 salan di 16'ê Adara 1988'an de Sedam bi çekên kîmyewî êrişî Helebçeyê kir. Tenê di êrişa Helebçeyê de jî  5 hezar kes hatin qetilkin û bi hezaran kes birîndar bûn. Li gor hejmarên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) tenê di êrişa Helebçeyê de jî  5 hezar kes hatin qetilkin û ji 7 hezaran zêdetir kes birîndar bûn. Heta roja îro jî bandorên çekên kîmyewî berdewam dikin ku tê texmînkirin heta roja me ya îro li dora 43 hezar 753 kesî jiyana xwe ji dest dane û ji 61 hezar kesî zêdetir jî astengdar man.
 
Bi wesîleya salvegera komkujiyê ji şahidên komkujiya Helebçeyê Jîno Rahşîd a ku di zarokatiya xwe de bûye şahidê bûyerê û Banû Helebçeyî ku di komkujiyê de zaroka xwe wenda dike û bi xwe jî bi birîndarî xilas dibe bi ajansa me re axivîn.
 
'Li pêş çavên cîhanê bomberan pêk hat'
 
Banû Helepçeyî di komkujiya 1988'an de hîna 25 salî ango dayika 3 zarokan bû. Banû di serî de roja komkujiyê bi me re parve dike: "Beriya komkujiyê bi ser Helepçeyê de girtin. Bêdengiyek bi tirs hebû. Helebçe weke sêlek li ser agir xwîn dikuliya. Berî bi siharê rejîma Sedam bi tank, top û çekên kîmyewî re bi ser Helebçeyê de girt. Gelek kes ji Helebçeyê derketin û gelek kes jî derbasî Îranê bûn. Gelek kes jî di jêrzemînan de asê man. Gelê Helebçeyê bi tenê hate hiştin. Li pêş çavên cîhanê bomberan pêk hat."
 
'Em bêdengiya cîhanê ji bîr nakin'
 
Banû saetên qirkirinê wiha bi bîr xist: "Demjimêr  11 û 5 deqe nîşan dida û kîmyebaranê dest pê kir. Weke agirekî bi ser Helebçeyê de dibarî. Saet ber bi 6’ê êvarê ve diçû, bombebaran her ku diçû zêde dibû. Yên ku fersend didîtin ber bi cihekî bi navê Enebewê ve diçûn ango xwe dispartin Çiyayê Şinirwê. Hewil didan xwe xilas bikin. Li wan cîhan jî êrişên mezin çêdibûn. Gelek kesî li ber çavên me jiyana xwe ji dest didan. Ew qet ji bîra min naçe. Her sal jî bi salvegera wê re zindî dibe. Em bi tenê hatin hiştin û bi destê cîhanê hatin qetilkirin. Îro herkes xwedî li Ukraynayê derdikeve, ji bo jin û zarok neyên qetilkirin herkes di nava hewildanê de ye. Em jî li dijî şer in ku yên şerên desteseriyê naxwazin jî em in. Kes xwedî li me derneket. Vê jî dîroka Helebçeyê li ber çavên me zindî kir û bila herkes bizane bêdengiya cîhanê weke rûpelekî qirêj di nava dîrokê de ma."
 
'Zaroka min di zikê min de mir'
 
Banûyê bal kişand ser rewşa malbata xwe û wiha pêde çû: "Di dema kîmyebaranê de ez dûcanî bûm. Gelek kes û karên me jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn. Jixwe me hemûyan hevdu nas dikir. Ez bi xwe jî ji kîmyebaranê bi bandor bûm. Zaroka min di zikê min de mir û çavên min şewitîn. Heta niha jî tendirustiya min gelek xerab e. Pêwîst bû ku ez li dewletên xariç tedawiyê bibînim. Lê ez naxwazim zêdetir ji welatê xwe dûr bikevim. Me bi zêdahî koçberî û nexweşî dît. Ger mirin û nexweşî jî hebe bila li ser axa me be. Gelek xizmên me jî hîna pirsgirêkên mezin ên tendirustiyê dijîn."
 
'Helebçe berdewam e'
 
Banûyê herî dawî ev gotin bi lêv kir:"Em salekê li Îranê man û piştî wê jî derbasî Silêmanî bûn. Ji derveyî kîmyebaranê jî me êşa koçberiyê dît. Hîna birînên me nehatine pêçan. Kes xwedî li Helebçeyê derneket. Jixwe komkujiya Helebçeyê berdewam dike, hîna neqediyaye. Enfal bi navên din berdewam dike. Kurd tên qirkirin û tên tunekirin. Çiyayên me, dar û berên me tên talankirin. Weke her carê herkes bi bêdengî temaşe dike. Li Qendîlê, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê çekên kîmyewî bi ser kurdan de dibarînin. Em li dijî hemû şer û bi taybetî jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî berteka xwe nîşan didin. Pêwîst e êdî ji qirkirinê re bêjin êdî bes e. " Banûyê herî dawî jî şehîdên komkujiya Enfalê bi bîr anî.
 
'Girî di guhê min de asê maye'
 
Beriya kîmyebarana bi operesyonên Enfalê re malbata Jîno Rahşîd neçarî koçberiyê dibin. Ji ber ku 2 birayên Jîno pêşmerge bûn cehşên rejîma BAAS'ê bi ser mala wan de digirtin û gef li wan dixwarin. Jîno hîna zarok e dikeve ser rêyên koçberiyê. Jîno wiha qala wan rojan dike: "Em bi qasî salekê di qempan de man. Piştî salekê em cardin vegeriyan Helebçeyê. Piştî êrişê dubare em çûn. Em li sînorê Helebçeyê bûn. Wisa tê bîra min ez çûm ser ban û min li balafirên şer temaşe dikir. Deng hêdî hêdî zêde dibû û carekê qêrîn hate, gotin kîmyebaran tê kirin. Gundên derdorê herî kêm hinekan karibû xwe xilas bikirana. Lê tê bîra min em bê sol û cil derketin. Girî, lorîn û qêrînên zarokan di guhê min de asê mane. Ez hîna di wê şeva Enfalê de dijîm."
 
'Kula me nû dibe û şerma wan jî'
 
Jînoyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şûnmayên Helebçeyê û got: "Helebçe li pey xwe bi hezaran birîndar hişt. Lewra ne tenê birînên fîzikî, di hiş û bîra me de birînên nayên dermankirin hişt. Helebçe ji me re bû birîn û ji cîhanê re bû şermek mezin. Bi bêdengiya wan jî qetil kir. Li aliyekî jî gelek zarokên me winda ne. Her sal di 16’ê Adarê de dîrok şerma kujeran diqêre. Helebçe hîna berdewam e. Hîna qadên parastina medyayê tên kîmyebarankirin. Kurd û Kurdistan têne bombebarankirin. Hîna her kes bêdengiya xwe diparêze."
 
'Xwîna wan zuha nabe'
 
Jînoyê piştî Enfalê qala vegera Helebçeyê kir û got: "Piştî salan li Helebçeyê careke din jiyan şîn bû. Ji salên 1991'ê de şûnde me ji nû ve welatê xwe dît. Xanî hemû hatibûn xirakirin. Ber li ser ber nehiştibûn. Baş tê bîra min, ez çûm li ser cihê xaniyê me û min di nava xirbeyê xanî de pêlîstokên xwe dît. Yek ji tiştên di hişê min de hatiye kolan jî ew dîmen bûn. Weke ku Helebçe hîna di nava bêhna sêvê de bû. Hîna bêhna qetlîamê jê difûriya. Jixwe xwîna bi hezaran li wan erdan zuha nabe."
 
'Divê Helebçe bibe nîşane'
 
Jînoyê herî dawî jî got pêwîst e herkes xwedî li Helebçeyê derbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em qala bêdengiya heyî dikin em ne tenê qala Helebçeyê dikin. Jixwe me diyar kir Helebçe berdewam e. Ger wê demê astengî û bertekek xurt nîşanî qetlîamê hatiba kirin wê îro dewleta tirk an jî hêzên din jî nikarîban bi çekên kîmyewî êrişî kurdan bike. Divê em bi xwedîderketinê re yekîtiya xwe xurt bikin. Ger em bi yekîtiyê helwesta xwe nîşan nedin wê serkeftin ne pêkan be. Divê Helebçe bibe kevnargeya cîhanî ku qirkirina kurdan vebêje."