Di ser berxwedanê re 6 sal der bas bûn

  • 09:03 13 Adar 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Geverê bi îlankirin rêveberiyên xweser re 79 rojan qedexeyên derketina derve berdewam kir û di pêvajoya qedexeyê de gel li ber xwe da. Şêniyên Geverê dema wan rojan bibîr tîne, bal dikşînin ser têkoşîna azadiyê ya ku îro jî berdewam dike. 
 
Di navbera 2015-2016’an de di dîrokên cuda de li Sûr a Amedê, Nisêbîn a Mêrdînê û Cizîr û Sîlopiya Şirnexê û her wiha li Gever a Colemêrgê reveberiyên xweser hatin îlankirin. Bi îlakirinê re li navçeyan di dîrokên cuda de bi dehan carî qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û di van pêvajoyan de pevçûnên dijwar hatin jiyîn.
 
Ji gundan ber bi navçeyan meş
 
Yek ji cihên ku pevçûnên dijwar lê hatin jiyîn Gever bû. Li Geverê di 13’yê tebaxa 2015’an de rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Piştî vê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 1’ê sibata 2016’an de damezrandina xwe îlan kir. Piştî vê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û her çû demên wê hatin dirêjkirin. Li navçeyê bi giştî 5 caran qedexe hat îlankirin û ya herî dirêjî di navbera 13’yê adar û 29’ê gulana 2016’an de pêk hat. Bi qedexeyê re ji gelek gundan welatî derketin qadan û berbi navçeyê meş pêk anîn. JOH û POH bi ser gel de gule reşandin û gelek kes birîndar bûn.
 
Li ser dîwaran nîvîsên nîjadperest
 
Di dema qedexeya derketina derve ya 79 rojî berdewam kir de pevçûnên dijwar hatin jiyîn û li taxên Cumhuriyet, Gungor, Orman, Kişla, Goristan û Dîze zêde bi bandor bûn. Hema hema hemû ketin û têketinên navçeyê hatin girtin û piranî gund jî ji qexede û pevçûnan bi bandor bûn. Li taxan gelek xanî hatin hilweşandin û li ser dîwarên malan nivîsên nîjadperest hatin nivîsî û wêneyên wan hatin parvekirin.
 
Dibistan wek qerekol hatin bikaranîn
 
Li navçeyê gelek tax di vê pêvajoyê de hatin wêrankirin û tenê kavil man. Li hinek taxan welatiyan xaniyên xwe tamîr kirin lê hinek jî nêzî wan xaniyan nebûn. Li taxa Orman jî dibistanek hat girtin û wek qerekol hat bikaranîn.
 
Ji bo cenazeyan astengî
 
Di pevçûnan de 90 kesên endamên YPS’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên ku bi rojan li kolanan li erdê man ji aliyê JOH û POH ve weneyên wan hatin kişandin û li ser çapemeniya civakî hatin parvekirin. Piştre jî beşeke cenazeyan li Goristana Bêkesan a Erziromê hat definkirin. Nasnameya kesên hatin definkirin jî tevlihev bûn. Hinek cenaze di encama serlêdana malbatan de hatin dayîn. Lê nehiştin malbat bibin Geverê. Ji bo merasîma cenazeyan jî astengî hat derxistin. Tenê ji bo 5 cenazeyan destura tevlibûnê hat dayîn. Her wiha nehiştin ku wecîbeyên olî bên cih.
 
Aqûbeta gelek cenazeyan nayê zanîn
 
Li aliyê din jî gelek cenazeyên ku nasnameya wan nehat tespîtkirin û hejmara wan nayê zanîn hene.  Tevî di ser bûyerê re 6 sal derbas bûye jî xaniyên welatiyan yên ji aliyê TOKÎ ve ji nûve hatin çêkirin, wek kirê dan welatiyan. TOKÎ’ yên 6 sal şûnde hatin teslîmkirin, bi kirê hat teslîmkirin.
 
Berxwedan didome
 
Di ber berxwedanên rêveberiyên xweser de 7 sal derbas bû. Lê hîna jî şopa berxwedanan ya li kolanan û taxan didome. Tevî tiştên hatin jiyîn, malbatên ku zarokên xwe winda kirine hîna jî dest ji têkoşîn, berxwedan û hewldanên aştiyê bernedane.