8 meh in ji bo cenazeyê keça xwe bigire têdikoşe

  • 09:03 3 Adar 2022
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Gulsun Kiliçoglu ku 8 meh in ji bo cenazeyê keça xwe ya li Geverê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da bigire têdikoşe û tevî du caran mînaka xwînê dan jî hîna cenaze negirtine. Gulsunê da zanîn ku bila cenazeyê wan ne di destê dewletê de be ne jî li goristana bêkesan bên definkirin.
 
Piranî cenazeyên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane ya li goristana bêkesan tê definkin an jî nayê dayîn. Malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin bi salan tên payîn, tevî mînaka DNA’yê jî didin encamek negirtine.
 
Goristana Garzan a li Oleka Jor a Bedlîsê, di navbera 8-17’ê Kanûna 2017’an de rastî êrîşê hat û  310 cenazeyên aydê PKK’iyan yên li goristanê di 19’ê Kanûnê de hat derxistin. Demek dirêj nehat zanîn ku cenaze birine ku derê û di 2’ê Çileyê 2018’an de ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve daxuyanî hat dayîn ku cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Derket holê ku cenaze li goristana bêkesan a Kîlyos hatine definkirin. Tevî hewldana malbatan encamek nehat girtin.
 
Cenaze li morgê tê sekinandin
 
Polîtîkayên li hember malbatan û cezaneyan didome.  Zana Kiliçoglu (Zana Vejîn Gever) ya HPG’yî di 5’ê Tebaxa 2021’ê de li gundê Tilor a Geverê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê du caran mînaka xwînê dan lê tevî vê bi mehane cenaze li morgê tê payîn. Dayika wê Gulsun Kiliçoglu da zanîn ku  êdî bes e, bila cenazeyê keça wê bidin.
 
8 meh in bi hincetên cuda nadin
 
Gulsunê daxuyakirin ku keça wê di 2015’an de tevlî PKK’ê bûye, di televîzyonê de agahiya ku jiyana xwe ji dest daye girtine. Gulsunê wiha vegot: “Cenaze birin Colemêrgê. Em çûn wir. Me mînaka xwînê dan û gotin wê cenazeyê bidin. Lê nedan. Her tim gotin sibehê bên. Hincet dan pêş. Em ji roja keça min jiyana xwe ji dest daye li pey cenaze ne. Kurê min her hefte daxwaznameyê dide dozgeriyê. Lê her tim me dixapînin. Dibêjin cenazeyê we li vir tune ye.”
 
‘Êdî bes e’
 
Gulsunê daxuyakirin ku têkoşîna wan didome lê tu encam negirtine û wiha dirêjî dayê: “Ez li dijî têkoşîna keça xwe rêzdar im. Ez her tim bi keça xwe serbilind im. Bila cenazeyê keça min ne di destê dewletê de be ne jî li goristana bêkesan bê definkirin. Êdî bes e.”
 
Xwişka Zanayê, Nazan Kilioglu jî destnîşan kir ku ji bo girtina cenazeyan wê têbikoşin û daxuyakirin ku bi van pêkanînan, bi derengxistina cenezayan zilmê li malbatan dikin.”