Ji pênûsa Çîgdem Gabar bibîranînên Abdullah Ocalan

  • 09:03 14 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Çîgdem Gabar, hevaltiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li akademiyê ders dida, wiha vegot: “Tişta herî nirx didayê hevaltî bû. Zarokatiya dilê xwe her tim da jiyîn. Bi çavên paqij û zelal ên zarokekî mêze kir.  Ji ber vê jî çavên Zana her tim wek cewherekî madenê dibiriqî.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komloya navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin û 23 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Abdullah Ocalan tevî şertên tecrîdê bi paradîgmaya li wir pêş xist, yek ji lingê wê di esasa azadiya jinê de pêş xist. Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de girîngiya azadiya jinê anî ziman.
 
‘Ez hevalê jinê me’
 
Rêberê PKK’ê di peyama 2006’an de wiha dibêje: “Jin ji bo azadbûnê divê îdeolojiya rizgariya jinê pêş bixînin û wek hêza îdeolojîk hebin. Gelek riya ku li dijî mêr serî hildin, hene. Divê zêde bi mêran bawer nekin. Jin wê serxwebûna xwe biparêzin. Divê jin ji azadiya xwe netirsin. Ez bi jinê re wisa heval im. Min bi jinê re hevaltiya bi heybet kir. Hevaltiyek min a xurt bi jinê re heye. Ev mijara hêz û baweriyê ye. Ez wisa bersivê didim keda hevalên xwe yên jin. Ez dixwazim xurt bin û qada şer û aştiyê diyar bikin. Ez xwek wek karkerên hezkirinê vedinasînim. Ez ji bo we dijîm. Hesreta we hinceta jiyana min e. Ez bi we re me. Cîhanek azad a bê bidestxistin heye. Jiyanek azad heye.”
 
Rêberê PKK’ê ku rêhevaltiya jinê zelal danî holê li aliyê din jî di nokteya parastina xweser de jî pêşniyaran dike û diyar dike ku xwedî li xwe, rih û bedena xwe derkeve. Em jî ji ser van gotinan derdiketin rê û me xwe gîhand jinê bi Abdullah Ocalan re mane.
 
Çîgdem Gabar a bi Abdullah Ocalan re maye û niha girtiye nêzîkatiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li hember azadiya jinê ji JINNEWS’ê re parve kir.  Bîranînên Çîgdemê teşeyên têkiliya bi jinan re ya Abdullah Ocalan derdixe holê.
 
Warê Zanabûnê…
 
‘Zana şoreşa me dişiband romanê. Her şoreşger qehremanê romanê bû û rola xwe wê bixwe binivîsiya. Pirtûka kurdan tunebû, bi hezaran sal berê hatibû şewitandin. Xwestibûn kurdan bê nasname û bê pirtûk bihêlin. Niha jî bi can ev pirtûk tê nivîsîn. Romana ku tê de navê Egîtan, Berîtan, Mazlum û Zîlanan û gelekên din hene...
 
Beşa herî balkêş a vê romanê Akademiya Zanabûnê bû. Gelek qehremanan li wir bîranîn kom dikirin. Ji bo bîranînek mirovan li wir hebe divê mirov tehma demê bijiya. Ji ber vê her kesî hewl dida demê bijîn. Her bûyera dihat jiyîn dihat watedarkirin, dihat xwestin li mejî, dilan bê kolandin. Ji bo vê rojnivîsk dihatin nivîsîn, gotar dihatin nivîsîn û ji hev re dihatin vegotin. Di van nivîsan de teqez Zana hebû. 
 
Rêbertiyê dizanibû em bê bibîranîn hatine hiştin…
 
Lê niha li vî warê azadiyê heta hêza me ya jiyanê heta hêza me ya fêmkirinê hebe em bîranînan kom dikin.
 
Dema wesayîta ku Zana dianî, bala me hemûyan, çav û guh, dilê me berê xwe dida wê wesayîtê. Hawir bêdeng dibû. Kesî nedixwest tu tiştekî birevîne. Dema mirov li hawirê dinêrî hemû dil dibûn yek.
 
Nêzîkatiya Abdullah Ocalan a li hember mirovan
 
Di 1996’an de ji Pêşengên Ciwanên Şoreşger a Tirkiyeyê rojnamegerek hat akademiyê. Armanca rojnameger ewil bi rêbertiyê re hevdîtinekê bike û biçe Ewropayê bû. Zana her mêvan tevlî dersan dikir û roportajên xwe di hawira dersê bi diyalogan dikir. Rojnameger ewil lingên xwe davêt ser hev, cixare dikişand. Ew rûdinişt lê Zana li ser piya bû. Ev ji me re balkêş dihat. Em diketin fikaran me digot gelo Zana ji bo vê çi difikire. Me bi mereq lê dinert. Me digot gelo wê rojnameger hişyar bike. Na nedikir. Bi tu awayî bala Zana nedikişand, yanî wisa xuya dikir. Ew jî wek hemû mivanên Zana destnedana wî hebû. Xuya bû em ê fêrî vê bibûna. 
 
Rojên piştî vê komeke heval bi Zana re ji bo futbolê bilîzin derketin sahayê. Ev mêvanê me jî li hember Zana dilîst. Min li Zana temaşe dikir. Min digot wê nêzîkatiya wî li hember raqîbê wî çawa be. Li sahayê êdî ne rojnameger û siyasetmedarek, du zarok hebûn. Zana pê re henek dikir, gog ji nav lingên wî digirt. Di vê navberê de jî pir dikeniyan. Hestên me jî serobino bûn. Her kes dikeniya. Rojnamegerê me çûbû yekê din hatibû. 
 
Tiştê herî zêde nirx didayê hevaltî bû
 
Ji wê rojê şûnde rojnamegerê me ket nav hemû diyalog û bernameyên me. Pir henek dikir û evqas jî cidî bû. Mînakek herî cidî û bi kêf dihat nîşandan. Rojnamegerê me jî bêyî hişyarî, bêyî rexne wek hevalên din ên dibistanê dihat û diçû, dema bi Zana re diaxivî radibû ser piyan. Min bi çavên xwe dît ku hevaltiya bi Zana re mirovan çiqas ciwan, kêfxweş û rêzdar dike.
 
Zarokê îxanetê xeyalên xwe nekir
 
Tiştê ku herî zêde Zana nirx didayê hevaltî bû. Zana di hevaltiyên xwe de di zarokbûnê de mayîn, dixwest.  Zarokatiya dilê xwe her tim da jiyîn. Bi çavên paqij û zelal ên zarokekî mêze kir.  Ji ber vê jî çavên Zana her tim wek cewherekî madenê dibiriqî.