'Avesta Xabûr bû destana Berxwedana Serdemê'

  • 09:05 27 Çile 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo 
 
ŞEHBA - Meta Avesta Xabûr a ku li dijî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê çalakiya fedayî pêk anî, Zêneb Hemo derbarê jiyan û serpêhatiya Avestayê de axivî. Zênebê wiha got:"Avesta Xabûr bû destana Berxwedana Serdemê û berxwedana wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin."
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî Efrînê kirin. Li Efrînê li dijî êrişan 58 rojî berxwedanek hat kirin. Jinên kurd ên di vê berxwedanê de cihên xwe girtin, di rûpelên dîrokê de jî cihê xwe girtin. Yek ji van jinên leheng Avesta Xabûr (Zelûx Hemo) e. Avesta di 1998'an de ji dayik bûye. Avestaya ji Gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê di 27'ê Çileyê ya 2018'an de li dijî êrişên artêşa tirk û komên girêdayî wê çalakiyeke fedayî pêk anî. Meta Avesta Xabûr,  Zêneb Hemo derbarê jiyan û serpêhatiya Avestayê de ji ajansa me re axivî.
 
'Jiyana Avestayê mîna çalakiya Avestayê bû'
 
Meta pakrewan Avesta Xabûr, Zêneb Hemo derbarê jiyana Avestayê de wiha got:"Avesta di zarokatiya xwe de zarokek pir bedew û hêja bû. Taybetmendiya wê jî ew bû ku ji biçûkaniya xwe de xwe ji bo her tiştî berpirsiyar didît. Di zarokatiya xwe de pir tevger dikir, rûyê wê her tim bi ken bû. Ji zarokatiyê de her tim taybetmendiyek Avestayê ya balkêş û cuda hebû, ji hemû zarokan cudatir bû. Pir bi aqil bû, dixwest fêrî her tiştî bibe û zane be. Dema ku xalê wê şehîd ket, Avesta her tim di zaroktiya xwe de digot 'Ez ê çeka xalê xwe rakim'. Bi rastî jî dema ew gotin dikir em pir matmayî diman, çawa zarokek bi vî temenê xwe gotinek wiha dike û ev yek nas kiriye. Ji biçûkahiya xwe de dema em pê re diaxivîn me hîs dikir ku mirovek mezin e. Jiyana Avestayê mîna çalakiya Avestayê bû ji ber ku Avesta di dema zarokatiya xwe de her tim dîtir bû."
 
'Her tim rihekî wê yê fedayî hebû'
 
Zênebê bi lêv kir ku her tim moralê Avestayê baş bû û wiha pê de çû: "Piştî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir Avesta xwesteka xwe ya ku çeka xalê xwe rake pêk tîne. Berê xwe dide rêya azadiyê û di nav refên YPJ'ê de cih digire. Avesta di nav hevalên xwe de xwediyê kelecanekê bû. Her tim rihekî wê yê fedayî hebû. Bi rastî jî dema ku min Avesta didît min pir moral jê digirt û ez bi hêz dibûm. Her tim hêz û moral dida derdora xwe, bi rastî jî mirov pir di bin bandora wê de dima. Ji tiştekî neditirsiya, her tim xwe diavêt pêş. Xwediyê rihekî fedayî bû. Bi derdorê re têkildar bû, dixwest her jinek xwe pêş bixe û xwe zane bike. Rojekê Avesta hat mala me. Min jê re zeytûn çêkiribû. Dema dikira biçûya min jê re got tu bi ku de diçe, şer e tu natirsî? Wê jî ji min re got 'Ez ê çima bitirsim, çeka min di destên min de ye. Ez  şoreşger im ger ez şer nekim wê kî yê welat biparêze?' Bi rastî jî Avesta her tim wek hevalekê jî nêzî malbatê, dayik û bavê xwe dibû." 
 
'Avesta Xabûr bû destana Berxwedana Serdemê'
 
Zênebê di axaftina xwe de behsa çalakiya fedayî ya Avesta Xabûr a di Berxwedana Serdemê de kir û wiha lê zêde kir: "Piştî ku dewleta tirk a dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî Efrînê dike, Avesta tevî hevalên xwe cih di çeperên şer de digire. Li Gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê cih digire. Dema ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Gundê Hemamê dikin û dixwazin wan deveran dagir bikin, Avesta û hevalên wê li wê derê her tim têdikoşin û li berxwe didin. Avesta rê nade wan û diçe li pêşiya tanqên dewleta tirk a dagirker xwe di eniyên dijmin de diteqîne. Di roja 7'e mîn a Berxwedana Serdemê de Avesta Xabûr bi berxwedan û lehengiya xwe digihêje asta şehadetê. Navê wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin. Tirsekê di dilê dijmin de diçîne û dibe destana Berxwedana Serdemê."
 
'Avesta bû sembola têkoşîna jinan'
 
Zênebê da zanîn ku gelek dayikana navê Avestayê li zarokên xwe kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî : "Piştî ku Avesta gihaşt asta şehadetê, bi hezaran zarokên Efrînî yên ji dayik bûne, bûn Avesta. Bi hezaran Avestayan berê xwe dan çeperên şer, artêşek Avesta hat avakirin. Ji hemû jinên cîhanê re Avesta bû mînaka têkoşîn û berxwedanê. Şehadeta wê di hundir me de girtina tolhildanê zêde kir. Di heman demê de moral û berxwedana me bi taybet weke jin, mezin kir. Piştî ku Avesta şehîd ket li Efrînê goristanek bi navê wê hat çêkirin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ew gor bi temamî rûxandin. Dewleta tirk ji hestiyên şehîdan ditirse. Em jî weke jinên Efrînî, em ê her tim li berxwe bidin û têkoşîn bikin. Heta ku em Efrînê rizgar dikin û xwesteka Avesta û rêhevalên wê pêk tînin em ê li berxwe bidin. Em li ser şopa pekrewanên xwe ne."