Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê: Îşkence sîstematîk e

  • 09:09 25 Çile 2022
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û nameyên girtiyan nîşan didin ku girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê. Girtiyên name ji ÎHD’ê re şandine diyar dikin ku ligel binpêkirina mafan, kesên xwe wek JÎTEM didin nasîn wan dikin nava lêpirsînê.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan roj bi roj girantir dibin. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’î li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn.  Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek cenaze ji girtîgehan derketin. Girtî li girtîgehan hewl didin dengên xwe bidin bihîstin. Di 6 salên dawî de 103 girtî, di sala 2021’ê de 64 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan.
 
Li dijî vê xizmên girtiyan li  Wan û Amed, ‘nobetên edeletê ‘dan destpêkirin û hewl didin bibin dengê girtiyan. Çalakiyên girtiyan li Baroya Wan û Amedê didome.
 
Me nameyên girtiyan ên di çarçoveya ‘Rapora Binpêkirina Mafan a Girtiyên Herêma Anatolya Navîn’ ya meha cotmeh-mijdar û kanûnê ya ÎHD’a Enqereyê kom kirin. 
 
Li dijî lêgerîna dev, tehdîda dermankirinê
 
A.O yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê girtî da zanîn ku ji ber pêkanîna lêgerîna dev qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxaneyê û gelek kes ji ber vê pêkanînê nabin nexweşxaneyê û ev di alî nexweşiyê de pirsgirêkên cidî derdixe holê. 
 
Piştî îşkenceyê nexweşiyê derdikevin holê
 
A.Ç yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê dimîne der barê nerehetiyên xwe de wiha got: “Di 2007’an de di bin îşkenceyê de di roviyên min de texrîbat çêbûn. Piştî wê xwînîbûn hîna didome. Ji ber îşkenceyê  xesarek mezin li ser bedena min bû. Qet nehatim dermankirin û dermanên ji rêzê nivîsîn. Êşa min didome. Ez nikarim xwarinan bixwim. Nexweşiya astim, bêxwînê dijîm. Çavê min ne rehet in.”
 
Du caran krîza dil derbas kir
 
Ş.B yê li heman girtîgehê dimîne diyar kir ku du caran krîza dil derbas kiriye û sê caran anjiyo bûye. Her wiha damarên dil xetimandine û çar stent li dilê wê hatiye bicihkirin. Her wiha  diyar kir ku nexweşiya wê ya mîde, tansiyon, mîgren û çav heye.
 
Tevî 12 birînî nayê dermankirin
 
Girtiyê bi navê A.A yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê dimîne jî di nameya şan de da zanîn ku ji ber 12 birînên ji zikê xwe girtiye emeliyet bûye û niha sê birînên vekirî di zikê wê de heye û her tim xwîn û kêm jê tê. A.A da zanîn ku tevî ku divê emeliyet bibe, nayê kirin.
 
Bi torbe dijî
 
N.D ku li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê dimîne jî wiha got: “Ji gurçikan pirsgirêka mezin djîm. Nexweşa prostat û pençeşêra kolonê me. Ji ber vê bi torbe dijîm. .”
 
Gardiyan heqeret kir
 
R.T yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê dimîne: “Em ji bo guherîna odeyê serlêdanê dikin lê tên redkirin. Di nivîsandina dermanan de em zehmetiyan dikşînin. Ji bo revîrê raye dane memûrê li mazgalê dinêre. Derman nanivîsin û dijûnan dikin.”
 
Tehdîda şewitandina înfazê
 
Girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Afyonê dimînin jî der barê binpêkirina mafan de di nameya şandin de diyar kirin ku gardiyan jimartina leşkerî, ya yek rêz û li ser piyan ferz dikin û li dijî vê jî tehdîsa şewitandina înfazê dikin.
 
Daxwazname bê bersiv in
 
Dîsa girtiyan da zanîn ku îdara girtîgehê dibêje ger hûn heqê tercuman bidin wê pirtûkên Kurdî bidin wan û aqûbeta nameyan nizanin û her wiha daxwaznameyên der barê binpêkirina mafan de jî bê bersiv tên hiştin.
 
‘Derketina revîrê bûye îşkence’
 
H.T yê li girtîgeha Tîpa E ya Boluyê dimîne da zanîn ku ji bo revîrê du sê mehan dipên û heta diçin jî nexweşiya wan dikeve asteke din.
 
Dermanê şaş danê
 
K.O yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne da zanîn ku beriya ku hevalê wî Ş.M bê dermankirin dermanê şaş danê û piştî demekê girtî nexweş ketiye û rakirine nexweşxaneyê.
 
‘Gardiyan biryarê didin’
 
A.D yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne got ji ber pandemiyê nikarin xizmeta tenduristiyê bigirin û dema bixwazin biçin revîrê ne doktor, gardiyan biryara wê didin.
 
‘Heta nekeve nav nivînê wê neyê emeliyetkirin’
 
B.A yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne daxuyakirin ku îdara girtigehê gotiye ‘heta nekeve nav nivînê wê neyê emeliyetkirin’ û her wiha girtî di roja ewil a emeliyetê de dişînin girtîgehê.
 
Bi ekîba taybet îşkence
 
A.D yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne destnîşan kir ku  gardiyanên xwe wek ekîba taybet dinasînin  ji ber li dijî pêkanînên wan derketine îşkence li wan kirine.
 
Lêgerîna tazî
 
Girtiyê bi navê Y.T yê ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê surgunê girtîgeha Tîpa F ya Boluyê hat kirin da zanîn ku rojekê li girtîgeha Kirikkaleyê maye û lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, bi zor cil jê hatine kirin û nan û av nedanê, li ser betonê razaye.
 
Ekîba taybet ji Enqereyê hat şandin
 
F.O yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne bi lêv kir ku ekîba ji aliyê wezareta dadê ya ji Enqereyê ve hatibû şandin, ji nişka ve dikevin hundir û lêgerînan dikin êrîş dikin alavan desteser dikin.
 
Ji ber pirtûk ji pirtûkxanê negirt nehat tahliyekirin
 
A.K jî di nameya şan de da zanîn ku ji aliyê îdara girtîgehê ve înfazên hevalên wan bi kêfî tên şewitandin û hevalekî ji ber pirtûk ji pirtûkxanê negirt, tahliyeya wî 6 mehan hat dereng xistin.
 
‘Rewşa hevalan giran dibe’
 
H.A ya di girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê de dimîneda zanîn ku ji ber nemûna doktor dermankirina wê nayê kirin bi kelepçê dermankirin tê ferzkirin û her wiha da zanîn ku rewşa hevalan ji ber vê giran dibe.
 
Sîxurî hat ferzkirin
 
B. T ya li girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê dimîne jî got hevalê wê G.T  ku birîndar bibû 15 rojan di bin çavan de maye û piştre hatiye girtin û wiha got: “Ewil dibin girtîgeha Wanê piştre dibin ya Êlihê. Li Êlihê rastî tehdîdê tê û sîxurî lê hatiye ferzkirin. Her wiha tenê di qawişê de hatiye girtin û lêgerîna tazî lê ferz kirine.”
 
H.A ya li girtîgeha jinan a Bunyanê dimîne jî daxuyand ku bi tehdîd û heqeretên leşkeran re hatine rû hev.
 
Hewcedariya mutbexê li serşoyê dike
 
H.A ya li girtîgeha Jinan a Bunyanê dîmene jî daxuyakirin bi pêkanîna puankirinê mafên wan tên astengkirin û wiha daxuyand: “Cezayên dîsîplînê yên kêfî tên dayîn. Înfaz tên şewitandin û tahliye tên astengkirin. hevale me J.A tenê di hucrê de dimîne û hewcedariya mutbexê li serşoyê dike.”
 
Ş.K yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne ji bo birayê xwe M.K serlêdan kir û got birayê wî birîndar hatiye girtin û nehatiye dermankirin û lingê rast, destê rastê winda kiriye.
 
Çar meh û nîvan di karantînayê de hat girtin
 
D.R ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne di nameya xwe de wiha dibêje: “Li nexweşiyên min astim û KOAH jî zêde bû. Di pandemiyê de du caran di karantînayê de mam. Carekê sê meh, cara duyem jî mehek û nîvê.  Tevî fobiya min hebû   deriyê odeyê li ser min hat girtin.”
 
‘Doktor got berpirsyarî li ser te ye’
 
A.T ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne jî wiha nivîsî: “Beriya bêm girtin 11 rojan beşa giran de mam. Di kezeba min de du heb, pişta min de 8 şarapnel hene. Li Muşê dermankirina min nehat kirin. Ez surgunê Sîncanê kirim. Ez çûm Nexweşxana Numune ya Enqereyê. Doktor got ‘Em nikarin tiştekî bikin, rewşa emeliyetkirinê hebe wê bê kirin, em nikarin mudaxaleyê birînên wisa bikin. Parçe xwe 5 an jî 10 sal şûnde didin diyarkirin.  Di vê navberê de kezeb van parçeyan davêje derve.Dema bavê jî tevli xwînê dibe û  dikare jehrî bike. Got divê tu her tim di bin kontrolê de bî.’ Niha di rewşeke biçûk de ez zehmetiyan bîhndanê dikşînim.”
 
Divê du emeliyatan bibe
 
F.A ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne jî da zanîn ku divê du emeliyatan derbas bike û got ji ber bedena wê de enfeksyon heye germahiya beden zêde dibe û polîp di mîdeya wê de heye.
 
Çûyîna nexweşxaneyê eziyet e
 
G. A ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne jî got damarên mêjiyê wê xitimîne û  çûyîna nexweşxaneyê bûye wek eziyet.
 
S.E ya li girtîgeha  Jinan a Sîncanê dîmîne jî destnîşan kir ku gelek nexweşiyên wê hene û got nexweşiya Hepatît B ya belav dibe, ya kezeba reş, romatîzma, helîna hestî, pirsgirêka dil û mîgrenê heye.
 
D.H ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne jî diyar kir ku bi wesîleya rûniştinê ew birine Girtîgeha Tîpa T ya Wanê û îşkenceyên dîtibûn ragîhand û got îşkence, lêgerîna tazî hatiye kirin û hatiye derbkirin.
 
Girtiyên bi navê R.K û N.M yên li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimînin jî diyar kirin ku dema çûne nexweşxaneya Kampusê leşkerek jin, komuta ‘bikevin yek rêzê’ danê û di heman demê de heman leşkera jin gotiye ‘terorîst hatin, PKK’î hatin derî vekin’.
 
R.E ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne jî der barê binpêkirinên mafan de nameyek şand û got gardiyanan ew tehdîd kirine û tahliyeya wê û du hevalên din bi biryara Lijneya Şopandina Îdarî hatiye astengkirin.
 
E.Ç yê li girtîgeha Tîpa L ya Sîncanê dimîne jî der barê pêkanînan de nameyek nivîsî û got ew ji aliyê gardiyanan ve hatiye tazîkirin û avêtine hucreyê.
 
Hat tehdîdkirin
 
M.Y yê li girtîgeha Bartinê dimîne, anî ziman ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî tehdîd, heqeret û êrîşê hatiye.
 
Girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê jî nameyek nivîsîn û diyar kirin ku bi tehdîda ‘hunê ji vir dernekevin’ hatine tehdîdkirin, heret û dijûn lê hatine kirin.
 
JÎTEM li girtîgehê ye
 
Ş.F yê li girtîgeha Tîpa T ya Seydîşehîr dimîne da zanîn ku ew û 6 hevalên wî, ji aliyê kesên xwe wek ‘JÎTEM’ dane nasîn ve, hatin lêpirsînkirin û ji ber vê ketine fikaran.