'Berxwedana Kobanê bi ser ket'

  • 09:05 25 Çile 2022
  • Rojane
 
Nalîn Bêrîvan
 
KOBANÊ - Têkildarî 8'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ'ê Fadîle Mehmud Mustefa ya ku ji destpêka şer heta rizgarkirinê li Kobanê ma wiha got: "Têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû. Me li ser vê axê bedelên giran dane ji ber vê yekê em qebûl nakin ku Kobanê bê dagirkirin. Berxwedana Kobanê bi ser ket û dê her bi ser bikeve."
 
Çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de ji sê milan ve êrîşî bajarê Kobanê kirin. Bê guman sînorê dewleta tirk jî li pêşiya van çeteyan vekirî bû. Li Kobanê wêrankirin, talankirin û her rêbazên dermirovî pêk hatin. 360 gundên Kobanê hatin wêrankirin, ji sedî 70 bajar hate rûxandin. Ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê gelek kes neçar man ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, hinek ji wan derbasî herêma Cizîrê bûn û hejmarek kêm ji malabtên Kobanê di navenda bajar de man û piştgirî didan şervanên YPJ/YPG'ê. Tevî ku çekên giran di dest şervanan de tunebûn jî şervanan bi hêz û îradeya mezin li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê berxwedana sedsalê dan meşandin. Li dijî hovîtiya çeteyan şervanên YPJ/YPG'ê bi biryareke mezin li ber xwe dan. Piştî 134 rojan berxwedana sedsalê di 26'ê Çileya 2015'an de Kobanê bi ser ket. Kobanê bû weke ezmûna yekemîn a têkçûna DAIŞ'ê. Çeteyan nizanîbûn ku wê bidawîanîna wan ji Kobanê dest pê bike. Di her kolanê Kobanê de di her qunçikekê de xwîna kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê rijiyaye. 
 
Şervanan kêlî bi kêlî soz didan hevdu
 
Di her kolanekê de kêliyên berxwedanê pêk hatin û her şervanekî li ser dîwar nivîs nivîsandin. Nivîsên mîna "Berxwedan jiyan e" , "Kobanê azad e", "Kobanê kela berxwedanê ye" hatin nivîsandin. Vana hemûyan bi xwe di mirovan de hêvî û baweriyek da jiyandin ku bi rastî jî Kobanê neket û tu carî jî dê nekeve. Herî zêde dijmin xwest qada azadiyê bi dest bixe, cihê ku di dema Rejîma BAAS'ê de şer û pevçûn li ser hat kirin. Berxwedana Zerzorî mînaka herî berbiçav a di Kobanê de ye. Girê Miştenûrê jî mînakeke mezin bû. Li şûna wê berxwedanê niha cihên nû yên wek qada jina azad ku di Kobanê de bi navê hemû jinên têkoşer tê pênasekirin hatine avakirin. Her wiha di muzexaneyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û şerê herî giran li wir qewimî. Li ber deriyê Kobanê dewleta tirk her çiqasî hewl da ku bi panzêrên xwe êrîş bike jî şervanan bi keleşên xwe bersivên xurt dan û nehiştin ku Kobanê bê dagirkirin. Hemû şervanan soz dabûn hevdu ku dê Kobanê neyê dagirkirin.
 
Têkildarî 8'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ'ê Fadîle Mehmud Mustefa ya ji gundê Çariqlî yê Rojavayê Kobanê ye, û ji destpêka şer heta rizgarkirinê li Kobanê ma, nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.
 
'Berxwedana şervanan hişt ku em li Kobanê bimînin'
 
Fadîleyê da zanîn ku her di hêviyên wê de xuya dikir ku Kobanê dê bi ser bikeve û wiha bi lêv kir: "Em li gundê xwe bûn, dema ku çeteyan dest bi êrîşan kirin û nêzî gundê me bûn, em neçar man ku li navenda bajêr li ber xwe bidin. Şer giran bû me jî wek malbat cihê xwe di nava şer de girt, li nêzî derî em di malekê de dijiyan. Hevjînê min bi şervanan re dibû alîkar. Keça min a bi navê Fatma Delî di şerê Kobanê de beşdarî nava şer bû. Ez û keçeke xwe ya biçûk man. Ya biçûk temenê wê derdora 6-7 salî bû. Her ku şer giran dibû wê bi şervanan re digot 'berxwedan jiyan e', moral dida wan şervanan. Tişta ku hişt em li Kobanê bimînin berxwedana şervanên YPJ û YPG'e bû. Min xwarin ji şervanan re amede dikir, çi kar ji min dihat xwestin min dikir. Bi şev dengê balafir, tanq, top, hawanan dihatin lê em neditirsiyan. Tu caran min negot ez ê vî warî terk bikim, her israra min li berbamberî şer zêde dibû. Dema min didît ku şervan li berxwe didin ez kêfxweş dibûm û min moral ji wan digirt. Ji ber ku israra wan a ku Kobanê divê bê rizgarkirin hebû ji bo wê jî şerekî bêhempa dan meşandin."
 
'Şervanan sozên xwe pêk anîn'
 
Fadîleyê di nava axaftina xwe de hin bîranînên xwe anî ziman û wiha dom kir: "Dema ku girê Miştenûrê hat rizgarkirin me ala azadiyê hilda jor, ew bi xwe nîşaneya serkeftinê bû, gelek şervanan xwestin ku wê alê hildin jor lê mixabin gihîştin asta şehadetê. Bîranînên gelek şervanan li ser girê Miştenûrê heye, li dibistana reş, çand û huner, qada azadî li hemû kolanên bajêr. Keça min soz da ku hevdîtinê bi me re çêneke heta ku Kobanê bê rizgarkirin. Bi rastî jî min dibihîst ew li ku ye lê wê nedixwest ku me bibîne. Kobanê rizgar bû me hevdu dît. Her şev şer giran dibû, degê topan dihat lê ew tirs ji me re dibû hêz. Her dem min digot dê serkeftin para me be. Li aliyê Bakurê Kurdistanê gel xwe kir mertalên zindî û moral da şervanan. Ew moralê gel hişt ku dewleta tirk û çeteyên wê di Kobanê de têk biçin. Kobanê bi hêsanî nehat rizgarkirin, şerê hebûn û nebûnê li Kobanê hat kirin. Xwîna min ji ya şervanan ne bihatir e, heta bi keçika min a biçûk digot bijî ji we re. Ev bi xwe hêviyekê di dilê mirovan de dide avakrin. Qet min nedigot çi bi mala min hatiye wê çawa bibe, tenê çavên min li berxwedanê bû."
 
'Em tu carî ji gefan natirsin'
 
Fadîleyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk bi van gefên nû re dixwaze ewlehiya herêmê tune bike û tola çeteyan ji Kobanê hilîne û wiha bi dawî kir: "Dema Kobanê hat rizgarkirin gel û şervanan bi hevdu re dîlana azadiyê gerandin, paşê gel vegeriya ser axa xwe, piştî wê bi çend heyvan çeteyên dewleta tirk komkujiyeke hovane di berbanga sibehê de bi ser Kobanê de anî. Di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Niha jî bi van gefên xwe yên nû dixwaze şerê 2014'an vegerîne û tola DAIŞ'ê hilîne. Her tim gundên nêzî sînor tên topbarankirin, zarokên me lingên wan tên qutkirin. Malbatên welatparêz dibin armanca balafirên bê mirov yê dewleta tirk, bi hemû rê û rêbazan dewleta tirk dixwaze Rojhilatê Firatê dagir bike. Ev wê ji dewleta tirk re bibe xewn û xeyal, ji ber me dît ku ew bi bin ket carekê û dîsa jî binketin dê para dijminê gelê kurd be. Serkeftin jî wê ya xêrxwazan be. Em tu carî ji gefan natirsin. Me ji bo vê axê berdêlên giran dane û hîna bê xwestin em ê dîsa bidin."