Çiyayê Lêlonê yek ji cihên kevnar û pîroz e

  • 09:13 22 Çile 2022
  • Jiyan
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Çiyayê Lêlonê yek ji kevintirîn cihên arkeolojîk ê di cîhanê de ye. Dîroka wê vedigere serdema Romî. Hestî û bermahiyên mirovan li vê derê hatine dîtin. Dîroka dêrên gundê Soxinekê yên ku Çiyayê Lêlonê wan di nav xwe de dihewîne, vedigere serdema Roma û Bîzansiyan.
 
Çîrokeke cuda ya her perçeyekî erdê Efrînê heye. Bajarê Efrîn û gundewarên wê bi cihên dîrokî û arkeolojîk dewlemend in. Her cihekî arkeolojîk ê di Efrînê de dîroka gelê kurd a ku bi hezar salan tê de hatiye jiyîn, vedibêje. Yek ji van cihên dîrokî yên herêma Efrînê Çiyayê Lêlonê ye. Çiyayê Lêlonê yek ji cihên herî kevnar û pîroz ê di cîhanê de tê pênasekirin e. Ji ber ku gelek berhemên dîrokî yên ku li Çiyayê Lêlonê hatine dîtin, gelek bi wate û pîroz in. Ev berhem jî bi giştî dîroka gelê kurd vedibêje. Her zinarek ji Çiyayê Lêlonê dîroka gelê kurd vedibêje. Gelek şaristanî li wê derê hatine dîtin, berhem û amûrên ku li wê derê hene vê yekê teqez dike.  
 
Çiyayê Lêlonê ji aliyê kevnariyan ve dewlemend e û şikefta arkeolojîk a ku di cîhanê de herî navdar e hembêz dike. Çiyayê Lêlonê yek ji çiyayên kurdî yên bi heybet û beşek ji çiyayê "Kurdaghe" a li Rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha Çiyayê Lêlonê xwediyê yek ji kevintirîn dêrên dîrokî yên di nava cîhanê de ye, dêra sêyemîn a di nava Rojavayê Kurdistanê de ye. Ji bilî ku xwediyê bi dehan şûnwarên dîrokî yên cihêreng e, Gora damezrînerê civaka Maronî jî li vir cih digire. Çiyayê Lêlonê dikeve rojhilatê bajarê Efrînê û dikeve bakurê rojavayê bajarê Helebê. Rûbera wê nêzî 1200 kîlometre çargoşe ye. Deşta wê ji gundê Qitmê û Kefer Cenêh ên navçeya Şerayê heta deşta Zerzîta dirêj dibe. 
 
 
Navê Çiyayê Lêlonê di gelek referansên dîrokî yên kevnar de bi navên cuda hatiye lêkolînkirin. Li vir Çema "Nebû" xwedayê herî jîr û nivîsandinê ye ji perestgehên wê re "Êzîde" tê gotin. Peyva "Lêlon" tê wateya fêkiya zeytûnê ya beriya bigihêje dema xavê. Hin çavkanî jî dibêjin peyva "Lêlon" ji peyva "Leylan" ya kurdî hatiye û tê wateya mirage."
 
Çiyayê Lêlon kevintirîn cihên dîrokî di yê cîhanê de ye
 
Yek ji bermahiyên herî diyar a çiyayê Lêlon şikefta "Dodriyê" ya dîrokî ye. Şikefta Dordriyê dikeve başûrê bajarê Efrînê, bi dirêjahiyê 15 km û kûrahiya wê 60 metre ye. Gelek çavkanî dibêjin di dîroka 23'yê Tebaxa 1993'yan de bi hevkariya ekîpeke Japonî-Sûrî ya ji bo kolandinê, di şikeftê de bermahiyên hestiyên mirovan hatine dîtin. Di encama lêkolînan de derket holê ku hestiyên mirovan yên hatine dîtin girêdayî şikeftê ne. "Neandertalên" ku nêzî 200 heya 40 hezar sal jiyane û hestiyên zarokekî nêzî du salî ne. Tevî ku di dinyayê de peykerê mirovek heye, ew zarok girîngiya kesê ku yekem laşê mezin ê ku di gora Orîjînal de were keşifkirin çêdike. Duyemîn berhemên girîng ên Çiyayê Lêlonê dêra gundê Fafirtînê ye. Fafirtîn gundekî pir biçûk û kevnar e. Dirêjahiya dêra Fafirtînê 26.50 m û firehiya wê 11.60 m, beşek mezin ku dîwarê wê yê rojhilat di nav kevirên Sûriyeyê de kevintirîn dêra dîrokî ya bi tîpa basîlîka bû.
 
Dêra Semaanê, yek ji şaheserên herî bedew ên hunera Xiristiyanan e. Yek ji mezintirîn dêrên ku di cîhanê de hatine çêkirin, tê dîtin. Kela Semaanê li başûrê dûrî quntara Çiyayê Lêlonê ye. Li ser kevirî bi bilindahiya ji asta deryayê 564 m hatiye avakirin. Kela Semaanê "El-Amûdî" yekem nûjkerê rêbaza îslamê ya li ser stûna kevirî tê hesibandin. Împrator Zenon di sala 476'an de dest bi avakirina dêra Semaanê kir. Ji bo bîranîna navê wê kirin "Dêra Semaan El-Amûdiyê", piştî salek û şûnde goristan wek pêvekên dêrê hatin zêdekirin. Ji bilî xanî û xaniyan ji bo heciyê ku geliyayê "Îro Fransa, Balçîka û beşek mezin ji Elmanyayê dihewîne", her wiha Îngilistan, Îspanya û Îtaliya hatine dêra Semaanê.
 
Gundê Soxinekê yek ji gundên arkeolojîk e, ku Çiyayê Lêlonê di nav xwe de dihewîne. Gundê Soxinekê di nava komek bermahiyên kevnar de hatiye avakirin, ku dîroka wan vedigere serdema Roma û Bîzansiyan. Di gelek çavkaniyên dîrokî de navê gundê Soxinekê tê wateyê pirbûn û pirjimariyê. Tê gotin ku navekî aramî ye lê hin çavkanî dibêjin dibe ku navê Soxinekê navê eşîreke mezheba Êzdiyan be ku li başûrê bajêr jiyane. Gundê Soxinekê bi qasî 2 km dikeve bakurê gundê "Kîmarê" a arkolojîk a Şerewayê. Li rojavayê gund 1 km avahiyek arkeolojîk heye. Şênî ji vê avahiyê re Qesir, li wê derê bermahiyên dêrê, keşîşxaneyek bi depoya avê, çapxane, goristan û gelek tiştên dîrokî hene. Ev gund li ser bermahiyên gundekî kevnar hatiye avakirin, heta roja me jî kevnariyên wê hene. Ev gund du dêran di nav xwe de dihewîne. Dîroka wan dêran vedigere sedsala pêncan a zayînê.