Menîce ya cenazeyê kurê xwe negirt: Neynûkek wî jî bimîne ez ê bigirim

  • 09:09 21 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Zindan Yenî yê HGP’yî di meha îlonê de di operasyona ji aliyê TSK’ê ve hat destpêkirin jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Menîce Yenî da zanîn ku ji bo cenaze bigire çûye dozgeriyê û katîb jê re gotiye ‘dibe ku cenaze bi kargoyê bê şandin’. 
 
Li her derê cîhanê li hember mirin û mirî di her ol, nîjad, ziman û mezhebî de rêzdarî tê nîşandan. Lê li Tirkiyeyê di şertên polîtîkaya taybet de ‘rêgezên li hember mirî rêzdarî’ wek ‘rêbazeke îşkenceyê’ tê binpêkirin. Her çiqas rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî li dijî van binpêkirinan bertek nîşan bide jî rayedarên Tirkiyeyê û daraza wê li dijî vê tu gavekê navêje.
 
Di şertên şer de polîs û leşker welatiyên sivîl ên qetil dikin, îşkenceyê li cenazeyên wan dikin, cenazeyan bi kargoyê ji malbatan re dişînin an jî bi salan di morgan de didin sekinandin û bi vê rê îşkenceyê li cenazeyan û malbatan dikin.
 
Di 23’yê Gulana 2017’an de Agît Îpek yê HGP’yî ku li girê Xelasor ya Dêrdîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî bi Kargoya PTT’ê di 20’ê Nîsana 2020’î de ji dayika wî Halîse Îpek re hatibû şandin. Dîsa cenazeyê Mahsum Aslan ê di Hezîrana 2018’an de li Çiyayê Sor ê Dêrdîmê di bombebarana TSK’ê de jiyana xwe ji destdabû jî di 2’ê Tebaxa 2021’ê de bi korgoyê ji malbatê re hatibû şandin.
 
Malbat dipên
 
Di rojên borî de jî ji malbatekê re hat gotin ku ‘dikare cenaze bi kargoyê bê şandin’.  Di 8’ê îlonê de li gundê Pîrajman a Pîran a Amedê di bombebarana TSK’ê de Senar Delayîmîlan (Brûsk Deyndar) û Zindan Yenî (Dijwar Şerzan) jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedar li malbata Zindan Yenî geriyan û gotin mînakên tiliyan bi hev digirin. Lê malbat meheke ji bo cenazeya ji ATK’a Stenbolê hatiye şandin bigirin, agahiyên dipên.
 
Dayika Zindan, Menîce Yenî da zanîn ku ew ditirsin ku cenaze bi kargoyê bê şandin û sedema nedayîna cenazeyê ev e ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
 
‘Dikare bi kargoyê bê şandin’
 
Menîceyê destnîşan kir ku 62 roj di ser bûyerê re derbas bûbû rayedaran agahî danê û li ser vê serî li serdozgeriya komarê ya Pîranê dane. Menîceyê wiha dirêjî dayê: “Dozgeriyê got hûn sibehê dikarin cenaze bigirin. Hevjînê min sibehê dîsa çû dozgeriyê. Dozgerî dibêje ‘em mehekê an jî salek şûnde dikarin bidin.’ Beşên ji beden mane şandine ATK’ê lê  parçeyên beden şewitîne. Piştre me israr kir katîp got ‘dibe ku bi kargoyê cenaze bê şandin.”
 
‘Em hestiyên zarokên xwe dixwazin’
 
Menîceyê wiha  bertek nîşan da: “Yek neynûkek kurê min bimîne jî ez ê bigirim. Ji bo em cenaze bi rêyên normal bigirin çi ji destê min bê ez dikim. Em her tim li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Zarokên me qetil kirin, gelo hîna çi dixwazin? Ez tu car dest ji têkoşîna kurê xwe bernadim. Meha borî polîs li kurê min geriyaye û tehdîd kiriye ku em biçin ber avahiya HDP’ê. Ji kurê min re gotine ‘here ber derê HDP’ê em birayê te bînin’. Kurê min dibêje ‘we birayê min qetil kir hûn niha jî cenaze nadin’. Li ser vê polîs hêrs dibe û dibêje ‘wê tevlî neke’. Ew çi dikin bila bikin em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Wek min bi hezaran kes hene. Zarokên me bi kîmyasalan qetil dikin. Ji ber kîmyasal bi kar anîne cenazeyan nadin.”
 
‘Bi dehan zarokên kurd tên qetilkirin’
 
Menîceyê balkişand ser rewşa malbatên li Deriyê Sêmalkayê nobetê digirin û wiha dawî lê anî: “Niha tiştên dewleta tirk li me dike, Barzanî jî li wan dike. Hestiyên zarokên me jî nadin. Her roj bi dehan zarokên kurd tên qetilkirin.”