Dayika Nîhat Kazanhan: Ez 7 sal in li benda pêkanîna edaletê me

  • 09:06 14 Çile 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Nihat Kazanhan ê 12 salî li Cizîrê dema li ber mala xwe dilîst bi guleya polîsan hat qetilkirin. Dayika Nîhat Ayşe, diyar kir ku di ser qetilkirinê re 7 sal derbas bû û got: "7 sal in ez li benda pêkanîna edaletê me. Hêj jî kujerên kurê min nehatin darizandin. Edaletê vî dewletê tuneye. Dewlet kujerên zarokên me diparêze." 
 
Di 14’ê çileya 2015’an de Nihat Kazanhan ê 12 salî ku bi hevalên xwe re li ber deriyê mala xwe dilîst, bi guleya polîsan a ji serê we ket jiyana xwe ji dest da. Di dîmenên ku derketin holê de Nihat bi guleya polîsan hatiye qetilkirin. 
 
Derbarê berpirsyarê bûyerê Mehmet Nûrbakî Goçmezê ku hat girtin, alîkarî komîser U.Î., polîsên tevgera taybet H.V., O.Ç. û G.T. de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê doz hat vekirin. Di doza hatibû dîtin de 13 sal û 4 meh ceza li Mehmet Nûrbakî Goçmez, derbarê H.V., O.Ç. û G.T. de jî 6 meh ceza hat birîn û piştre biryara beraatê hatibû dayîn. Di Hezîrana 2017’an de bi êrêkirina biryara Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê, parêzerên malbata Nîhat vê carê ji bo îtîrazê serî li Dadgeha Bilind da. 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind di tîrmeha 2019’an de îtîraz red kiribû. Parêzeran vê carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.
 
Dayika Nihat, Ayşe Kazanhan di salvegera qetilkirina kurê xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Ew hîn zarok bû’
 
Ayşe, di destpêka axaftinê de bal kişand roja qetilkirina kurê xwe û got: "Ew hîn zarok bû, nizanibû çi çiye. Hîn nû ketibû 12 saliyê xwe. Piştî nîvro ji dibistanê hat malê û piştre derket li derve. Piştre agahî hat ji min re gotin gule li Nihat ketiye. Nexweşxane nêzî mala me ye. Ez bi erebeyê çûm nexweşxaneyê, lê kurê min jiyana xwe ji dest dabû. Ew zarok bû, çi bi wan kiribû. Ev roj ji bo me rojeke reş e. Dema ev roj tê em gelek diqehirin. Dewletê bê sedem kurê min kuşt. Kurê min bi zanetî hat kuştin. Êşa ku me dîtiye bila Erdogan jî jî bibîne.”
 
‘Bi hezaran kurd wekî Nîhat hatin kuştin'
 
Ayşe, di nav rondikan de wiha behsa kurê xwe kir: "Ger ku îro hebûya dê zanîngehê bixwenda. Kurê min di 3’yê çileyê de dayik bû. Ez hîn jî tiştên wî vedişêrin. Kinc, pirtûk, nivîn û eşyayên wê yên dinê ez hê jî vedişêrim. Forma wî ya dibistanê min veşartiye. Piştî ku hat kuştin 10 roj şûnde qerneya wî ya dibistanê hat. Bêyî Nihat qerna wî hat. Qerne, qezax û forma wî ya dibistanê hîn vedişêrim. Ez heta hebim jî ez ê wan veşêrim. Ez gelek bêriya kurê xwe dikim. Her tim qezaxên wî bêhn dikim. 7 sal xilas bû êşa me hîn berdewam dike. Piştî wê rojê şûnde di jiyana me de tu carî xweşî çênebû. Salvegera wî dîsa hat û êşa me dîsa dijwartir bû. Bi hezaran kurd wekî Nihatê min hatin kuştin.”
 
‘Wêneyê wî li ber çavên min nebe ez nikarin rakevim’
 
Ayşe, diyar kir ku wêneyên kurê wê tim li ber çavên wê ne û got: "Dema wêneyên Nihat li ber çavên min nebin ez nikarim rakevim. Wêneyên wê yên dinê jî di qedexeyê derketina li kolanan de hatin şewitandin. Ez her roja înê diçim goristanê û ez pê re diaxifim. 7 sal in ez li benda pêkanîna edaletê me. 7 sal qediyan jî hêj kujerên kurê min nehatin darizandin. Edaletê vî dewletê tuneye. Dewlet kujerên zarokên me diparêze. Bi panzêran li ber deriyê me zarokên me tên kuştin. Em ê heta dawiyê xwedî li doza kurê xwe derkevin." 
 
Dosya ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin
 
Ji parêzerên malbatê û Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî destnîşan kir ku bêhiqûqiyek hatiye jiyîn û ev tiştan anî ziman: “Di dosyeyê de hemû delîl hatine berhevkirin û her çend ji dîmenan diyar dibe ku bersûc zanebûn bûye sedema mirina Nihat Kazanhan. Ji ber hin sedeman qanûnên tahrikê hatin sepandin û bi vî rengî ceza hat dayîn. Ji ber ku biryara Dadgeha Herêmî ji aliyê Îstînaf û  Dadgeha Bilind ve hat êrêkirin. Me jî dosyeyê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re şand.”