Girtiya nexweş Hazîne Alçi girtîgeh vegot

  • 09:01 10 Çile 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Girtiya nexweş Hazîne Alçi ya 24 sale girtiye, der barê pêvajoya girtiyên demên dawî de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan de axivî, wek ‘komkujî’ nirxand û got: “Li pey hev qetilkirina hevalên me hem ji bo tevgera azadiyê hem jî ji bo girtiyên şoreşger peyameke.”Hazîneyê her wiha ji bo salvegera 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî jî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.
 
Li Tirkiyeyê di demên dawî de li girtîgehan  binpêkirinên mafan zêde bûne û girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.Malbatan der barê rewşa girtiyan de dest bi çalakiya nobetê kirin. Girtî di her derfetê de diyar dikin ku tecrîda giran a li Îmraliyê ebandor li ser hemû girtîgehan kirine û konsepta nû ya dewletê ye.  Yek ji girtiyên nexweş ku 24 sale girtiye Hazîne Alçi ya niha li girtîgeha Bakirkoy a jinan girtiye.
 
Hzîne Alçi ya PKK’î ku ji Hezexa Şirnexê ye di 25 salî de ji Ermenîstanê teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Hazîne niha 48 saliye û di lîsteya girtiyên nexweş ya ÎHD’ê de ye. Hazîne di pêvajoya girtinê de bi gelek binpêkirinên mafan û tecrîdê re hat rû hev. Hazîne ji ber bi çekê birîndar bibû di çima wê ya rastê de xesarek mezin çêbû û ji ber ji kulîmekê heta çongê parçe bibû di çîma wê de platîn hat bicihkirin. Hazîne neçare bi vê platînê bijî. Hazîne ku 17 sale bi vê protezê dijî, navbera kulîmek û çonga wê de hema hema qet hestî tune ye.
 
Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hat dayîn
 
Di navbera salanên 1998 û 2009’an de platîna hatibû bicihkirin, piştre hewc bi guherînê hat dîtin û di cotmeha 2009’an de li Nexweşxana Lêkolînê ya Perwerdê ya Samanra proteza nû hat bicihkirin. Hazîne vê protezê dişibîne îskeleya înşatê. Li çar alî protezê bi dirêjiya santîmekê bizmar hene. Ev bizmar bi têlan bi hev girêdayîne û girêdayê hestiyê kulîmekê ye.Hazîne ku divê bi rêk û pêk bê dermankirin, nikare xwe bigihîne mafê tenduristiyê. Tevî hemû nexweşiyên Hazîneyê ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne da’.
 
Hazîneyê der barê pêvajoyê de, binpêkirinên mafan, rewşa girtiyan de ji ajansa me re axivî.
 
*24 sale hun girtîne. We di vê pêvajoyê de çi jiya, hun dikarin vebêjin?
 
24 sale ez girtî me û girtîgeh cihên ku hiqûq lê pêk nayê ye. Ji bilî bîhndan û girtinê, tu çi bikî ji aliyê îdara girtîgeh û dewletê ve dibe hinceta sûc. Mînak dawî vebêjim. Di meha Tebax û Îlonê de, ji bo em tecrîda Îmraliyê protesto bikin me dirûşme berz kirin û stran gotin. Tevî ku zirara me ji kesî re tune jî ji bo me her yekê sê meh cezayê hucreyê hat dayîn. Girtiyên bi navê Gulîstan Çelîk , Ronî Înanç û Leyla Akyildiz yên cezayê wan qedyane jî ji ber cezayên dîsîplînê nayên tahliyekirin. Stranên em dibêjin jî dibin sûc. Lê stranên em dibêjin dema di kanalên desthilatdariyê de tên gotin nabin sûc.
 
Firfirok bû plana sûîkastê!
 
Hevala me Jiyan Erdînç, pirtûkek çîrokê ya bi wêneyan ku nivîsîbû xwest bişîne ji malbatê re. Lê îdareyê dest danî ser. Hincet jî balkêş bû. Firfiroka destê zarokekî de, bi hinceta wê bi baskên balafira şer a li Kurdistanê difiriya bikeve û wek plana suîkastê ya li hember balafirên dewletê hat fêmkirin. Belê îdara girtîgehê vê ji wêjeyê fêm dike. Ev bi hiqûq û mantiqê nikarin bên îzahkirin. Ji ber me wek dijmin dibînin em çi bikin dibe sûc.
 
*Em rewşa we ya heyî jî mereq dikim. Hun di alî psîkolojîk û fîzyolojîk de çawa ne? Hun xwe çawa hîs dikin?
 
Ez di alî psîkolojîk de xwe baş hîs dikim. Ez dizanim çima girtî me û wek Shakespeare dibêje, ez her roj ji bo bikenim sedemê dibînim û dest bi rojê dikim. Di alî tenduristî de ev 25 sale di çima min de protez heye. Ji 2014’an de ye protez sist bûye. Di 2009’an de li Samatyayê emelyet bûm û protez hat guhertin. Lê alava protezê pir xerabe û ji ber vê sist bûye.Mixabin niha şertên dermankirina min tune ne. Nexweşxana berê ez emelyet kiribûm, got em nikarin te emelyet bikin wê nebaş be. Ev ne di alî mirinê de, gotin wê çim û kulîmekê nikaribin êdî berhev bikin. Ji ber vê ez du gopalan bikar tînim. Doktoran got tu mahkumê nivînê ye û tenê dema diçî lavaboyê gopal bi kar bîne. Lê tevî vê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan min.
 
Ji bo di hucrê de nemînim naçim nexweşxanê
 
Ez hewcedariyên xwe bi alîkariya hevalên xwe dikim. Ez neçar mam dermankirinê bidim sekinandin. Ji ber ku ji bo dermankirinê jî em biçin nexweşxanê di vegerê de bi hinceta pandemiyê me tenê di hucreyê de dihêlin. Lê ji ber ez nikarim tenê li xwe binêrim, naçim nexweşxanê.  Ji ber protezamin heye divê ez lavaboya terza alafranga bi kar neynim. Lê li odeya em têde ne alafranga heye. her wiha li odeya dimînim ranza li ber pacê çêkirine. Dema paçe tê vekirin sare, tê girtin bê hewa dimîne. Heman pirsgirêkan Jiyan Erdînç jî dijî. Ew jî li heman nexweşxanê emelyet bûye.  Çima wê ji ya min xebatire.
 
*Hun mirinên li girtîgehan çawa dinirxînin?
 
Di du hefteyan de 5 heval hatin qetilirin. Ez dibêjim qetilkirin, ji ber em difikirin ku hatine qetilkirin. Ez dixwazim vê bêjim. Desthilatdariya heyî hiqûqa 12’êîlonê  jî kêm dibîne û bi awayekî bêperwa êrîşê muxalîfan dike,  bi awayekî tund berê xwe dide girtiyan. Li pey hev qetilkirina hevalên me hem ji bo tevgera azadiyê hem jî ji bo girtiyên şoreşger peyameke. Wezîrê Karê Hundir yê vî welatî 4 sal berê got ‘Em PKK’ê diqedînin, wek Çîlerê em ê paqij bikin, tune bikin, wê kes êdî PKK’ê negire ser zimanê xwe.’
 
Lê wisa nebû. Berxwedana destanî ya gerîlayên PKK’ê, sekma bi rumet ya gelê me, ev polîtîkayên qirêj vala derxist. Wan jî bi terza mafyatîk berê xwe dan şoreşgerên girtî. Em vê wisa dixwînin. Ew hevalên me zarokên vî gelî bûn. Jiyana xwe dan ser vê dozê. Ez wan bi hurmet û rêzdarî bibîr tînim. Soza me ya ku em xeyalên wan pêk bînin heye.
 
*Di dawiya axaftinê de tiştekî hun bêjin, peyamek we heye an na?
 
Ev kesên li girtîgehan hatin qetilkirin, nirxên vî gelî ne. Ez bang li gelê me dikim ku bi awayekî hîn xurtir xwedî li nirxên xwe derkevin. Tecrîda li Îmraliyê dij mirovahiye. Dij hiqûqî ye. Bêguman Ewropa û CPT di vê mijarê de berpirsyariya xwe neanîne cih. Para wan di vê tecrîdê de heye. Rêber Apo girtiyekî 70 saliye û 23 sale di tecrîdê de ye.Divê êdî gelê me vê qebûl neke. Ji bo azadiya Rêber Apo divê çi ji destê gelê me tê bikin.Ez ban gelê me dikim ku hewl bidin. Ez di vê esasê de sala nû ya her kesî pîroz dikim.