'Li hemberî peyaman bêdeng nebin û teşhîr bikin'

  • 09:05 6 Çile 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Peyamên zayendperest a ku bi rêya medyaya dijîtal ji jinan re tê şandin di demên dawiyê de zêdetir bûne. Rengîn Onuk, diyar kir ku peyamên ku tên şandin ne tişteke ji rêzê ye û got: "Ez serê ewilî gelekî tirsiyam lê divê em netirsin, li hemberî peyamên bi vî rengî bêdeng nebîn û wan teşhîr bikin.”
 
Li gorî her herêman polîtîkayeke taybet a şer tê meşandin. Bi taybetî jî piştî salên 2015 û 2016’an li Şirnexê polîtîkayeke xweser hat meşandin. Di hedefa wan polîtîkayan de bi taybetî jî jin hene. Şîdet, kuştin, destdirêjî û destavêtin piranî zêdebûn. Bi taybetî jî di demên dawiyê êrişên zayendperestî li ser medyaya dijîtal zêde bûne. Rengîn Onuk a ku li Silopiya Şirnexê dijî, bi êrişeke wisa re rûbirû ma û derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Peyam şandin ne tişteke ji rêzê ye' 
 
Rengîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser peyamên ku bi rêya medyaya dijîtal tê rêkirin kir û got: "Piştî salên 2015'an û 2016'an bi awayeke awayek sîstematîk li ser medyaya dijîtal peyam tên şandin. Bi taybetî jî ji hêla leşker, polîs û çawişên pispor ve ev peyam tên birêkirin. Di serî de peyamên hevaltiyê tên şandin. Demek beriya niha ji min re li ser medyaya dijîtal ji aliyê polîsekî ve peyamek hat. Bi gotinên nîjadî û zayendperest êrişê li min kir. Cend caran peyamên bi vî rengî hatin û min jî dev ji bikaranîna medyaya dijîtal berda, ez tirsiyam. Ji bo jinên derdora min jî peyamên hevaltiyê hatin şandin. Em wan nasnakin û nizanin ku ew kî ne. Ev ne tişteke hêsan û ji rêzê ye. Ger ku berjewendiyek wan tunebe çima vê tiştê bikin?”
 
‘Em wan ji bûyera Îpek Er nas dikin’
 
Rengîn, di axaftina xwe de mînaka Îpek Er wiha anî ziman: "Mûsa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kir û bû sedema mirina wê. Em wan ji bûyera Îpek Er nas dikin. Dixwazin jinên kurd ên ciwan bixapînin. Divê jin baweriya xwe li wan neynin. Bi soza zewacê jinan dixwazin bixapînin. Wekî bûyera Îpek Er dibe ku bûyerên bi vê rengî dîsa bên jiyîn. Ez ji bûyera Îpek Er gelekî bi bandor bûm. Lê ji aliyekî ve jî wê rexne jî dikim. Xwezî bi wî kesî re neaxiviya. Divê jin rewşa Îpekê baş bifikirin û li gor wê gav bavêjin. Ji ber ku dibin sedema mirin û qetilkirina me. Dewlet leşker, polîs û çawişên pispor diparêze. Kiryaran ji deriyê pêş digire, ji deriyê paş berdide. Ji ber vê yekê divê jin li xwe baldar bin û bizanibin ku ew kî ne. Li hemberî jinan lîstokên qirêj tên meşandin ev jî parçeyek polîtîkaya şerê taybet e."
 
‘Êdî tu saziyek jinan tuneye ku em biçin’
 
Rengîn, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser saziyên jinan ên ku hatin girtin û ev tiştan anî ziman: “Berê li vir malên piştevaniya jinê hebûn. Berîtan û Viyan jî ji wan malên jinan yek bû. Jin û zarok dema pirsgirêkek bijiyana serî li van saziyan didan. Êdî tu saziyek jinan tuneye ku em biçin. Ji ber ku hemû sazî hatin girtin."
 
'Bila jin bêdeng nemînin'
 
Rengîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li jinan dikim ku bila êriyên zayendî veneşêrin û teşhîr bikin. Min di serî de xwest ku li ser medyaya dijîtal parvekirinê bikim û van kesan teşhîr bikim. Lê belê ji ber civakê ez tirsyam û min parvenekir. Dema ku min ji JINNEWS'ê re nivîsand fikarên min hebûn. Piştre min got ez ê çima şerm bikim, kesê ku vê dike bila şerm bike. Divê tu jinek bêdeng nebîne û teşhîr bike.”