Fehîme Poyraz: Ger ku gel rabe ser piyan wê edaleta mezin pêk bê

  • 09:14 1 Çile 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz balkişand ser piştevanî û xwedîderketina  doza Denîzê û got divê ev piştevanî di rûuniştinên din de jî berdewam bike. Fehîmeyê wiha dirêjî dayê: “Hiqûq û maf bi gel diqede. Ger ku ev gel rabe ser piyan wê edaleta mezin pêk bê.”
 
Di 17’ê hezîranê de li hember avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê gumanbar Onur Gencer êrîş pêk anîbû û Denîz Poyraz qetil kiribû. Yekemîn rûniştina doza ku kujer jê dihat darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bayrakli hat dîtin. Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz ku tevlî rûniştinê bû, tiştên beriya rûniştinê hatin jiyîn ji ajansa me re vegot.
 
Fehîmeyê daxuyakirin ku beriya rûniştinê bi sedan kes li ber edliyeyê kom bûne û vê ew gelek kefxweş kirine û wiha got: “Wê demê min xwest ez hinek tiştan bêjim lê min nikaribû bêjim. Eleqeya jinan, baro û parlamenteran gelek xweş bû.”
 
‘Gumanbar bê kelepçe anîn’
 
Fehîmeyê destnîşan kir ku kujer Onur Gencer navbera leşkeran de bêyî kelepçe anîne û  kurê min Suleyman Poyraz yê girtî bi kelepçe anîn salona rûniştinê û ev tişt bi lêv kir: “Kujer li me mêze kir û keniya. Leşkeran ew parastin. Lê destên kurê min bi kelepçe bûn. Kujer bi rehetî hat salolê. Parêzeran gotin ‘yê kujer destên wî vekirîne, yên din jî vebikin’.  Piştre kelepçaya wî jî derxistin.”
 
‘Yên kujer diparêzin hene’
 
Fehîmeyê helwesta rehet a kujer Onur Gencer rexne kir û wiha dirêjî dayê: “Kujer hêza xwe ji jor digire. Pişta wî xurte, ger ne wisa bûya wê nikaribû bihata. Wê nekeniya. Kî şûna min de bûn wê li bixista. Lê ez dayikim. Yên wî diparêzin hene. Wisa nebûna wê destên wî kelepçekirîbûna.”
 
‘Çawa evqas rehet runişt’
 
Fehîmeyê desnîşan kir ku îşkence li keça wê hat hat kirin û got: “Gelo qet nehat ber çavên wî. Gelo wijdana wî tune bû? Çawa evqas rehet rûnişt? Ew hêz ji kê girt. Xwezî biaxiviya. Serokê dadgehê jî bêdeng bû tiştek nekir. Parlamenteran bertek nîşandan gotin ‘ev der cihê hiqûq û mafe.’ Lê serokê dadgehê pir rehet bû.”
 
‘Ez edeletê ji gel re dihêlim’
 
Fehîmeyê ji bo berdewamkirina piştevanî û piştgiriya doza Denîzê bang ki rû got: “Hiqûq û maf li cem gel diqede. Gel her tim xwedî li mirovên xwe derket. Ger gel rabe ser piyan wê edeleta mezin pêk bê.”