Hîmê bingehîn ê têkoşîn û berxwedanan wargehê jin û dayik bûn

  • 09:10 1 Çile 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
Di rastiya xwe de hîmê bingehîn ê têkoşîn û berxwedana wargehê jin û dayik in. Civaka wargehê di pêşengtiya jin û dayikan de derxist holê ku jin û dayikên rêxistinkirî, di azadiyê de bi israr bin dikarin xwe, civaka xwe û nirxê xwe bi parêzin. Di pêşentiya jin û dayikan de xwedî li pêngavê hat derketin, çalakî hatin lidarxistin û li hember tevahî êrişan sekneke berxwedêr û tekoşer derket holê.
 
Gulan Avrêl
 
Em salek bi berxwedan û têkoşînê têr û tijî li pişt xwe dihêlin. Jinên kurd û yên cîhanê sala 2021’ê bi rihê berxwedan û têkoşînê pêşwazî kirin. Yek ji wan qadên ku bi rihê têkoşîn û berxwedanê kete sala 2021’ê jî wargeha berxwedanê ya Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) e. Ruxmê tevahî şerê taybet, yê psîkolojîk, polîtîkayên rêgiriyê yên ji hêla dewleta tirk û PDK vê tên meşandin, êrişên hewayî yên dewleta tirk gelê wargehê dest ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda. Di nava salê de gelek çalakî, daxuyanî û konferans li wargehê hatin lidarxisitn.
  
Tevahî pêşketinên rûdidin bi têkoşîn û berxwedana jinan ve girêdayî ne. Çiqasî têkoşîn û berxwedana jinan mezin dibe, hêvî û bawerî bi hêztir dibin. Pêşketinên di nava civakan de jî ewqasî bi hêz dibin û girîngtir dibin. Têkoşîn û berxwedana civakan de rol û mîsyona jinên berxwedêr û tekoşer gelek girîng e. Gava mirov li rastiya civaka kurd meyze dike, sosyolojiya wê digre dest dibîne bi derketina Rêber Apo re jina kurd ya ku di bin fikir û ramanên Rêber Apo de pêş dikeve, dibe xwedî hebûn, heyîn, nasname, zanist ku îro pêşengtiyê ji tevahî jinên cîhanê re dike û di civakê de guhertinên girîng ava dike.
 
Di rastiya xwe de hîmê bingehîn ê têkoşîn û berxwedana wargehê jin û dayik in. Civaka wargehê di pêşengtiya jin û dayikan de derxist holê ku jin û dayikên rêxistinkirî, di azadiyê de bi israr bin dikarin xwe, civaka xwe û nirxê xwe bi parêzin. Di pêşentiya jin û dayikan de xwedî li pêngavê hat derketin, çalakî hatin lidarxistin û li hember tevahî êrişan sekneke berxwedêr û tekoşer derket holê.
 
Konsepta şerê taybet û derûnî ya qirkirinê li ser gelê wargehê di nava salê de her tim hate meşandin, hem ji hêla dewleta tirk, PDK, hem jî ji aliyê dewleta Iraqê ve. Jin û dayik bi têkoşîn û berxwedana xwe ev konsepta heyî ya li ser wargehê têk bir û nehişt ku bigihije armanca xwe. 
 
Di sala 2021’ê de jinên kurd û yên tevahî cîhanê ruxmê tevahî êrişan jî konsept û planên pergala baviksalarî bertaraf kirin. Di tevahî şoreşan de jin û dayîk her tim bûne hîmê bingehîn ên şoreşa gelê xwe. Ji bo şoreşa Kurdistanê jî heman tişt derbas dare. Ruxmê tevahî qedexeyan jî dayik û jinan dest ji kolanan, çalakiyên xwe bernedan, bi îdeayek mezin li pey doza xwe û heqîqeta xwe çûn. Di nava salê de bi berxwedan û têkoşîna jin û dayikan ya li nava tevahî qadên jiyanê de ev rastî derket holê û li ber çavan hat raxistin. Bi vê têkoşîn û berxwedana ku hat dayîn 'Sedsala 21'ê bû.sedsala azadiya jin ê'.  
 
Di nava salê de di tevahî çalakiyên ku hatin lidarxistin de, meş û pîrozbahiyên çêbûn jin û dayîkan cihe xwe bi awayek çalak girtin. Herwiha jinan, ne tenê cihê xwe di çalakiyan de girtin di heman demê de bi moral û coşeke mezin pêşengî jî ji civakê re kirin. Ji ber ku xwedî wê hêvî û baweriya ku wê bi ser kevin û teqez serkeftin ya wane. Jinan dizanibûn ku tu tiştek ji hêvî û baweriyê binirxtir nîne. Di kesayetê dayik û jinên wargehê de ev yek bi awayek şînber xwe dide der. Ruxmê tevahî êrişan, ne tenê êrişên hewayî her curê êriş li ser wargehê hatin meşandin û berdewam dikin. Ev êrîş jî nikarin kenê li ser rûyê dayikan û hêviya di dilê wan de bi qerisîne. Berevajî vê her roja çû hêza wan zêde bû. Di her gotin û helwesta wan de, îdeaya serkeftinê hebû. 
 
Dayik û jinên wargehê her gotin em îxanetê li xwe nakin. Ev gotin ne gotineke ji rêzê ye, gotina kesên ku bûne yê xwe, ango "xwe bûne” qezenç kirine û bidest xistine. Dema ku mirov li dayik û jinên wargehê guhdar dike, sekna wan li hember azadiyê, berxwedan û têkoşînê dibîne û wê demê ji xwe re dibêje; "şoreşa jinên kurd çê bûye".  
 
Di nava salê de jin û dayîkên wargehê bi zanabûna pêwîste em pergala xwe û rêxistinbûyîna xwe bi hêztir bikin tevgeriyan. Di wargehê de sekna jin û dayikan, berxwedan û tekoşîna wan li ser tevahî qadên jiyanê bandorek gelek erênî kir. Ji ber vê yekê ye ku bi îdeayek mezin dikevin sala 2022’an. Îdeaya wan ew e ku wê tecrîtê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û jiyanek sekeftî û serfiraz bijîn. 
 
Em jî ji vê yekê gelek bawer in.  Wê serkeftinek mayînde bidestê dayik û jinan pêk were. Her çiqasî sala 2022’an dijwartir  be jî wê têkoşîn û berxwedana jin û dayikên Kurd teqez pergala baviksalarî têkbibe.