Pakîze û Fatma bûn sembola têkoşîn û berxwedanê

  • 09:01 1 Çile 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Bi ser qetilkirina jinên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyayê re 6 sal derbas bûn. Piştî qetlîamê ku ji bo dîtina kiryaran qet lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Xizm û hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo pêşî li qetlîamên bi vî rengî bên girtin berxwedan û têkoşîna wan girtin ser milê xwe.
 
Qedexeya derketina derve ya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve di 14'ê kanûna 2015'an de hatibû îlankirin li navenda navçeya Silopiyayê ya ku 100 hezar nifûsa wê heye 37 rojan bênavber dewam kir. Di qedexeya derketina derve de 68 kes mirin. Di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd ên piştî daxuyaniya ji bo valakirina taxê ji Taxa Karşiyakayê derbasî taxa Yeşîlyurdê bûn, hedef hatin girtin. 
 
Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongereya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, li taxa Yeşîlyurdê di encama gulebarana ji wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest dan. Her sê jinên siyasetmedar li pêy xwe têkoşîneke mezin hiştin. Bûn sembola têkoşîn û berxwedanê.
 
Koçberiya Pakîzeyê... 
 
Pakîze Nayir, di sala 1990'î de li gundê Ziristanê li malbateke ku xwedî 8 zarokan wekî ya 4'emîn hat dinê. Pakîze di temenê biçûk de ji ber zilm û zordariya dewletê bi malbata xwe re koçber bû. Pakîze 6 salên xwe li Nisêbînê derbas kir, piştre dîsa vegeriya Sîlopiyê û li wir jiyana xwe berdewam dikir. Pakîze ji bo debara malbatê dikana kuaforiyê vekir. Li aliyek kuafortî kir û aliyek jî siyasetê re mijûl dibû. Pakîze di dema vekirina Mala Jinê de bi Sêvê û Fatmayê re tê cem hevdû. 
 
Fatma di biçûktiya xwe de dest bi xebatan kir 
 
Fatma Uyar, di 28'ê tebaxa  1988'an de li gundê Dihokê malbateke ku xwedî 7 zarokan wekî ya 2'yemîn hat dinê. Piştî ku Fatma tê dinê malbata wê koçberê navenda Şirnexê dibe û li vir bi cih dibin. Fatma, di salên 2000’î de siyasetê nas dike û di temenê xwe yê ciwantiyê de di nav xebatên siyasî de cih digire. Fatma di sala 2009’an de tê girtin û 5 salan di girtîgehê de dibîne. Fatma, sal û nîvek di Girtîgeha Mêrdînê de dibîne û piştre sirgûnê girtîgeha Sêrtê tê kirin. Li Sêrtê jî sê sal û nîv dimîne û piştre tahliye dibe. Piştî ku tahliye dibe şûnde di nav xebatên Kongereya Jinên Azad (KJA) de cih digire. 
 
Dayika Pakîze, Behiye Nayir û dayika Fatma Uyar Hatîce Uyar ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser taybetmendiya wan û têkoşîna wan. 
 
Hem debara xwe dikir û hem jî siyasetê re eleqedar dibû 
 
Behiye, di axaftina xwe de bal kişand ser kesayetiya Pakizeyê û got: "Pakîze jinek adîl û jêhatî bû. Gelek hez doz, heval û partiya xwe dikir. Kengî mîtîng û bernameyek hebûya Pakîze diçû tevlî dibû. Dikana wê ya kuaforiyê hebû, piştî ku karê xwe diqedand tevlî xebatên partiyê dibû. Di nav partiya xwe, di nav gelê xwe de her tim dixwest bixebite. Pakîzeya ku kar û xebatên jinan didomand bandorê li dora xwe dikir."
 
‘Pakîze hedef hat girtin' 
 
Behiye, da zanîn ku di dema Kobanê de Pakîze gelekî bi bandor bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji şerê Kobanê de gelekî bi bandor bû. Ji ber vê jî êdî bêtir dema xwe li partiyê derbas dikir. Hevaltî, rêberî, xwedî derketin û hemû tiştên Pakîzeyê bandorê li min kir û ji bo min bûn bîranîn. Lê divê bê zanîn ku heta ku ez saxbim ez ê li pey doz û şopa wê bim. Her wiha Pakîze bû hedef û hat kuştin. Çima Pakîzeyê kuştin? Ger ku sûcekê wê hebû bila bigirtana. Pakîze, Sêvê û Fatma çi gunehên wan hebû." 
 
‘Em ê daxwaza xwe ya edaletê her tim bînin ziman' 
 
Behiye, destnîşan kir ku 5 sal derbas bû û wiha bi lêv kir: "Li ser qetilkirina Pakîze û her du hevalên wê de 5 sal debas bû, lê di dosyeyên wan de tu pêşketinek tuneye. Ev 5 sal qediya lê edalet hêj jî pêk nehatiye. Em gelek bi vê tiştê diêşên. Ger ku edalet hebûya dê mafê van sê jinan bihata pirsîn. Ew sê jinên ciwan û siyasetmedar bûn. Bi zanebûn ew jin hatin qetilkirin. Heta ku edalet bi cih bê em ê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin. Heta edalet bi cih bê em ê li pey kujeran bin.  Xaniyên gel hatin şewitandin, welatî hatin kuştin û hatin koçberkirin. Tiştek nema ku neanîn serê vê gelê. Niha li Amedê dayik çalakiya nobetê dane destpêkirin û daxwaza xwe ya edaletê tînin ziman. Ew jî dixwazin ku edalet pêk bê zarokên wan bên berdan. Di girtîgehan de zarokên wan tên kuştin. Ew jî ji bo zarokên xwe li pey edaletê ne. Ger edalat pêk bê dê hemû pirsgirêk jî çareser bibe.”
 
‘Dema Denîz Poyraz qetilkirin Pakîze hat bîra min' 
 
Behiye, di axaftina xwe de bal kişand ser pêşengtiya jinan û got: "Di dema qedexeya deketina li kolanan de jin pêşeng bûn wekî her demî. Her wiha tenê daxwazeke  Pakîzeyê hebû. Ew jî azadî, aştî û aramî bû. Ji bo aramî û azadiya Gelê Kurd tim li qadan li ber xwe dida. Denîz Poyraz jî hat qetilkirin. Gelo ji bo çi hat kuştin? Wê çi kiribû. Çima ew qas dijminatiyê dikin. Dema Denîz Poyraz hat qetilkirin Pakîze hat bîra min. Pakîzeya min çû, ez naxwazim Pakîzeyên din jî biçin. Bila Pakîze û hevalên wê bibin yên dawî. Em naxwazin ku êdî kuştin çêbibin. Ji ber ku min di roportajekî de gotibû 'Jin rabin li ser piyan' ez hatim binçavkirin lê îro ez carek din heman tiştî dibêjim 'Jin rabin ser piyan'. Divê hemû malbat xwedî li zarokên xwe derkevin."
 
'Fatma di temenê biçûk de dest bi xebatê kir'
 
Dayika Fatma Hatîce, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser kesayetiya Fatmayê: "Fatma hêj di zarokatiya xwe de gihîştî bû û bi hemû kesî re hêsanî dikaribû bi keve têkiliyan. Ji mezinan re mezin, biçûkan re biçûk bû. Keça min Fatma di temenê biçûk de dest bi xebatên partiyê kir. Min ji Fatmayê re digot ‘temenê te biçûk e tu yê çawa bikî û bixebitî’. Ji min re digot ‘ez û vîna xwe vê karê dikin’. Du salan bi awayek aktîf di nava xebatan de cih girt û piştre hat girtin.”
 
‘Me 12 darbest danî ser milê xwe...' 
 
Hatîce, diyar kir ku Fatma piştî tahliye bûye carekedin di nava xebatan de cih girtiye û wiha dom kir: “Carna diçû Agirî, Silopî, Amed û Êlihê. Bajarê ku neçûye nemaye. Rojek hat ji min re got 'Ez diçim Silopiyê' û hat xwatir ji min xwest û çû. Piştî 20 roj şûnde li Silopiyê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Herî dawiyê ji min re telefon vekir û got 'Dayê heqê xwe li min helal bike... Eger ku ez te negerim bizanibe ku ez ne saxim’... Roja din êvarê min di nûçeyan de dît ku keça min jiyana xwe ji dest daye... Ji bo ez cenazeya xwe bigirim ez çûm morgê. Min sê caran ji eniya keça xwe maçî kir. Cenazeyê me hefteyek li wir ma û destûrê nedan ku em defin bikin. Piştre ew bi xwe li me geriyan û gotin ‘werin cenazeyê xwe werbigirin, an em ê defin bikin’... Em çûn nexweşxaneyê û li ber deriyê nexweşxaneyê bi dehan kes kom bibûn. Malbata Pakîze û Sêvê jî li wir bû. Wê rojê 12 şehîdên me hebûn. 12 darbest me da ser milê xwe û em ber bi goristanê ve bi rê ketin..." 
 
‘Kujer nehatin darizandin' 
 
Hatîce, wiha dawî li axaftina xwe anî: "5 salên wan qediya ket sala 6'an. Di vê pêvajoyê de ne kujer hatin darizandin û ne jî edalet pêk hat. Em naxwazin dayik bigirîn. Em dixwazin her kes di nava jiyaneke azad de bijîn. Em dixwazin kesên ku Fatma û hevalên wê qetilkirin bên darizandin. Ev qas em derbas bû jî hîn çente, telefon û eşyayên wê nedan me. Parêzeran pirsî jî gotin ‘tu tiştekê wê li vir tuneye’. Pekî eşyayên wê li ku derê ne? Bîranînên wê jî ji me girtin. Em hêvî dikin ku ev zilma ku li ser kurdan tê meşandin di demek nêz de bi dawî bibe.”