Abdullah Ocalan ji bo girtiyên nexweş çi got?

  • 09:11 17 Kanûn 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desthilatdariya AKP’ê bi rêya ATK’ê girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê dike û jiyana xwe ji dest didin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên li Îmraliyê de diyar dikir ku divê girtiyên nexweş serbest bên berdan û ev rewşeke mirovahî û ehlaqî ye. 
 
Ligel binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş ên ku rêxistinên mafê mirovan balê dikşînin ser her diçe giran dibe. Tevî raporên ji nexweşxaneyan tên girtin yên wekî ‘nikare li girtîgehê jiyanê bidomîne’, Saziya Tipa Edlî (ATK) raporên dijberê vê didin û mafê girtiyên nexweş tên astengkirin û terkî mirinê tên kirin.
 
Di hefteyekê de cenaze li pey hev derketin
 
Girtiya bi navê Garîbe Gezer a hefteyek bû di bin îşkenceyê de bû, destdirêjî û tecawiz lê hatibû kirin li girtîgeha Kandirayê hat qetilkirin. Abdulrezzak Şuyur ê 26 sal bû girtî bû li girtîgeha Şakran a Îzmîrê,  Girtiyê bi navê Halîl Guneş yê 29 sal bu girtî bû li girtîgeha Tîpa D a Amedê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Salîh Tugruly ê li girtigehê felç derbas kir û piştre hat berdan jî jiyana xwe ji dest da.
 
Ji bo Abdullah Ocalan rojeva sereke
 
Tevî hewldanên rêxistinên mafê mirovan û saziyên civaka sivîl girtiyên nexweş nayê berdan û terkî mirinê tên kirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera salên 2013-2015’an de di hevdîtinên bi heyeta Îmralî û heyeta dewletê kir de diyar kir ku divê girtiyên nexweş yên giran bên berdan û di her hevdîtinê de rewşa wan anî ziman. Abdullah Oalan di hevdîtinan de rewşa girtiyên nexweş wek mijara ‘mirovahiyê’ girt dest û got ew jî wek ‘exlaqî’ digire dest û nêz dibe. Lê desthilatdariya AKP’ê ji bo girtiyên nexweş bên berdan tu gavê navêje.
 
‘Bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina Nîsana 2013’an de ya bi heyeta Îmraliyê re kir de wiha vegotibû: “Name ji min re tên. Li girtîgeha Şakran û Tekîrdagê peywirdarên ku pêvajoyê bi bandor dikin hene. Jixwe çarçoveya qanûnî hat avakirin. Di mijara girtiyên nexweş de divê Wezareta Dadê lez tev bigere.”
 
‘Wezîr divê erênî nêz bibe’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina Hezîrana 2013’an de jî di mutabakata pêşkêş kir de der barê rewşa girtiyan de wiha got:"Divê girtiyên nexweş bên berdan. Me çawa yên destê xwe berdan divê wezîr beg jî wisa erênî nêz bibe."
 
‘Qanûn heye’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina Tîrmeha 2013’an de jî wiha vegot: “Ji wezîr re bêjin, ji xwe qanûn heye. Çima nahêlin jiyana xwe ya dawî li derve bijîn.”
 
‘Pir şaşiyan dikin’
 
Di hevdîtina Tebaxa 2013’an de jî wiha balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û ji heyetê re got ku der barê rewşa girtiyên nexweş de agahî bidin wî û got: “Ev çi dikin gelo, ez fêm nakim. Wê cenazeyê hemûyan ji hundir derxînin. Pir şaşiyan dikin.”
 
‘AKP’ê winda kir, derfet ji dest derket’
 
Di pêvajoya ku bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, hêzên PKK’ê ji Tirkiyeyê derketin de, desthilatdariyê dîsa ji bo girtiyên nexweş gavek neavêt. Li ser vê Ocalan di îlona 2013’an de der barê mijarê de wiha nirxandin kir: “Dibêjin ên nexweş filan. Lê ev hevalên bi rûmet in. Dema min ev nêzîkatî dît, min jî vekişîn watedar nedît. Nêzîkatiyên wekî bikaranîn, îstîsmarkirin, min di xewna xwe de bidîta jî bawer nedikir. AKP’ê winda kir, derfet ji dest derxist.”
 
‘Provakasyonê dikin’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina mijdara 2013’an de jî nêzîkatiya AKP’ê ya neberdana girtiyan wek ‘provakasyon’ nirxand û wiha dirêjî dayê:"Neberdana hevalên nexweş û parlamenteran (parlamenterên HDP’ê) provakasyon e. Ji Wezîrê Dadê re bêjin, me di dema rojiyên mirinê de jî nirxandibû. Ev provakasyon e. Yanî yên van kesan bernadin, li me û we provakasyonê dikin. Divê di vê mijarê de gavê biavêjin. Divê soza xwe bînin cih. Di vê mijarê de dema hûn bi AKP’ê re diaxivin, qels dimînin, hûn provakasyon û xetereyê baş venabêjin. Ez biaxivim ez ê bêjim. Ji wan re bêjin; Yên di emniyetê de dixwazin we bixînin û yên li girtîgehan provakasyonê dikin heman in. Darbeya 7’ê Sibatê çibe, yên li girtîgehan planên provakasyonê dikin heman in. Hûn vê nabînin gelo? Suîkasta taybet jî heta îro bi van provakatoran di dewrê de bû."
 
‘Ez exlaqî nêz dibim’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina Adara 2015’an de der barê girtiyê bi navê Lutfu Taş yê ji koma Aştiyê bû jiyana xwe ji dest da, ji Musteşarê Ewlehiya Cemawerî re ev gotin anî ziman: “Herî dawî min gazî Koma Aştiyê kiribû. Lutfu Taş jî bi vê bangê hat. Di hundir de can da. Rewşa girtiyên nexweş li holê ye. Yên ku vê asteng dikin jî cemaet e. Ev lîstika cemaetê ye. Min ev rewşa muxatabiyê li ber çavan girt û min talîmata berdana dîlgirtiyan da. Ez di van têkiliyan de exlaqî nêz dibim. Lê wan hevalên nexweş jî hîna bernedane.”
 
Pirsgirêk mirovahî ye
 
Abdullah Ocalan her wiha di hevdîtina xwe de destnîşan kiribû ku rewşa girtiyên nexweş mirovahî ye û wiha dawî lê anî bû: “Rewşa girtiyên nexweş pirsgirêkek mirovahî ye. Sezerê (Ahmet Necdet Sezer) ku yê we nedieciband dema serokomariya xwe de 60 kes berda. Abdullah Gul berda. Lê di vê demê de qet tune. Ev li hember min tevgerek tolgirtinê ye. Exlaqê min yê siyasî, cidiyeta min xebata vir pêwist dike.”