Newroz Uysal: Dixwazin komkujiya li Cizîrê veşêrin

  • 09:03 15 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Newroz Uysal diyar kir ku dewlet bi zanebûn dixwaze ser dosyeyên Cizîrê bigire û got: "Dewlet hewl dide ku mirina komî ango komkujiya li Cizîrê pêk hatî veşêrin. Em li dijî biryarên dadgehê derdikevin û serlêdanên nû dikin lê belê carek din serlêdanên me tên redkirin. Lê divê bê zanîn ku hewldanên me yên hiqûqê dê bidomin." 
 
Di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê qedexeya derketina derve hat îlankirin û qedexe di 2’yê adara 2016’an de bi dawî bû. Di nav 79 rojan de li dijî wehşetê dîrokeke berxwedanê hat nivîsîn. Çend dîrokeke bi êş hat nivîsin jî rastiya desthilatariyê ya ku bi salan li ser tevahiya vê erdnegariyê bi veşartî dihat kirin bi zelalî derket rûyê erdê. Parêzer Newroz Uysal, ji ajansa me re behsa binpêkirina mafan, binpêkirina qanûnan û helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir. 
 
Newroz, anî ziman ku ji bo Cizîr fêm bikin pêvajoya 2015 û 2016’an giştî divê bigirin dest û got: “Di salên  2015-2016’an de li navçe, tax û gundan qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û ev qedexe carna bi rojan, bi hefteyan û carna jî bi mehan berdewam kir. Di bin navê qedexeya derketina kolanan de her çiqasî karekî îdare xuya bike jî, lê di rastiyê de diyar dike ku operasyon çalakiyeke leşkerî ye."
 
‘Qedexeya derketina li kolanan hat îlankirin’
 
Newroz, da zanîn ku li Cizîrê qedexe di 4’ê îlonê û 12’yê îlona 2015’an de hat îlankirin û wiha axivî: "Di wê pêvajoyê de 21 kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn. Hemû kesên ku di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku bûn hedefa sekvanan jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de pitika 35 rojî û mirovên 75 salî yên kal û pîr jî hebûn. Heta dema ku jê re tê gotin serdema duyemîn, dewletê ji carekê zêdetir qedexeya derketina kolanan  îlan kir. Di vê pêvajoya qedexeya dewletê de bi sedan kes hat binçavkirin. Kesên ku birîndar bûn hebûn.”
 
'Qonaxeke nû dest pê kir'
 
Newrozê, destnîşan kir ku qonaxa nû pêvajoya qedexeya derketina derve ya di navbera 14'ê kanûna 2015 'an û 2'yê adara 2016'an hatî îlankirin û 79 rojan dom kiriye û wiha bi lêv kir: “Di esasê xwe de vê pêvajoyê de da nîşandan ku dewlet weke mîladê an jî di sînorê herî jor de amadekarî kiribûn. Ji ber ku îlana qedexeya di demek gelek kurt de pêk hat. Piştî qedexe hat îlankirin û şûnde bi awayek cidî çekên giran li girên bilind ên li dora Cizîrê hatin bicihkirin. Topbaraneke ku tevahiya navçeyê bigire nava xwe pêk hat.”
 
‘Gelek kes jiyana xwe ji dest da’
 
Newrozê, bi bîr xist ku 79 rojan şêniyên Cizîrê bê ceyran, bê av û bê xwurek man û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şênî ji mafê tenduristî û pêdiviyên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin. Li vir şerek giran hat meşandin. Di vê pêvajoyê de nêzî 200 hezar mirov bi neyînî bibandor bûn û ligel ne teqez e jî lê nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan û ev tenê kesên sîvîl bûn. Ji hêzên dewletê çend kesan jiyana xwe ji dest dane heta îro jî em nizanin. Ji ber ku tu mekanîzmayên dewletê di vê derbarê de daxuyaniyek zelal nedaye raya giştî. Di van 79 rojan de gelek kesên ku bûne hedefa sekvanan jiyana xwe ji dest dan çêbûn. Ji ber bombardûmana dewletê guleyên ku li xaniyan ketin bûn sedema birîndariya gelek kesan. Dîsa kesên ducanî û yên di dema welidandinê pitikên wan ji ber çûn. Bi sedan mal û xanî hatin hilweşandin."
 
'3 jêrzemîn...'
 
Newroz, daxuyand ku komkujî û jenosîda ku di bîra şêniyên Cizîrê de weke "jêrzemîn" hatî îfadekirin pêkanînek ku tew di cîhanê de tiştên wisa nehatine dîtin ku sûcê mirovahiyê ye hat jiyîn û wiha dom kir: "Sê navnîşanên cuda yên jêrzemînan hebûn. Dewletê ev bi zanebûn pêk anî. Mehmet Tunç, Mehmet Yavuzer û Derya Koç çend caran derketin ser ekranên televîzyonan û navnîşanan diyar kiribûn. Di derbarê vê de di komeleya me ji bo tevdîran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da lê mixabin ev mirov nehatin rizgarkirin. Komkujiya ku di van her sê jêrzemînan de hatî pêkhatî û bi taybetî komkujiya jêrzemîna yekemîn de pêk hatî bû sedem ku bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest bidin.”
 
'Ji bo tedbîr girtinê serî li DMME'yê dan' 
 
Newrozê, nîşanda ku ev pêvajoya hiqûqî ya ku dabeşî du beşan dibe ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê pêvajoyek dabûn destpêkirin û piştî komkujî pêk hatî jî pêvajoyek din hat destpêkirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ew navnîşanên ku hê komkujî pêk nehatî, yanî hê dema ku gelek kes birîndar, jihalketî û hinekan jiyana xwe ji dest dabûn de, ji meha çilê û pêde di wê pêvajoyê de çend caran ji bo tevdîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn. Ji bo mafê xwegihiştina tendirustîyê, sekinandina bombebaranê û derxistina kesên di wan jêrzemînan de serîlêdan çêbûn. Dadgeha Destûra Bingehîn ev serîlêdanên tevdîrê red kir. Li ser redkirina Dadgeha Destûra Bingehîn serîlêdan ji bo DMME hatin kirin. Di serîlêdanên ji bo Dadgeha Destûra Bingeha Tirkiyeyê û DMME hin biryarên qebûl kiribûn hebûn.”
 
'Ligel biryara DMME welatî jiyana xwe ji dest dan' 
 
Newroz, wiha behsa encama serlêdanan kir: "Di encama serlêdana me de DMME biryar da ku divê ew kes bikaribin xwe bighînin tendûristiyê û dewlet mecbûre van kesan ji navnîşanên ku lê dibînin derxîne. Lê tevî van tedbîran jî ji 8 kesên ku derbarê wan de biryara tedbîrê hatibû dayîn, tenê Helîn Oncu hatibû derxistin. Ên din jî bi heman awayî jiyana xwe ji dest dan. Ligel biryara tedbîrê ya DMME, di sê jêrzemînan de welatiyan jiyana xwe ji dest da. Dîsa di êvara 5’ê sibata 2016’an de nûçeya TRT’ê bi jêrnivîsekê ve weke skandal belavkiribû û gotibû ‘Li Cizîrê di navnîşanekê de 60 terorîst hatin kuştin’. Piştî vê derketibû holê ku kesên di jêrzemînan de hatine qetilkirin. Sibeha heman rojê ev nûçe paşve hat kişandin û dewletê ev nûçe înkar kir. Ji xwe piştê wê di 2’yê adarê de qedexe rabû. Di vê pêvajoyê de mixabin me dît ku cenazeyên van kesan li morgên nexweşxaneyên Mêrdîn, Silopî, Riha, Dîlok û Cizîrê hatin belavkirin."
 
'Cenaze nedihatin nasîn...'
 
Newroz da zanîn ku di vê pêvajoyê de ne parastina mafê jiyanê, ne gihandina wan a tendûristiyê û ne jî rizgarkirina van kesan, berpirsyariya pêvajoyeke hiqûqî pêk nehat û wiha axivî: "Piştî ku ev mirin pêk hatin jî otopsî û radestkirina cenazeyên van kesan ji bo malbatên wan mirov dikare bi rastî weke trajediyeke mirovî bi nav bike. Wê demê dewletê rêvebiriya tiba edlî guhert û got cenazeyên ku nehatine wergirtin di nava 15 rojan de li goristana bêkesan de bê definkirin. Gelek cenaze ji ber şewat û gûlebaranê nedihatin nasîn û li goristana bêkesan hatin definkirin.  Di vê pêvajoyê de gelek malbat ji bo ku zarokên wan li goristana bêkesan neyên definkirin neçar man biçin nexweşnaxeyan û teşhîs bikin.”
 
‘Dewletê xwest komkujiyê veşêre’
 
Newroz, got ku divê pêvajoyê de cenaze radestî malbatan nehatin kirin û wiha diyar kir: "Çend malbat daneyên xwînê dan Dezgeha Tiba Edlî jî cenaze nehatin dayîn. Her wiha 14 kesên ku nasnameyên wan diyar in jî radestî malbatan nehat kirin. Li gorî Peymana Mafê Mirovan a Navneteweyî, divê dewletê li gorî qanûnên xwe lêpirsîneke bi bandor bikira. Stûna herî girîng jî lêkolîna hêzên ewlehiyê bû. Lê tevî komkûjiya ku hatiye jiyîn jî dozgeriyê ji bo her kesî ku jiyana xwe ji dest dane lêpirsînên cuda cuda da destpêkirin û daxwaza me ya yekirina dosyayê jî hat piştgûh kir. Hewl da ku mirina komî ango komkujiyê veşêre û her mirinek wekî mirinek yekane girt dest. Di dosyeyê de ne ji hêzên ewlehiyê, ne leşker, ne ji polîs û ne jî kesên ku tevlî operasyonê bûne îfade nehat girtin. Tişta ku hatiye kirin ew e ku di hin dosyeyan de, tenê di dosyeyen mûştekiyan de bang li malbatan hatiye kirin û wan guhdar kirine û ji bo wan bi tenê lêgerîna delîlên qanûnî hatine kirin. Îfadeyên hin şahidên veşartî û eşkere kirin dosyeyan. Ji bo kesên jiyana xwe dest dan tişta ku hat kirin bi tenê li dijî wan komkirina delîlan bû û wek ‘endamên rêxistinê’ hatin nîşandan.”
 
‘Tiştên ku li Cizîrê hat jiyîn bêhiqûqî bû’
 
Newroz, destnîşan kir ku wek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), piştî salên 2015 û 2016’an hewl dane mûdaxîlê derqanûniyan bin û ev tiştan got: “Serdanên me pêk hatin û me rapor weşandin. Di qedexeya yekemîn a Cizîrê de, di destê me de 21 dosye hene û em wan dişopînin. Ji qedexeya duyem jî heta niha 122 dosye hene. Di van dosyeyan de ji bilî raporkirina komeleyê, em xebatên xwe yên lêpirsînê jî dimeşînin û îtîrazên pêwîst dikin û elbet hewl didin pêvajoyên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME dişopînin. Di mertebeyên destpêkê de di pêvajoya radestkirina cenazeyên malbatan de me xebatek aktîf meşand. Di pêvajoya qanûnî de, ji ber biryarên ku di mertebeyên lêpirsîn û dozgeriyê de an jî mertebeyên lêpirsîna dadgeha îdarî de hatine dayîn, em pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn dişopînin.”
 
‘Bi îfadeyên şahidên nepen biryar nayê dayîn' 
 
Newroz, wiha behsa helwesta dewletê kir: "Bi taybetî dewletê komkujiyê weke mirina tekane nirxand. Di 79 rojan de çibû û lêpirsînek giştî nehat meşandin. Dozgeriyê bûyerê weke mirinek tekane nêrî û wekî bûyerek asayî nirxand. Ya ku ji xwe re esas girtin ev bû; berê dosyeya vê kesê hebû, têkiliya malbatan bi rêxistinê re heye an na? Her wiha ev kesên ku çawa jiyana xwe ji dest dane di rapora Saziya Tiba Edlî de jî bi awayek hûrgûlî cih nagire. Dozgerî nêzî tu lêkolînek nebû ku kesên jiyana xwe ji dest dane çawa jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku di wê pêvajoya qedexeyê de li wir cih girtine wek ‘endamên rêxistinê’ û ‘alîkariya rêxistinê kirine’ dît. Dewlet kesên hatine kuştin wek şoreşger nîşanda û vê rewşê wek ‘parastina rewa' qebûl kir. Lê belê li gor qanûnên Tirkiyeyê jî mirovak nikare bêje ku ‘mirinek bi pîvan.’ Çekên giran hatin bikaranîn û tu kes nikare wek mirina pîvan îdîa bike. Ev biryar bêyî lêkolîn bê kirin, bi îfadeyên şahidên nepen hatiye dayîn û jixwe me îtîrazê vê biryarê kir." 
 
‘Dixwazin dosyeyan bigirin’
 
Newroz, derbarê biryarên 122 dosyeyên ku hatine dayîn de ev tiştan anî ziman: “Ji 122 dosyeyên ku em dişopînin ji derbarê 99 dosyeyan de biryara ‘bêşopandinê’ dayîn. Derbarê 9 dosyeyan de jî biryara ‘lêgerîna daîmî’ hat dayîn. Dewlet dixwaze ser dosyeyan bigire û ji bo ku kiryar neyên dîtin li bexwe dide. Li dijî van biryaran serlêdanên ku em dikin jî ji aliyê dadgehê cezayê sûc ve tê redkirin.”
 
‘DMME dosyeyên me qebûl nekir' 
 
Newroz, diyar kir ku ji bo welatiyên di jêrzemînan de bên derxistin serlêdanên ku li DMME hatine kirin û DMME berê wan daye Dadgeha Destûra Bingehîn û wiha pêde çû: “Lê belê dema Dadgeha Destûra Bingehîn ev biryar red kir, DMME di dawiyê de biryar qebûl kir. Lê belê ev biryara tedbîrê nehat pêk anîn. DMME dosyeyê negirt û daneşîna dozê Mijdara 2018’an da. Li DMME daneşîna dozê hat dîtin û tevlî lêkolîna qebûl kirinê bûn. Di wê pêvajoyê de me anî ziman ku pêvajoya hat jiyîn dewletê bi zanebûn û bi awayek sîstematîk amadekiriye û bi zanebûn wan mirovan qetil kiriye. DMME biyar da ku ew di wê baweriyê de ye ku Dadgeha Destûra Bingehîn hîn jî dikare biryarek bi bandor bide û ew Dadgeha Destûra Bingehîn wekî çareseriyek navxweyiya hiqûqê dibîne, ji ber vê yekê di dosyayên me de biryara nayê qebûl kirin da.”
 
Ji bo cenazeyên winda tu pêşketinek tuneye
 
Newroz, destnîşan kir ku otopsiyên kesên di dema qedexeya derketina kolanan ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane li yek navendê nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî bi awayek zanebûn hat kirin. Hin encamên DNA’yê di hefteyekê de û yên hinek dinê jî bi mehan diyar dibû. Ji hîn malbatan re dereng agahî hat dayîn. Her wiha malbatên ku xwîn dane û hîn cinazeyên wan nehatine dîtin jî hene. Ji ber vê yekê em serlêdanan dikin, ji bo ku cenaze bên dîtin. Lê belê hîn tu pêşketin tuneye.”
 
‘Li ser jêrzemînan TOKÎ hatin çêkirin...' 
 
Newroz, bal kişand ser TOKÎ’yên ku piştî rakirina qedexeya derketina kolanan hatin çêkirin û wiha bi lêv kir: “Li taxa Cûdiyê sê cihan jî TOKÎ hatin çêkirin. Ji bo ku ew hafiza komkûjiyê bidin ji bîr kirin bi bîlbordan reklamên TOKÎ'yan hatin kirin. Ev sê jêrzemînin ku komkujî hatin jiyîn û TOKÎ hatine çêkirin niha. Piştî ku xaniyên wê cihê hatin hilweşandin, di kolandina TOKÎ yan de di bin înşaatê de çend cenaze derketin holê. Lê hîn 14 cenaze windane.”
 
‘Serlêdanên me yên îtîrazan jî hatin redkirin’
 
Newroz, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest dane hemû ne hemwelatî û şêniyên wê ne. Wê demê ji gelek cihan gelek kes hatibûn. Di nav van de xwendekarên zanîngehê jî hebûn. Dewlet ji bo ronîkirina komkujiyê û berpirsyariya hiqûqî bi cih neanî û lêkolînek aktîf neda meşandin. Berovajî vê, ji bo mirina van kesan veşêre û dosyeyan bigire di nav tevgerê de ye. Heta niha serlêdanên me yên îtîrazan jî hatin redkirin. Dosye niha li ber DMME ye. Li gor biryara DMME em ê carekedin lêpirsîn bidin destpêkirin.”