'Sûcên mirovahiyê û binpêkirina mafên li Efrînê didomin'

  • 09:01 14 Kanûn 2021
  • Rojane
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Xizma Fîdan Bîlel a ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hat revandin û cezayê mirinê lê hat birîn, Erîfe Bîlel derbarê Fîdan Bîlel û Wîsal Henan ên rewşa wan xirab e de ev tişt anî ziman:"Fîdan Bîlel û Wîsal Henan divê bên rizgarkirin. Ji ber ku bê sûc cezayê mirinê li wan hatiye birîn. Sûcên mirovahiyê û binpêkirina mafên li Efrînê didomin. Ji sûcên mirovahiyê û binpêkirina mafan ên li dijî jinan re êdî bes e."
 
Li Efrîna ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne revandina jinan û binpêkirina mafan berdewam dikin. Her roj dewleta tirk û komên girêdayî wê sivîlan ber bi cihên ne diyar ve direvînin. Piranî ji wan kesên ku ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin ji ber îşkence û tundiya li wan hatiye kirin, jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî jî di dema dewleta tirk û komên girêdayî wê Kantona Efrînê kirin bin kontrola xwe bi hezaran jin û zarokan ji ber hovîtiyê jiyana xwe ji dest dan. Fîdan Bîlel, Wîsal Henan, Mewlûde Nuiman û Silêman Nuimam nêzî salek û nîv e ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin. Di dîroka 30'yê Gulana 2021'ê de li dadgehê cezayê mirinê li Fîdan Bîlel, Wîsal Henan, Mewlûde Nuiman û Silêman Nuiman hat birîn. Piştî wê li zindana Raî di encama îşkenceyan de Mewlûde Nuiman û Silêman Nuiman jiyana xwe ji dest didin. Lê rewşa Fîdan Bîlel û Wîsal Henan gelek xirab e. Di derbarê vê mijarê de xizma Fîdan Bîlel, Erîfe Bîlel a ku li Şehbayê dimîne ji ajansa me re axivî.  
 
'Dewleta tirk a dagirker li Efrînê jinan direvîne'
 
Erîfe Bîlel a ji gundê Qudeyê yê navçeya Recoyê ya Efrînê ye derbarê girtina Fîdan Bîlel de wiha got:"Fîdan Bîlel a 22 salî ya ji Gundê Qudeyê yê navçeya Recoyê ye û ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye revandin keça pismamê min e. Keça Emîne û Ednan Bîlel e. Piştî ku bajarê Efrîn û gundewarên wê bi temamî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat dagirkerin binpêkirina mafan qewimîn. Wê demê me berê xwe da Kantona Şehbayê. Em û malbata Fîdan Bîlel bi hev re ji Efrîna dagirkirî derketin û me berê xwe da Şehbayê. Piştî çend mehan Fîdan Bîlel û malbata wê berê xwe didin bajarê Helebê. Li wê derê jî demeke kin dimînin. Piştre Fîdan tev malbata xwe vedigere Efrîna dagirkerî. Fîdan dema vedigere Efrînê piştî demeke kin bi sûcê 'karê terorê' ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê girtin. Piştî revandina Fîdanê, dayik û xwişka wê ya biçûk du mehan di zindanên dagirkeran de tên girtin. Piştî du mehan dayika Fîdanê û xwişka wê tên berdan."
 
'Rewşa Fîdanê gelek xirab e'
 
Erîfeyê da zanîn ku reşwa Fîdanê û hevalên wê ji ber îşkenceyê ne baş e û wiha dom kir:"Piştî 6 mehên revandina Fîdan Bîlel, di dîroka 17'ê Kanûna 2019'an de Fîdan û hevalên wê yên ku bi heman sûcî hatine girtin, dibin Niyaba Giştî ya li Ezazê. Li wê derê di dadgehê de cezayê mirinê li Fîdan Bîlel, Wîsal Henan, Mewlûde Nuimen û Silêman Nuiman tê birîn. Li zindana Raî her roj qêrîna Fîdan Bîlel û hevalên wê ji ber îşkence û tundiyê ber bi ezmanan ve diçe. Metirsiyek mezin li ser jiyana Fîdan û hevalê wê heye. Her roj bi hezaran jinên mîna Fîdan di zindanên dagirkeran de îşkence, tecawiz û tundî li wan tên kirin."
 
'Ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin'
 
Erîfeyê diyar kir ku ji ber tundî û îşkenceyê jin dikevin nava rewşeke xirab û hinek jî jiyana xwe ji dest didin û wiha dom kir:"Wek ku me dît di encama îşkenyê de jina bi navê Zelûx Omer a gundê Etmana hişê xwe winda kir. Dîsa mînaka herî ber bi çav jî Mewlûde Nuiman û Silêman Niuman ên ku bi Fîdanê re di zindanê de hatibûn girtin e. Ji ber tundî û îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Li hember van kiryarên dewleta tirk a dagirker cîhanê xwe ker û lal kiriye. Ev çar sal in li Efrîna dagirkerî rojane jin û zarok bê sûc tên revandin, kuştin û tecawizkirin. Hemû cîhan û dewletên navneteweyî û mafê mirovan li hember van sûcên dewleta tirk a dagirker bê deng in û çavên xwe jê re girtine."
 
'Divê bi lez Fîdan û hevalên wê werin rizgarkirin'
 
Erîfeyê di dawiyê de bangawazî kir ku bi lez Fîdan Bîlel û hemû jinên ku di zindanên dagirkeran de tên girtin werin rizgarkirin û wiha bi dawî kir:"Ev kiryarên ku dewleta tirk a dagirker li Efrînê di derheqê sivîlan de pêk tîne, li dijî pîvanên mirovahiyê ne. Daxwaza min ew e ku cezayê mirinê yê li ser Fîdan Bîlel û hevalên wê bê rakirin. Bangawziya min ji hemû dewletan û bi taybet ji rêxistinên mafê mirovan re heye ku bi lez Fîdan Bîlel û bi hezaran jinên mîna wê yên di zindanên dagirkeriyê de tên girtin, werin rizgarkirin. Ji  ber ku tu sûcên wan tune ye û ev yek li dijî qanûnê ye. Ji binpêkirinên mafê jinan re êdî bes e."