Dijmin me nakuje, em bixwe xwe dikujin

  • 09:12 11 Kanûn 2021
  • Ji Pênûsa Jinan
"Garîbe teslîmiyetê qebûl nekir, li hember pergala baviksalarî, modernîteya kapîtalîst çanda berxwedan û azadiyê pejirand ji ber vê hat qetilkirin. Ev yek eşkere ye û tu gumana vê yekê jî nîne. Ji ber jina berxwedêr Garîbe li hember tevahî sepandinên dij mirovî û bê exlaq xwe radest nekir û bi exlaqê şoreşgertî tevgeriya û bû xwedî sekna jina azad." 
 
Gulan Avrêl
 
Her ku em agahiyek dibihîzin dibe ax-waxa me. Lê ax-waxek bê çare, bê feyde, ji bê çaresertiyê. Ji xwe di demek şûnde êdî em dielimin. Ji xwe elimandin rêbazê herê xirab yê qirkirinê ye û hêdî hêdî bi xwe  tunekirinê ye. Di nava ewqas derfetan de bê derfetbûyîn, nava dewlemendiyê de feqîrbûyîn. Tişta paradoks çî ye, ji bo têkoşîn û berxwedanê derfetên pir mezin hatine avakirin, zanistiyek weke deryayê kûr û bêbin hatiye destxistin, rastiya dijmin pir baş nas dikin lê çima bêdeng dimînin, rêbazên têkoşîn û berxwedaniya xwe de qels dimînin, çima dibin temaşevan, guhdarvan û li bendê dimînin? Ango rola sê maymuna dileyîzin. 
 
Qetîlkirina jinan ji qetîlkirina her tiştî xirabtir e. Ji xwe bi qetilkirina jinê re her tişt tê qetilkirin. Jiyan, çand, nasname, civak, hebûn, heyîna mirov, rihê azad…
 
Kuştina jinan kuştina jiyanê ye. Pergala baviksalarî neyarê jin û jiyanê ye. Bi taybetî jî jina azadîxwaz, berxwedêr, têkoşînvan, teslîmiyetê qebûl nakin, li hember pergala wê serî natewîne. 
 
Yek ji wan jinên berxwedêr, têkoşînvan jî Garîbe Gezer e. Garîbe teslîmiyetê qebûl nekir, li hember pergala baviksalarî, modernîteya kapîtalîst çanda berxwedan û azadiyê pejirand ji bo wê hat qetilkirin. Ev yek eşkere ye û tu gumana vê yekê jî nîne. Ji ber jina berxwedêr Garîbe li hember tevahî sepandinên dij mirovî û bê exlaq xwe radest nekir û bi exlaqê şoreşgertî tevgeriya û bu xwedî sekna jina azad. 
 
Dijmin di şexsê Garîbe de xwast îradeya jina azad û ya civaka kurd bişkîne û têkbibe. Bi qetîlkirina jina kurd re û bi giştî jinan re dixwaze civakê dîlbigre û bê îrade bike. Ev yek jî şêwazekdin yê qirkirinê ye. Dewleta faşîst ya tirk xwe li hember sekna bi hêz ya jina berxwedêr Garîbe negirt. Garîbe bi hêza xwe ya cewherî û bi îradeya xwe ya azad li hember bergala baviksalarî û aqlê zilamê serdest bû xwedî sekna jina azad. Di rastiya xwe de qetilkirina Garîbe qetilkirin û qirkirina hişmendiya netewa demokrasiyê ye. 
 
Jina berxwedêr bi her awayî li ber xwe da, têkoşîna xwe da meşandin. Ligel hemû bê derfetiyan. Lê em yên ji derve me çikir, me seknek çawa li hember pergalê raberkir, têkoşînek çawa da meşandin li hember faşîzma dewleta Tirk û AKP-MHP. Dijmin, dijminatiya xwe dike. Dewlet ji xwe dijminê herê mezin, xedar yê jinên berxwedêr û têkoşînvan e. Dijmin ji çi cesaret digre gelo, çima ewqasî sepandinan ser me pêktîne? Em sucdar in dizanin ne? Min sernivîsa xwe kir dijmin me nakuje, em bixwe xwe dikujin. 
 
Raste me Garîbe kuşt, me xwe kuşt. Bê helwest mayîna me, bêdengiya me, sekna me, temaşekirina me kuşt. Li wir Garîbe nehat qetilkirin wir xeta jina azad hate qetilkirin sedema vê yekê jî cardin em in. Çima em têkoşîna xwe bi rêxistin nakin, çima herkes ranabe dinyayê xirab nake. Çend gotina anîna ser ziman, çend rondikan barandinê re em ê nikarin rexnedayînek rast bidin Garîbeyê. Bila Garîbe bibe sedemê di eniyekê hevbeş de tolgirtinekê bi hêz, rêxistinkirî û têkbirina pergal û hişmendiya bergala salarî. 
 
Weke jina Kurd me bi têkoşîn û berxwedanê jiyanê naskir û destxist, em ê bi têkoşîn û berxwedanê jî qezenç bikin û azad bibin. Ev yek heqîqet bi xwe ye ne tiştek xeyalî ye.