'Tu kes nikare êzidiyan tune bike'

  • 09:05 11 Kanûn 2021
  • Rojane
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Ji Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojavayê Kurdistanê Suad Hiso di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê de wiha got:"Bi salan e li dijî êzidiyan komkujî pêk tên. Niha jî dewleta tirk a faşîst her roj  pêşengên me hedef digire û dixwaze me bitirsîne. Lê bila bizanibin civaka êzidî rabûye ser piyan û em tu carî rê nadin dagirkeran ku êzîdiyan tune bikin." 
 
Di dîrokê de her tim komkujî li dijî civaka êzidî pêk hatine. Dewleta tirk dîsa hewil dide ku êzidiyan tune bike. Ji ber vê yekê dîsa carek din di 7'ê Kanûnê de êrişî Şengalê kir. Wesayita Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda hedef girt û Merwan jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê ji Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojavayê Kurdistanê Suad Hiso axivî. 
 
'Tu kes nikare êzidiyan tune bike'
 
Suadê di destpêkê de da zanîn ku ev ne cara yekem e ku dewleta tirk êrîşî êzidîyan dike û wiha bi lêv kir:"Em êrîşên deweta tirk a dagirker ên li ser Şengalê yên bu sedem Merwan Bedel şehîd bikeve, şermezar dikin. Ev ne cara yekem e ku dewleta faşîst pêşengên me hedef digire. Ji ber ku ji sala 2014'an de ji roja fermanê de heta niha her tim dixwazin êzidiyan tune bikin. Lê êzidiyan û bi taybet jinên êzidî piştî fermanê xwe bi rêxistin kirin. Êzidiyan ji nû ve hêza xwe ava kirin. Ev nehat hesabê dijmin loma jî êrişî Şengalê dikin. Dewleta faşîst a tirk her tim planên xwe li hember êzidiyan dimeşînin. Wek lihevkirina di 9'ê cotmehê de. Wê demê xwestin vîna êzidiyan bişkînin. Çawa ku dagirkeran beriya vê pêşengên me Saîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Mam Zekî bi planê xwe yên qirêj şehîd xistin niha jî dixwazin dewamiya vê yekê bînin. Ev plan li ser Merwan Bedel jî meşandin. Lê belê civaka êzidî rabûye ser piyan û em tu carî rê nadin dagirkeran ku êzîdiyan tune bikin." 
 
'Dewleta tirk a dagirker ji hêza êzidiyan ditirse'
 
Suadê diyar kir ku ew wek jinên êzidî wê bi hêza xwe li hember dewleta tirk bibin bersiv û wiha dom kir:"Em wek jinên êzidî li ser şopa şehîdên xwe dimeşin. Îro bi hedefgirtina pêşengên me, em talan nabin. Lê belê berovajî wê tola me mezintir dibe. Em ê rojane li qada bin û xebat bikin. Bi fikir û felsefa Rêber Apo civaka êzidî gihaşt vê asta serkeftinê. Em jî wek jinên êzidî bi her awayî xwe perwerde dikin û bi rêxistin dikin. Em tu carî rê nadin dagirkeran ku êzidiyan tune bikin. Dîroka me hemû ferman e, lê niha êzidî ne wek berê ne. Her kesek dixwaze me tune bike lê em ê li hember wan bibin bersiv. Em ê li berxwe bidin û xwe bigihêjin her jinek êzidî ya bindest. Dewleta tirk a dagirker ji hêza me ditirse, êrîşî me dike. Hêza me tu carî nayê şikandin. "