'Em tu carî dev ji ax û gundê xwe bernadin'

  • 09:02 7 Kanûn 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX – Welatiyên gundê Setkarê yên Elkê ku di salên 80’yî de ji aliyê hêzên dewletê ve ji gundê xwe hatin koçberkirin ji bo ku dev ji axa xwe bernedin li jêra gund ji xwe re gundekî nû yê bi heman navî ava kirine. Şêniya gund Heybet dibêje ku ew tucarî dest ji axa xwe bernadin.  
 
Di salên 80 û 90’î de li Kurdistanê bi hezaran gund û bajarok hatin valakirin şêniyên wan hatin koçberkirin û gund hatin şewitandin.  Îro jî li herêmê heman polîtîkayên dewletê berdewam dikin. Dewleta ku di wan salên derbasbûyê de gund dişewitanandin û vala dikirin îro jî zextên xwe li ser herêmê berdewam dike. Dewlet bi HES'ên ku çêdike û bi şewata daristanan re dixwaze careke din vê herêmê bê mirov bihêle. Lê şêniyên herêmê her li ber xwe dane û axa xwe neterikandine. Ji van gundan yek jê jî Gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkêya Şirnexê ye. 
 
Heybet Temel (60) a li gundê Setkarê dijî û li gel koçberkirinê axa xwe neterikandiye derbarê zextên dewletê û serpêhatiya gundê xwe de axivî. 
 
‘Em di nav aramiyê de bûn’
 
Heybet, di serî de bahsa jiyana xwe ya li gund a berê kir û anî ziman ku jiyana wan li gund gelek xweş bûye û wiha berdewam kir: “Jiyana me berê gelek xweş bû. Em bi gundiyên xwe re di nav aramiyê de dijiyan. Me jinan bêrîvanî dikir. pezê me hebû û me xwedî dikir. Baxceyên me hebûn. Me zebze û fêkî diçinî. Me debara xwe tim bi hatiniya ji xwezayê û bi keda xwe dikir . Jiyana berê zehmet bû, lê belê gelek xweş û aramtir bû. Navbera me û gundiyên vê derê gelek baş bû. Cîranetiya me gelek xweş bû.”
 
 Du caran ji gund hatin derxistin
 
Heybet,  dazanîn ku ew ê tu carî zilma dewletê ji bîr nekin, ew roj wekî rojên reş bi bîr anîn û wiha berdewam kir: “Zilma li ser gundê me ji salên 80'yî ve hat destpêkirin. Di sala 1988’an de dewletê bi ser gundê me de girt û got an hûnê bibin cerdevan û an jî hûnê gund terk bikin. Lê me cerdevanî qebûl nekir. Wê demê li gel jin û zarokan hemû kesên li gund bi êrîşa dewletê  re rûbirû man û ji neçarî me gund terikand. Dema em derketin ji ber zilmê me tu tiştek li gel xwe nebir.  Lê me nexwast ku em biçin bajarên Tirkiyeyê û dev ji axa xwe berdin. Ji ber vê jî em hatin li jêra gundê xwe me gundekî nû ava kir. Navê gundê me Sedkar e. Li vî gundê me ji nû de xanî û baxçe çêkirin. Lê dewletê li vir jî rehetî neda me. Li gel hemû zextan heta dawiya sala 1993’an em li vir jiyan û piştre vê carê me berê xwe da gundê Gelejêrê. Em nêzî salekê jî li vî gundî man lê ji ber ku sar bû zivistanê berf lê zêde dibarî û zextên cerdevanan di sala 1995’an de careke din me berê xwe da gundê xwe yê Setkarê. Em li ax û gundê xwe xwedî derketin. Cerdevanên gundên din gelek caran xwestin ku me ji vir jî koçber bikin lê me gundê xwe neterikand.”
 
‘Zilm berdewam dike’
 
Heybetê, destnîşan kir ku ji wê demê vir ve jî dîsa zilma dewletê li ser wan berdewam kiriye û wiha pêlda axaftina xwe: “Hikûmetê her roj bi ser gund û malên me de digirt. Hevjîn û zarokên me dikirin bin çavan û dihatin girtin. Li tevahiya me gundiyan îşkence dikirin. Cerdevan û leşkeran îşkence li zarokên me dikirin. Li vî gundî cerdevan tune ne. Bi tenê em malbatên welatparêz hene. Di salên berê de gund û xaniyên me dişewitandin, niha jî her sal havînê daristanên me dişewitînin. Gelek caran daristanên gundê me jî hatin şewitandin. Zilma dewletê tu carî bi dawî nebû hertim berdewam dike. Lê em ê tu carî li hember zilmê serî netewînin. Em niha li gund jiyana xwe didomînin û debara xwe bi sewalkarî û çêkirina baxçeyan dikin.”
 
‘Em tu carî dev ji axa xwe bernadin’
 
Heybetê, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê tu carî dev ji axa xwe bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta ku hat serê me, em naxwazin bê serî tu kesî. Wan deman xew li me hesret bû. Heta mirinê em dev ji axa xwe bernadin. Bi tirsandinê dê nikaribin me ji gund derbixin. Em bang dikin hemû kesên ku ji gundê xwe hatine koçberkirin bila vegerin. Gelek tişt hatin serê me lê me dest ji axa xwe berneda. Axa me ji bo me pîroz e. Em ê heta dawî xwedî lê derbikevin.”