'Çavên me li benda cenazeyên zarokên me ne'

  • 09:01 5 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Çalakiya li Deriyê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazayên gerîlayên li Xelîfanê di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan di roja 62'yan de didome. Li gel çalakiya ku dewam dike Dayikên Şehîdan ên li Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin ku cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bên kirin. Dayikan helwest û daxwazên xwe anîn ziman û gotin: "Em piştgiriya dayikên şervanan dikin. Êşa me hemiyan yek e."
 
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîlfanê di kemîna hêzên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan, di roja 62'yan bi biryarî dewam dike. Lê heta niha Partiya  Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxwazên dayikan nedaye. Dayikên ku niha li Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin daxwaz û helwestên xwe bi ajansa me re parve kirin. 
 
'Çavên me li benda cenazeyên zarokên me ne'
 
Dayika cangoriyê azadiyê Mahîr, a 60 salî Siltan Elî ya ji navçeya Recoyê ya ji Efrînê da zanîn ku ew piştgiriya dayikên li ber deriyê Sêmalkayê dikin û wiha anî ziman:"Em piştgiriya çalakiya konvedanê ya li Deriyê Sêmalkayê dikin. Êdî bes e ji îxaneta PDK'ê re, bila PDK cenazeyên şervanan radestî malbatan bikin. PDK cenazeyên me vedişêre û êrîşî gerîlayên me dike. Em bi tundî PDK'ê şermezar dikin. Em jî dayikên şehîdan e, me jî cenazeyên zarokê xwe nedîtine. Êşa dayikên ku li Deriyê Sêmalkayê li benda cenazeyên zarokên xwe ne êşa me hemiyan e. Çavên me  li benda cenazeyên zarokên me ne."
 
'Em zarokê xwe bi tilîliyan oxir dikin'
 
Siltanê di dawî de daxwaz kir cenazeyên şervanên ku di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan bên kirin û wiha bi dawî kir:"PDK cenazeyên şervanan radestî malbatan nake, bi vê yekê pîvanên mirovatiyê binpê dike. Em ji wan dayikên şervanan re yên ku 62 roj in li berxwe didin dibêjin, em hemû dayik ji dil, rih û can li kêleka we ne. Weke dayik daxwaza me ji Rêveberiya Kurdistanê ew e ku daxwazên dayikan pêk bîne. Cenazeyên zaroken me radestî me bike. Ji ber ku em zarokê xwe bi tilîliyan oxirî axê dikin. Min gora zaroka xwe nedît. Ji ber wê niha ez wek dayikek kurd dibêjim bila tu dayik êşa zarokê xwe nejî."
 
'Çima PDK cenazeyan radestî malbatê nake?'
 
Dayika cangorî Sozan a 75 salî Sewliyê Yosêf a ji navçeya Mabetayê ya Kantona Efrînê di derbarê heman mijarê de axivî û wiha vegot: "Keça min Sozan di sala 1993'yan de tevlî karwanên şehîdan bû. Ez silavên xwe ji kantona Şehbayê heta deriyê Sêmalkayê ji dayikên şarvanan re bi rê dikim. Em PDK'ê şermezar dikin. Ji ber ku şervanên me bi kemînekê şehîd xistin û niha jî cenazeyên wan radestî malbatê nakin. Çima PDK cenazeyan radestî malbatê nake, ma ew ê çi ji cenazeyên şervanan bike? Ew ne tenê ji hêza me ditirsin, ew heta ji cenazeyên me ditirsin. Ji ber vê yekê êrîşî me dikin û em ji cih û warê me koçber kirin. Êşa wan dayikan êşa me hemiyan e."
 
'Em ê wek dayikên şehîdan heta dawiyê li berxwe bidin'
 
Sewliyê diyar kir ku ew heta kêliya dawî piştgiriya çalakiya Deriyê Sêmalkayê dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Em piştgiriya çalakiya Deriyê Sêmalkayê dikin. Ev 62 roj in dayikên şervanan di nava çalakiyan de ne, li ber Deriyê Sêmalkayê li berxwe didin. Ji PDK'ê re êdî bes e! Hûn ê heta kengî îxanetê bide meşandin. Divê cenazeyên şervanan radestî malbatê bên kirin. Em ê wek dayikên şehîdan heta dawiyê li berxwe bidin û tola zarokên xwe hildin."
 
'Wê rojek were ji PDK'ê hesabê van sûcan bê pirsîn'
 
Dayika cangorî Şakêr û Heyder a 72 salî Medîn Seydo ya ji Gundê Heyatê ya navçeya Mabetayê ya kantona Efînê PDK şermezar kir û wiha got:"Min cenazeyên zarokên xwe nedîtin. Min gelek daxwaz dikir ku ez cenazeyên şervanên xwe werbigirim, lê derfet tune bû. PDK îxanetê li gelê kurd dike. Xwezî em nêzî dayikên li Deriyê Sêmalkayê bana. Ji bo ku em tevlî çalakiya wan bibana û me bi hev re êşên xwe parve bikira. Rast e em ji wan dayikên şervanan dûr in, lê belê dil û canê me li gel wan e. PDK cenazeyên şervanan radestî malbatan nake. Ji ber ku ditirse îxanet li ser wan îspat bibe. Îxaneta PDK'ê ya herî mezin ew e ku şervanên me li herêma Xelîfanê bi kemînekê şehîd xistin. Wê rojek were ji PDK'ê hesabê van sûcan bê pirsîn."
 
'Heta em cenazeyên zarokên xwe bigirin em ê li berxwe bidin'
 
Medînê daxwaza radestkirina cenazeyên şervanê azadiyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em PDK'ê bi tundî şermezar dikin. Em piştgiriya dayikên şervanan dikin. Heta dilopek xwîn di canê me de heye em ê li berxwe bidin. Her wiha wê her tim  çavên me li  zarokên me bin. Ji ber ku em dayik in bi salan e em hem li hember îxanetê û hem jî li hember dijmin li berxwe didin. Niha jî em li berxwe didin. Heta em cenazeyên zarokên xwe bigirin jî em ê li berxwe bidin."