Malbatên cenazeyên xwe negirtine: Em ê têbikoşin

  • 09:02 4 Kanûn 2021
  • Rojane
 
 
WAN - COLEMÊRG - Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, bigirin bi mehan û salan li berxwe didin wiha gotin: “Hestiyekî zarokê me mabe jî ji bo girtinê em ê têbikoşin.”
 
Li bajarên herêmê polîtîkayên zext û îmhayê didomin û di pevçûnên tên jiyîn de jî bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî aqûbeta wan nayên zanîn. Piranî kesên  di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, li goristanên bêkesan tên definkirin û malbat jî ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin bi salan tên sekinandin. 
 
Li Wanê malbatên ku ji çavkaniyên fermî fêr bûn ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) dan, mînakên xwînê dan. Malbatên bi salane cenazeyên zarokên xwe nikarin bigirin bang kirin.
 
Sê sal in em serlêdanê dikin lê encam tune ye
 
Omer Çevîk (Karker Tolhildan) yên HPG’yî di 11’ê Tîrmeha 2018’an de li quntarê Çiyayên Amanos ên Osmaniyê di êrîşa Wesayîta Hewayî ya çeka bêmirov (SÎHA) de bi 12 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Malbata ku sê sal in nikare cenazeyê bigire, berê şandin Edeneyê piştre şandin Osmaniyê. Herî dawî malbatê li ATK’ê mînaka xwînê da lê tevî vê cenazeyê Omer negirtin.
 
‘Hestî jî mabe em ê li pey bin’
 
Nazîme Çevîk daxuyakirin ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire têdikoşin lê tu hewldanên wan encam nedaye û wiha dirêjî dayê: “Cenaze li ku ye bila bidin. Min jî bavê wî jî mînaka DNA’yê da. Yek hestiyekî wî jî mabe ez ê ji bo girtinê hewl bidim. Ez pêşiya vî tiştî bernadim. Kurê min li ku ye bila agahîyê bidin. Berê gotin cenaze li Edeneyê ye. Em çûn wir. Me DNA da. Dewletê ji min re got ‘dîmenên balafirê kişand piştre lêxist’. Lê cenaze li holê tune ye. Ji 12 kesan cenazeyê sê kesî winda ye. Lê yên winda kî ne?Ev jî zelal nekirine.”
 
‘Ez ê serî li rêyên hiqûqî bidim’
 
Nazîmeyê destnîşan kir ku daxwaza wê ev e ku aqûbeta kurê xwe hîn bibe û ev tişt bi lêv kir: “Dibêjin ji 12 kesan sê heb winda ne. Dozgeriya Osmanyê got ‘Biçe Wanê ez dîmenên balafirsawaran davêjim wir. Li wir DNA’yê bide.’ Lê çend care diçim dozgeriyê. Daxwaza me nayê bersivandin. Ew jî dibêjin kurê te jiyana xwe ji dest daye. Lê dibêjin ‘cenaze ne di destê wan de ye’. Heta ez bijîm ez ê têbikoşim, serî li rêyên hiqûqî bidim. Ez kurê xwe dixwazim. Êdî nikarim razêm. Kurê min  li ku ye, çi bû? Li ku be ez cenazeyê wî dixwazim.”
 
Di ser serlêdanê de 5 meh derbas bû
 
Kasim Kaya (Şoreş Andok) yê HGP’î jî li herêma Tendurek a Agiriyê di pevçûna 12’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Tevî serlêdana malbatê 5 meh in cenaze tê sekinandin. Dayika wî Behîce Kaya anî ziman ku ji televîzyonan fêr bûne ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û piştî vê serî li Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê dane. Behîceyê daxuyakirin ku serî li ATK’ê ya bajar dane û ji bo DNA’yê mînak dane, serdozgeriyê gotiye ‘em ê di mehekê de li we vegerin’ û di ser de 5 meh derbas bûye.
 
‘Çavên min li rê ne’
 
Behîceyê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Heta niha agahî nedan. Bi mehane em dipên. Lê kes tiştekî nabêje. Ez dayik im, kezeba min dişewite. Bila cenazeyê kurê min bidin. Hestiyek jî mabe ez dixwazim. Her roj li bende agahiyekê me. Çavên min li rê ye. Bila evqas zilmê nekin, zarokên wan jî hene. Bila canê dayikan evqas neşewite. Cenazeyê kurê min li ku be bila bidin min.”