Ne Çiyager û Roza, ne jî kesên Sûr hilweşandin hatin jibîrkirin

  • 09:06 2 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - 6 sal beriya niha bi dirûşma "Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin" li Sûrê têkoşîneke mezin hat dayîn. Gotinên Çiyager û Roza "Çi dibe bila bibe dê dawî bi heybet be" nayên jibîrkirin.
 
Pêşiya 7’ê hezîrana  2015’an li bajarên herêmê û Tirkiyeyê li hemberî Gelê Kurd û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek êriş pêk hatin. Di 5’ê hezîranê de li hemberî “Mîtînga Mezin a Demokrasiyê” a HDP’ê û li hemberî kesên ku xwestin pêlîstokan bişînin zarokên Kobanê li Pirûsê êrişekî bompeyî pêk hat. Di êrişê de 33 kesî jiyana xwe ji dest dan. Êdî pêve êriş bê navber dom kirin. Di 14’ê tebaxê de li Sûr û gelek bajaran bi pêşengiya Meclîsa Gel bi dirûşma "Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin" Rêveberiya Xweser hat îlankirin. Piştî îlankirinê dewletê di 14’ê tebaxê de dest bi êrişên mezin kir. 
 
Di 19’ê Tebaxa 2015’an de Hevşaredarên Sûrê bi hinceta “Xerakirina yekîtiya gel” hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Êrîşên li dijî Sûrê bi qedexeyên piştî du-sê rojan hat xwestin bên veşartin. Her çend taxên ku rastî wêranî û talanên mezin hatine, taxên Hasirlî û Lalebey tên dîtin jî, taxên Cevat Paşa, Fatîh Paşa, Dabanoglu, Hasirlı, Cemal Yilmaz û Savaş jî di nav van taxên ku para wan êrîşan hebû û hatin qedexekirin. 
 
Murat Gunduz jiyana xwe ji dest da
 
Li gorî agahiyên ne fermî pêşiya 2’ye kanûnê li navçeya Sûrê 14 caran qedexe hat îlankirin. Di qedexeyan de polîsan bi ser malên şêniyên Sûrê ve girtin û êrişê şêniyên navçeyê kirin. Vê demê di navbera şênî û polîsan de pêvçûn derket. Di pêvçûnan de bi dehan zarok, ciwan û jin birîndar bûn. Murat Gunduz (21) di 24’ê tebaxê de li taxa Saraykapi ya Sûre di encama gulebarandina polîsan de jiyana xwe ji dest da. 
 
Li dijî êrişên polîsan şêniyên navçeyê li kolanan dest bi danîna barîkatan kirin û xwestin xwe biparêzin. Ciwanan li kolanan xendek kolandin û pîr û kal jî bi torbeyan xwelî barîkat avakirin. Ji perwerdê heta tenduristiyê komîsyon hatin avakirin. Jiyana komîn bi her awayî di nava navçeyê de hatin avakirin. Şêniyên navçeyê şev û roj li kolanan parastina xwe kirin. Kuştina Murat Gunduz bandorekî mezin li ser şêniyên navçeyê kiribû. 
 
Helîn Şen jiyana xwe ji dest da 
 
Dewletê cara yekem di 6’ê îlona 2015’an de li Sûrê qedexeya derketina derve ya 48 saetan îlan kir. Di qedeya ewil de 8 polîs birîndar bûn û 2 polîs jî mirin. Di 13’yê îlonê de ji bo rojekî carek din qedexeya derketina derve hat îlankirin. Şêniyan di çalakiyên xwe de bi bîryarbûn û li hemberî biryarbûna şêniyên navçeyê polîsan paşve gav avêtin. Di navbera 13’yê îlonê heta 10’ê cotmehê de 4 caran qedexe hat îlankirin û qedexe 27 saetan dom kir. Qedexeya 10’ê cotmeha 2015’an 4 rojan dom kir û di qedexeyê de çekên giran hatin bikaranîn. Di encamê de li kolana Haci Nûrî ya taxa Fatîhpaşa Halîl Tuzulerk û jinek ducanî jiyana xwe ji dest dan. Di roja duyem a qedexeyê de jî zaroka 12 salî Helîn Şen dema çû firinê li taxa Xançepekê di encama guleberanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Qedexe di roja 4’emîn de hat rakirin, piştî rakirina qedexeyê kolan û taxen Sûrê hilweşiya bûn. Bi hezaran xanî hatin hilweşandin û li ser dîwaran nivîsên nijadperestiyê hatin nivîsin. Gel êdi êvaran jî di nobetê de bûn. Navçeyên din ên Amedê ji piştgiriya xwe ya ji bo Sûrê nîşan dan. Li taxan êvaran agir hatin pêxistin û li dora agir dibûn yek. 
 
Guleyên jehrê hat bikaranîn 
 
Di qedexeya 3’yem de 5 zarokên ku 10 û 13 salî birîndar bûn. Ligel qedexeyan di 6’ê mijdara 2015’an de taxên Hasirli, Dabanoglu û Savaşa Sûrê ji hêla JOH û POH’ê ve hatin dorpêçkirin, piştre tax hat gulebarankirin. Bi sedan welatî berê xwe dan Sûrê, lê welatî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Ferhat Dogru (21) dema li hemberî polîsan derket birîndar bû. Ferhat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û li gorî rapora tiba edli bi “guleya jehrê” jiyana xwe ji dest daye. Di heman rojê de welatî li hemberî barîkatên polîsan ketin taxên Sûrê û piştgirî dan endamên YPS û YPS-JIN’ê.
 
Li Sûrê êrîş girantir dibû...
 
Her roja ku derbas dibû li Sûrê êriş girantir dibû. Ligel polîsan êdî leşker jî tevlî operasyonan bûn. Di 4’emîn qedexeyan de êdî êriş bi tanqên leşkeriyê pêk hatin. Li gorî agahiyên rayedarên dewletê di pêvajoya qedexeyan de 22 hêzên dewletê mirine. Ji bo gel zirarê nebine endamên YPS’ê paşve gav avêtin, lê JOH û POH bi ser malên şêniyan de girtin. Di serdegirtanan de jinek bi êrîşa zayendî ya polîsên taybet re rûrirû ma. Her wiha li dîwaran nivîsên dijminatiya jinê dike hatin nivîsin. Bi dehan welatî hatin binçavkirin û bi êrişê re rûbirû man. Ligel zext û zordariyê şêniyên navçeyê cih û warê xwe terk nekirin û li vir jiyana xwe domandin. 
 
Tahîr Elçî jiyana xwe ji dest da 
 
Di 27’ê mijdarê de Mînareya Çar Pî ji hêla polîsên taybet ve hat gulebankirin. Di 28’ê mijdarê de, derbarê mijarê de li vir bi tevlîbûna serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de Tahîr Elçî di encama gulebarandina polîsan jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Tahîr Elçî jiyana xwe ji dest da carek din qedexeya derketina derve hat îlankirin. Êvarê pêvçûnên dijwar berdewam kirin û di 29’ê mijdarê de qedexe hat rakirin. Piştre walîtî di 2’yê kanûna 2015’an de 9 roj qedexeya derketina derve ilan kir. Hem li Sûrê û hem jî li derveyî Sûrê berxwedanekê mezin hebû. Bi sedan welatî li Qada Deriyê Çiyê kom bûn û êrişên heyî şermezar kirin. Li vir jî girse bi êrîşên polîsan re rûbirû man. Bi dehan kes hatin binçavkirin û bi dehan kes jî di encama êrişan de birîndar bûn. 
 
Cenaze li erdê man 
 
Di 3’yê kanûnê de Mîzgîn Koçyîgît xwest biçe naçeyê lê li Qada Deriyê Ciyê hat gulebarandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Çekvar Çubuk (17) li ber Dibistana Suleyman Nazîfê ji hêla polîsan ve hedef hat girtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Welatiyên ku xwestin cenazeyên Mîzgîn û Çekvar bigirin hatin gulebarankirin. Di heman rojê de di encama bombeya ku îsabetê mala Mehmet Demîrel kir, Mehmet jiyana xwe ji dest da. Bi saetan cenazeyê Mehmet li erdê ma. Piştî hevdîtina siyasetmedaran cenaze hat dayîn. 
 
Qedexeya 103 rojan… 
 
Di 6’ê kanûnê de Hemama Paşa û Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) hat şewitandin. Di 7’ê kanûnê de Camiya Kurşunî ji hat bombekirin, di 9’ê kanûnê de jî Dêra Keldaniyê hat şewidandin. Ji hêla walîtiye ve ji bo 17 saetan qedexe hat rakirin lê dîsa jî êrîşên polîsan nesekinî. Piştî 17 saetan polîs û leşker dora Sûrê dorpêç kirin û şêniyên ku ji neçarî koçber dibûn hatin astengkirin. Piştî 9 rojan di 10’ê kanûna  2015’an de 17 seatan qedexe hat rakirin. Piştre jî walîtî 103 rojan qedexeya derketina derve îlan kir.
 
Rêxistinbûna jinan mezin dibû 
 
Li Sûrê li hemberî êrişan berxwedanekê mezin pêk hat. Jinan ji bo pêşxistina rêxistinbûna xweser her tim di nava liv û tevgerê de bûn. Jinan perdeyên mor li kolanên pêvçûn heyî daliqandin û wekî “Mewziyên bi Mor” hatin binavkirin. Di dema qedexeyan de YPS û YPS-JIN avakirina xwe îlan kirin.
 
Li Sûrê berxwedan hebû û li Amedê jî gel li kolanan bûn. Di encama êrişan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Di 14’ê kanûnê de li Parka Koşuyolû ya Rêzana Amedê li dijî êrişên li Sûrê çalakiyek hat lidarxistin. Polîsan êrişê çalakiyê kirin, di encama êrişê de Şerdîl Cengiz (21) û Şiyar Salman (18)  jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Mesût Sevîktek û Îsa Oran di 23’yê kanûnê de di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dan, piştî mehek şûnde cenaze teslîmê malbatan kirin. Piştî demek bi navek nû li hemberî navçeya Sûrê operasyoneke din a dijwar hat despêkirin. Di encama operasyonê de gelek jin, ciwan, pir û kal jiyana xwe ji dest dan. 
 
Berxwedana 4 mehan 
 
Di 31’ê kanûnê de li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Farqîn, Gever û gelek deverên din YPS û YPS-JIN avakirina xwe îlan kirin. Di 8’ê çilêyê de Rozerîn Çukur (16) li ber dibistana Suleyman Nazîfê di encama gulebarandina polîsan jiyana xwe ji dest da. Di nava 103 rojan de JOH, POH, polîsên taybet, leşker bi tanq û top, helîkopter û hwd li hemberî YPS’ê derketin. Lê nekarin berxwedana YPS’ê têk bibin. Berxwedan 4 mehan dom kir, koma herî dawiyê û berpirsê Sûrê Cîhat Turkan (Çiyager) û  Mahsûn Gurkan, Sînan Dûman, Dîlber Bozkurt jî di nav de 7 endamên YPS’ê jiyana xwe ji dest dan. Ligel êrişên dijwar şêniyên Sûrê cih û warê xwe terk nekirin. 
 
Cih û warê xwe terk nekirin 
 
Piştî qedexeya 103 rojan di adara 2016’an de “dawîbûna operasyonê” hat ragihandin. Piştî ragihandinê li taxan pêvajoya hilweşandinê hat destpêkirin. Sûr bi taybetiya xwe di lîsteya Mîrateya Çand a Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digirt. Lê ligel hilweşandina Sûrê bêdeng man. Cihên dîrokî yek bi yek hatin hilweşandin. Piştî rakirina qedexan rastiya êrişên tund li dîwaran bêtir dihat xuyakirin. Malbatên ku xwestin biçin tiştên xwe bigirin xaniyên xwe nasnekirin. Li Sûrê demildest biryara îstîmlaqkirinê hat dayîn û ev biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Taxên wekî Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û Fatîh Paşayê 6 hezar û 300 parsel ji hêla dewletê ve hat îstîmlaqkirin. UNESCO li hemberî biryara ku hatî dayîn dîsa bêdeng ma. 
 
Ligel hilweşandin taxan li her kolanên navçeyê kalekol hatin avakirin. Şêniyên naçeyê bi kamerayên mobesê hatin şopandin. Li taxên navçeyê polîtîkayên taybet ên şer hatin meşandin. 
 
Çend 6 sal ser berxwedanê derbas bûye jî hêj jî hin taxan qedexe dom dike. Tax bi blokên beton hatin dorpêçkirin. Heta niha kesek nizane ku li vir çi tê kirin. Her wiha li taxên wekî Ben û Sen, Îskenderpaşa, Lalebey û gelek taxên din bi navê restorasyonê talankirin û texripkirin jî didome. 
 
6 sal beriya niha bi dirûşma "Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin" li Sûrê têkoşîneke mezin hat dayîn û di vê têkoşînê de gotinên Çiyager û Roza "Çi dibe bila bibe dê dawî bi heybet be" nayê jibîrkirin.