Jinên Amedê: Ji ber rûn li malê tune ye em nikarin xwarinê çêbikin

  • 09:02 26 Mijdar 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Hikûmeta ku xizaniya gel nabîne, li dijî bangên ‘îstîfayê’ jî bêdeng dimîne. Jinên Amedê der barê krîza aborû de axivîn û diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Ma gelo hikûmet heye ku îstîfa bike. Welat nayê birêvebirin.”
 
Dovîz her diçe biha dibe û Banka Navendî (TCMB) di mehên îlon, cotmhe û mijdarê de bi giştî 400 puan faîz daxist û vê jî bi lez nirxand TL jî her ku diçe li hemberî dowîz erzan dibe û bi hezaran kesî li dijî vê banga îstîfayê hikûmetê kir. Gelê dadikeve kolanan û dibêje em debara xwe nikarn bikin, esnaf jî  bi daxuyaniyên ‘em dukanan digirin’ diyar dikin ku nikarin debara xwe bikin. Herwiha rayedarên hikûmetê kesên ku banga îstîfayê dikin jî wek terorîst bi nav dikin û krîza aborî ji nedîtî ve tê.
 
Me krîza tê jiyîn û banga ‘îstîfayê’ ji jinên Amedê pirsî.
 
Xwendekara zanîngehê Seher Yilmaz: Ez banga gel a îstîfayê rast dibînim. Gel hatiye nokteya ku nikare nan bigire. Ez xwendekara zanîngehê me. Nikarim debara xwe bikim, pirtûkan bigirim. Bilindbûna  krîza em têde ne nîşan dide. Divê hikûmet îstîfa bike. Banga îstîfayê di cih de ye. Divê Amedî jî vê çalakiyê bikin.
 
Kedkara malê Sabîha Esmer: Mirov xizanin. Mirov ji birçîna dimirin. Her tişt pir biha ye. Em nikarin debara xwe bikin. Bila Xwedê heqê me ji wan re nehêle.
 
‘Em nikarin rûn û şekir bigirin’
 
Kedkara malê Muzeyyen: Hikûmet nemaye. Niha 15 hezar TL bidin karkeran jî têrê nake. Li Tirkiyeyê her tişt qedya ye. Lê kes vê nizane. Em wek welat her tiştî ji derve digirin. Hikûmet tune ye. Em nikarin rûn bigirin. Em nikarin şekir bigirin. Kes nikare tiştekî bigire. Bila hikûmet îstîfa bike. Hemû siyasetmedar ketine derdên xwe. Mirovên nikarin nan bibin mala xwe hene. Her kes deyndar bûye. Dewletê hemû kes deyndar kiriye. Min kredî kişand lê nikarim bidim.”
 
‘Pere tune ye’
 
Xwendekara zanîngehê Derya Gemîcîoglu: Em xwendekar pir zehmetiyê dikşînin. Em hem dixebitin hem jî dixwînin. Ji bo hikûmetê her tişt normale. Lê ji bo me ne normal e.  Ciwan lêçûna xwe jî nikarin peyda bikin. Ez sibehê diçim dibistanê, piştre jî dixebitim. Ez êvarê têm yurdê. Ez dixwazim bigerim lê pere tune ye.”
 
‘Agahiya kesên têr ji yên birçî tune ye’
 
Ayten Sir a teqawît: Mirov perîşan bûne.  Ez nikarim debara xwe bikim. Her kes bêkêf e, aramî tune ye. Pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûne. Derewan dikin. Em krîza aborî dijîn.  Ew jî li qesrê rudinin. Agahiya kesên têr ji birçiyan tune ye. Divê her kes derkeve kolanan. Divê hilbijartina pêşwext bê kirin. 20 sale mirov perîşan bûne.”
 
‘Nan bûye 4 lîre’
 
Zevdet Çinar: Debar nabe. Em ji birçîna dimrin. Nan giştiye 4 lîre. em di kirê de ne. Di salên borî de mala me hilweşandin, alavên me talan kirin. Em avêtin derveyê bajar. Em rezîl bûne. Niha me bi birçîbûnê terbiye dikin.
 
‘Run tune ye, ez nikarim xwarinê çêbikim’
 
Kedkara malê Esmer Yilmaz: Bila Xwedê heqê me ji Erdogan re nehêle. Em nikarin tu tiştekî bigirin. Ji ber run li malê tune ye em nikarin xwarinê çêbikin. Li malê tiştek tune ye, em çi çêbikin. Em banga îstîfayê bikin wê çi bibe. Hikûmet tune ye. Ger hebûna wê ev rewş ne ya me bûya.”
 
‘Nikarim pirtûkan bigirim’
 
Xwendekara zanîngehê Mujde Han: Bi yek gotinê dibêjim ku em nikarin debara xwe bikin. Ez xwendekar im nikarim pirtûkên xwe bigirim. Pereyê dayika min ji bo lêçûnê dide têr nake. Em ne ji wezaret ne jî ji cihekî din piştgirtiyê nabînin. Her kes birçî ye, divê dakevin kolanê û îtîraz bikin.”
 
Jina ku nexwest navê xwe bide:Em ciwan pirsgirêkên mezin dijîn. Nifşê Z jiyana xwe najîn. Ev nifş li şûna bigerin kêfxweş bibin, neçar dimînin bixebitin. Tayînkirin tune ye, rewşa aborî ya welat gelek xerabe. Rewşa civakî dîsa wisa. Ez gelek ji krîzê bi bandor bûm. Rojek berê tiştekî ku me bi 10 lîre girt îro bi 15 lîre ye.