Ji bo gumanbarê Ceylan Onkol 12 sal in ceza tune ye

  • 09:06 27 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Parêzer Derya Yildirim a rêvebera ÎHD’ê ya Amedê ye, der barê dosyaya Ceylan Onkol 12 salî hat qetilkirin û 12 gumanbarê wê yên nehatiye dîtin de axivî û got: “Li vî welatî pirsgirêka polîtîkaya bêcezabûnê heye. Wisa xuyaye der barê vê pirsgirêkê de tiştek nayê kirin. Hêzên ewlehiyê vê hêza di destên xwe de bê perwa bi kar tînin û di encamê de jî tu ceza li wan nayê birîn.”
 
Li Gundikê Xanbazê yê taxa Şenlîkê ya girêdayê navçeya Licê ya Amedê di 28’ê îlona 2009’an de zaroka 12 salî Ceylan Onkol dema pez diçêrand  topa hewanê ya ji Qerekola Yayla hat, îsabetê wê kir û jiyana xwe ji dest da. Tevî 12 sal derbas bûn jî kes nehat cezakirin. Ji parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Derya Yildirim der barê pêvajoyê de axivî.
 
Dosya hat rakirin
 
Deryayê got dosta ji asta lêpirsînê wêdetir neçûye û dozger bi biryara veşarî ya dosyayê dest pê kiriye û demek dirêj wisa berdewam kiriye. Deryayê ev tişt vegot: “Çawa em tevlî dosyayê bûn me îtîrazî biryara veşarî kir. Ji bo lêpirsînek bi bandor bê meşandin me têkoşînek mezin da. Lê ji vê encam nehat girtin û di 2010’an de serlêdana DMME’ê hat kirin. Demek dirêj ji DMME’ê biryar derneket û di 2012’an de dîsa serî li DMME’ê hat kirin û me got ji ber  sedema lêpirsînek nebandor binpêkirina maf heye. Mixabin dozger di 2014’an de dosya rakir.”
 
‘Yek berpirsek nehat dîtin’
 
Deryayê daxuyakirin ji ber lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û ji bo dosya bikeve ber demboriyê bê bandor hatiye hiştin û ev tişt bi lêv kir: “ DMME’ê di 2017’an de her du dosyayên dîrokên cuda kir yek û îfadeya hikûmetê esas girt û biryar da ku hemû daxwazên me neyên qebûlkirin. Li ser vê çûn daîreya mezin, lê encam neguherî. Mixabin hem di alî neteweyî hem jî di alî navneteweyî de aliyê ceza yê dosyayê hat girtin. Gelo bi dayikeke ku zaroka xwe winda kir, hîna çi bihata jiyînkirin. Qetilkirina keça wê têr nekir, yek berpirsek nehat dîtin.”
 
‘Ji 2009’an heta niha didome’
 
Deryayê bal kişand ser aliyê îdarî ya dosyayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di alî îdarî de jî ji ber berpirsyariya dewletê hebû doz hat vekirin lê dadgeha ewil biryara ret da. Li ser vê serî li Dadgeha Bilind dan. Di girtekên dosyayê de hatibû gotin ku teqemenî ne diyar e aydê kê ye û hatibû îdiakirin ku ji ber bi hesin li madeya teqemeniyê xistiye teqyaye. Lê Dadgeha Bilind got her du îdiayên di girtekên cendermeyan girtine de, piştgiriyê nadinê û ev îdia di asta neşênberiyê de ne û biryar da ku qisûra xizmeta dewletê heye.  Li ser vê dadgeha asta ewil got cihê teqîn lê pêk hatiye cihê qada jiyana gundiyan e û ji ber vê dewlet berpirs e û biryar da ku tazmînatê bide. Li dijî biryara tezmînat hat ferzkirin. ÎHD’ê bi sedema ku ji sedî 10 qisûr li Ceylanê hatiye barkirin serî li Dadgeha Bilind da lê dosya hîna li Dadgeha Bilind e û bi encam hebûye. Ji 2009’an pêvajoyeke doza îdarî ya didome tune ye.”
 
‘Tu daxwazên me pêk nehatin’ 
 
Deryayê bi lêv kir ku di têkoşîna ku ÎHD’ê daye de negihiştine encama ku dixwazin û dosya bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ji destpêka bûyerê û şûnde ligel gelek esasan kifşa cihê bûyerê nehatiye kirin. Yanî komkirina delîlên cihê bûyerê û gelek tiştên din nehatin kirin. Heta ji ber ewlehiyê sê roj şûnde çûn cihê bûyerê. Tu daxwazeke me ya der barê van esasên asta lêpirsînê de pêk nehat. Ji ber biryara veşariyê dosya hat astengkirin û me ji tiştekî agahî negirt.”
 
‘Hincet hewldana xwexilaskirinê ye’
 
Deryayê di berdewamiyê de wiha domand: “Li dijî rapora cendermeyan me raporek alternatîf pêşkêş kir lê nehat nirxandin.  Rapora me berovajî rapora cendermeyan, nîşan dabû ku berpirsiyariya dewletê heye. Lê wek me got ev jî ji nedîtîve hatin. Di encamê de, di bin navê parastina hêzên ewlehiyê de polîtîkaya bêcezabûnê pêk hat. Zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da lê gumanbar nehatin dîtin. Li cihekî ku qada jiyanê ya hemû kesî bû, zarokekê jiyana xwe ji dest da lê hikûmetê yek berpirsek nedît. Tevî ku rakirina mafê jiyanê, mijara gotinê bû, têkoşîna ku me parêzvanên maf da, mixabin bi bêcezabûnê encam bû.”