'Çima li ber Çemê Dîcleyê israr dikin?' 2023-02-25 09:04:26   Rojda Aydin - Gulîstan Dursun    AMED - Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte bal kişand ser konbajarê ku li ber Çemê Dîcleyê hatiye avakirin û got: "Kesên ku trawmaya civakî jiyane, dema ku ji cih û bajarên xwe tên dûrxistin û hepskirin encamên xirap derbixe holê. Ew qadeke bi têlan hatiye dorpêçkirin, bi barîkat û konên ji aliyê cerdevanan ve hatine danîn. Divê bê pirsîn ka gelo ev nêzîkatiyeke saxlem e?"   Bandora erdheja ku di 6’ê Sibatê pêk hatî hêj jî li 11 bajaran didome. Wêrankirina xweza û ekolojiyê, destûrdayîna avahiyên qaçax rê li ber keraseteke mezin vekir. Ji roja ewil a erdhêjê ve Yekîneya Ekolojiyê, Koalîsyona Edalet û Avhewayê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Odeya Endezyarên Hawirdor li hev civiyan û Koma Karesatê ya Ekoyê ava kirin. Ev kom raporek derbarê erdhejê de ji raya giştî re parvekir.    Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte, derbarê xebatên Koma Karesatê ya Ekoyê, avakirina jiyaneke alternatîf, avakirina konbajaran û bi taybetî jî ya li ber Çemê Dîcleyê de ji ajansa me re axivî.   'Li dijî ferasetê komên ekolojiye hatin avakirin'   Leyla, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser avakirina Koma Kerasetê ya Ekoyê: "Lii herêmê tofanek heye travmayek heye. Dibe ku nekaribûn bi awayekî refleks li dijî vê krîzê tevbigerin. Em wek tevgerên ekolojiyê yên li Tirkiye û Kurdistanê hatine cem hev û me Koma Karesata Ekoyê ava kir. Ev kom ji hevberdevkên Yekîneyên Ekolojiyê, Komîsyona Edalet û Avhewayê û bi sedan komên ekolojiyê yên Tirkiyeyê jî di nava vê komê de cih girtin. Li ser navê Komeleya Ekolojiyê ku pêkhateyaTevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ez û Serokê Odeya Endezyarên Hawirdor jî di nava vê komê de cih digirin. Me 5 rojan li herêmên erdhêjê bi welatiyên xwe re bûn. Di nav 5 rojan de wek aktîvîstên dildar me xwest li herêman xebatan bimeşînin. Di van xebatan de me got gelo em dikarin çi bikin nîqaşan kir û bi welatiyan re hatin cem hevdû. Her wiha bi nêrîna ekolojiyê di encama xebatên xwe de em ê raporek amade bikin û parve bikin. Armanca me ew e ku bi vê raporê pêşniyara bi ekolojiye ve avakirina bajarên nû û bajarên demokratik ava bikin. Me serdana maseyên koordînasyon û krîzê yên ji aliyê refleksa civakê û piştgiriya civakê ve li navçeyan hatine avakirin, kir. Me li wir xebatên dildaran temaş kir. Elbet kon ji gelen herêmê re gelek dereng hatin dayîn. Me li herêmê bi welatiyên ku di konan de dimînin û namînin ve û kesên ku bi dildarî li wê derê ne ve hevdîtinan kir. Me bi hemû partiyên siyasî û komên ku li wê derê cih digirin ve hevdîtinan pêk anî. Ji ber vê yekê jî hevdîtinên me bi gelek kesan re çêbû.”   ‘Polîtîkayên ji bo rantê’   Leyla, da zanîn ku ew ji Amedê bi tevî komek dildaran çûne Semsûrê alîkarî kirine û got ev tişt ji bo wan bû tecrûbeyek. Leyla, bi lêv kir ku helbet li Amedê jî pêk hatiye, lê dîtina wêraniya li bajarên din trawmayê û rastiyê dide li ber çavan û wiha pê de çû: “Dema ku em çûn bajarên wêranbûyê me dît ku li her derê êşek cuda heye û ev tişt gelek xirabe. Di rastiya xwe de gelek pîvanên vê hene. Bê guman ez difikirim ku dê di vê rapora ku em ê biweşînin de encamên pir balkêş hebin. Ji ber ku dema em mijara ekolojî û jiyanê bi giştî li ber çavan bigere, me hemûyan dît ku ne li bajaran û ne jî li welat qada jiyanê ya bi ewle nîne. Ji ber vê yekê tu kes li vê welatê xwe di ewlehiyê de nabîne. Berpirsiyarê vê yekê ne erdhej e, berovajî vê polîtîkayên rêveberî û rantê yên ku nahêlin em pê re bi hev re bijîn e û bajarekî li ser rantê ye. Li hin cihan rastiya ku me dît û welatiyan ji me re gotin, ‘Li gundê me bendavan çêkirin, me ji gundên me derxistin û me hepse bajaran kirin. Niha jî em li bajaran din bin kavilan de ne.’ Bi gotineke din, em dikarin di bin sedema avabûna bajêr de koçberiya mirovan, li qada ekolojîk a mirovan talankirina ekolojîk û di bin talankirina ekoyê de pergalê bibînin. Qada ku beriya niha lê lêkolîn nehatibû kirin, li ser erdên çandiniyê beton hat çêkirin û xaniyekî ji heriyê ku lê nehatibû hilweşandin hebûn. Bi kurtasî tablo diyare. Polîtîka ji bo rantê ne”   ‘Mirovan ber bi tofaneke din ve dibin'    Leyla, gotina Serokkomar Erdogan a “Em ê di nava salekê de van bajêran ji nû ve ava bikin” bi bîr xist û diyar kir ku pirsgirêk ne tenê ew e ku avahî saxlem e yan na, lê armanca çêkirina avahiyê, çi ber çi hewce ye, kî jê sûdê werdigire, çêkirina avahiyê exlaqî ye an bi xwezayê re lihevhatî  hatiye çêkir. Leyla, da zanîn ku gelek mijarê wê hene, dema ew rapora ekolojîk hem bi raya giştî û hem jî bi çapemeniyê re parve bikin dê aşkere bikin û wiha vegot: “Li herêmê pergalekî çawa heye dimînin. Gelê ku ji erdhejê zirar dîtiye napirsin ku bajarekî çawa dixwazin û daxwaziyên wan çi ne napirsin. Ev pergal guh nade daxwazên gel. Ev pergala ku bû sedema van kavilan dibêje dê di nava çend mehan de dê avahiyên nû û bajarên nû ava bikin. Gelo ji welatiyên li wan bajêran pirsin ku bajarek çawa dixwazin? Pergala ku bû sedema mirina van welatiyan kîjan mafê di xwe de dibîne ku dibêje dê avahî û bajarên nû ava bikin. Ji ber vê yekê ev rapora ku em ê parve bikin  fikren welatiyan jî dê tê de cih bigirin ku ka bajarek û avahiyên çawa dixwazin. Her wiha di vê pêvajoyê de ku her tim piştîhejîn çêdibin û tebeqeya xwezayê hê jî di nava tevgerê de ye, erdnasên li ser vê mijarê dibêjin ku divê salek înşaat neyên çêkirin. Ligel vê yekê jî aqilê serdest hê jî dibêje 'Em ê di nava salekê de bajaran ava bikin an jî em ê di meha adarê de dest bi çêkirina 500 hezar avahiyan bikin'. Bi gotineke din tê wê wateyê ku mirovan ber bi tofanê ve dibin.”   ‘Jiyaneke komunal ava bû'    Leyla, da xuyakirin ku heke ew jiyaneke ewle, azad, bi exlaq û rûmet dixwazin divê sala bê ew baş bi kar bînin û destnîşan  kir ku di avakirina civaka nû de rola herî girîng wê gel be û wiha axivî: “Di pêvajoya karesatê de bi hewldanên gel re li ser bingeha alîkariyê koordînasyonek avabû. Jiyaneke li ser bingeha komunal ava bû ku ev qas rêxistinên sivîl, dildar, jinên ciwan, dayik û ciwanên di bin kavilan de dixebitîn ji tu kesî ne bilindtir bûn. Di vê demê de divê welatiyên li wê deverê biryarê bidin da ku bajarekî çawa dixwazin. Helbet divê di qadeke ku bi xwezayê re û ehlaqê re jî lihevhatina wê were nîqaşkirin, were afirandin.”   'Çima li ber Çemê Dîcleyê israr dikin?'   Leyla, da zanîn ku konên ku li ber Çemê Dîcleyê hatine danîn di nav xwe de rîskan dihewîne û wiha anî ziman: “Em dizanin ku 1-2 sal berê deriyên bendavê teqiya, Baxceyê Hewsel û û hemû herêm din di bin avê de ma. Ji ber vê yeke jî gelek tehlûkeye ku dibe lehiyek rabe. Dema ew qas lehî û nexweşiyên ku hene çima ew qas di vê mijarê de bi israr in? Yanî niyet û mebesteke paşverû ya israra di binpêkirina mafên mirovan de heye. Herî kêm heta 2 mehan dema ku em derbasî demsala havînê bibin dê kêzik û mêş pir zêde bibin. Ev nîşanî me dide ku nexweşiyên ta û şewbê jî dê zêde bibin. Bûyerek ku bandorê li qirêjiya ekosîstem, hewa û axê bike, li gel qirêjbûna avê ya ji ber bûyerên wekî nekarînebûna birêvebirina çopê ya Çemê Dîcleyê, dê dîsa bandorê li tenduristiya zindiyan jî bike. Ji bo zarokan jî mezinan, xetera xeniqandinê pir mezin e.”   ‘Konbajar di aliyê derûnî de dê bandorê li mirovan bike’   Leyla, di aliye neyînî yên derûnî û çandî yên kon bajaran wiha anî ziman: “Kesên ku trawmaya civakî jiyane, dema ku ji cih û bajarên xwe tên dûrxistin û hepskirin encamên xirap derbixe holê. Tê gotin ku ew qadeke bi têlan hatiye dorpêçkirin, bi barîkat û konên ji aliyê cerdevanan ve hatine danîn. Divê bê pirsîn ka gelo ev nêzîkatiyeke saxlem e ji bo kesên travmaya erdhejê û polîtîkayên ewlehiyê yên ku zarokên trawmayê dijîn? Bi gotineke din ji aliye çandî ve jî wê bandorê li jiyana civakî ya mirovan bike. Ez wek xebatkara derûniyê dikarim bibêjim ku mirov di dema trawmayê de bi xizmên xwe re vê yekê derbas dike.”   ‘Paradîgmaya ekolojîk, jinparêz û demokratîk pêkane’   Leyla, dawiya axaftina xwe de got li dijî jiyana konbajêr a ji aliyê pergala heyî ve tê ferzkirin jî pêşniyarên wan hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêşniyara me ew e ku taxên kon bajêr bên avakirin an jî cihên li gor ekolojiyê konteynir bên danîn. Pergala dewletê mirovan neçar dike ku koçî bajarên cuda bikin. Li vir hilweşandina çandê û bêbîr hîştin heye. Di dema ku em li qadan in, daxwaza mirov û heta zarokan ew e ku jiyanek bi ewleye. Ev di jiyana ku em jê re dibêjin paradîgmaya ekolojîk, jinparêz û demokratîk pêkan e. Hiş û hêza serdest xwedî pergaleke li ser talankirina qadên jiyanê yên heyî ye. Em dibînin ku, di vê dinyaya xerab a ku ji aliyê pergala ve hatiye afirandin, ji mirovan re qada jiyanê jî peyda nake.”