Ceylan Şahînlî: Hinceta darizandina me nûçegîhanî ye 2023-01-12 09:07:42     ENQERE - Nûçegîhana MA'yê Ceylan Şahînlî ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne wihagot: “Her kes dizane ku hinceta darizandina me nûçegîhanî ye. Ev lingê darazê yê pêngava ku me ji qadan vekişînin bû.”   Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de  nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Ceylan Şahîn a li Rihayê hat binçavkirin û birin Enqereyê, di 29’ê cotmehê de bi 8 hevalên xwe re hat girtin.  Ceylanê li girtîgeha Jinan a Sîncanê pirsên me bersivand. Ceylanê destnîşan kir ku  gelek tiştên li derve ferq nekirine li girtîgehê ji xwe re dikin tecrube û got ji bilî rutînên rojane yên li girtîgehê, li dijî astengî û sînorkirina ragîhandinê, zêde zêde sohbetan dikin. Ceylanê wiha dirêjî dayê: “Em bi kanalên TV û rojnameyan xwe digihîninê nûçeyan dixwînin û  bikaranîna zimanê van nûçeyan, teşeyê pêşkêşkirina nûçeyan, çavkanî û nirxê nûçeyê dibe sedema nîqaşên dem dirêj. Bi taybet pêşkêşkirina qetilkirina jinan û zimanê newekhev yê li hemer jinan zêdetir ji aliyê me ve tên nîqaşkirin.”   ‘Her îşkence kirin bin qeydan û serwîs kirin’   Ceylanê destnîşan kir ku dema derketine pêşberî dozger û îdiayên ku derbarê wê de hatine kirin bihîstine, îhtîmala girtinê fikiriye û wiha dirêjî dayê: “Hewl dan her tiştî krîmînalîze bikin, hewl dan atmosferek wisa biafirînin.  Her tiştê di alî nûçegîhaniya min de wek sûc hat dîtin. Endamtiya min a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG), li bajarên din rojnamegerî kirin, parvekirina nûçeyan li ser çapemeniya civakî. Bi ser mala me de girtin û  bi ekîbeke 30 kesî em 5 kes ji Riha-Amedê birin Enqereyê û di vê pêvajoyê de îşkence hatibû kirin jî kirin bin qeydan û serwîs kirin. Ez demek kurt jî li Enqereyê xebitîbûm. Gelek caran polîsan tundî li min kirin. Ez bûm şahidê gelek binpêkirinên mafan. Ez van girtinan wek hêrsa wan a li dijî rojnamegeran, dinirxînim.”   Dermankirina bi kelepçe   Ceylanê her wiha bi lêv kir ku gelek binpêkirinên mafan, lêgerîna tazî û dermankirina bi kelepçe ku di nûçeyên xwe dinivîsin, ew jî bixwe pê re hatine rû hev û wiha domand: “Dermankirina bi kelepçe li min ferz kirin. Wek nûçegîhaneke ku demên dawî de min binpêkirinên mafan yên  doktoran dişopand, ji ber bi pêkanînek wisa ya rumeta mirovan dişkîne re hatim rû hev, gelek xemgîn bûm.  Îdara girtîgehê ku tu daxwazek me cidî nagire, di tiştekî herî biçûk yê neyînî de bi lez û bez tevdigerin. Min der barê dermankirina bi kelepçe serî li Midûriyeta Tenduristiya Enqereyê da lê  mixabin dermankirina bi kelepçe parastin.”   ‘Em bi biryarin rojnamegeriya xwe bidomînin’   Ceylanê her wiha diyar kir ku piştî girtinê dozgerê dosyayê derketiye betlanê û ev nirxandin kir: “Wekê ku her tiştê bê kirin hatiye kirinê tevdigerin. Lê der barê îdianameya me de tu tiştek li holê tune ye. Her kes dizane ku hinceta darizandina me nûçegîhanî ye. Ev lingê darazê yê pêngava ku me ji qadan vekişînin bû.  Pêşî li pîşeya me digirin. Lê em bi biryarin ku li her qadê rojnamegeriyê bidomînin.  Têkiliyên me li vir bi sînor bin jî nikarin bibin asteng.”   ‘Bilindkirina hêza piştevaniyê girîng e’   Ceylanê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Li Tirkiyeyê ji bo hinek kesan azadî bê sînore. Ev kes çi bikin jî nayên darizandin. Qada wan her ku berfireh dibe, qada aliyên bindest jî her diçe teng dibe û nikarin bîhna xwe bigirin. Wisa ye ku mafê sereke yên bindestan jî minet tê dîtin. Li dijî van tunehsibandin û dijhiqûqiyan divê refleksa civakî zindî be û hêza piştevaniyê bilind be.”