Ma tên jibîrkirin? 2022-12-28 09:03:06   Medya Uren   ŞIRNEX - Dayikên fîstanên reş li bejna xwe kirine, porên xwe yên spî bûne bi laçikên reş dinixûmînin, di her fersendê de dibêjin “Ma tê jibîrkirin” û bang dikin: “Werin ji bîr nekin di wê rojê de weke ku şahiya kurên me bin werin dîlana me. Werin hûn jî pariyekê ji lêgerîna me ya edaletê re bibin bersiv…”   Li Kurdsitanê her roj binpêkirinên mafên kurdan tên kirin û her roja me tije ye ji bîranîna wan zextan, komkujiyan. Li Botanê li kîjan deriyî bê xistin wê serpêhatiyên nêzî hev bên rêzkirin. Ev serpêhatî bi nivîsîn û guhdarkirinê naqedin. Bûyerên di çend salên dawî de qewimîne bê guman salên 90’î jî li pey xwe hişt û êşa wan nûtir kir. Nehatin jibîrkirin û hîna jî şîna wan bi cil û bergên reş ên dayikan li bejna xwe kirine tê girtin.   Di bin navê kaçaxçîtiyê de hatin tewanbarkirin   Qilaban, yek ji navçeya herêma Botanê ye ku bi taybetî ji salên 1990’î ve zextên dewleta tirk û polîtîkayên êrişên taybet lê tên meşandin. Qilaban xwedî çiyayên bilind û asê ne. Her çiqasî di warê xwezayî de dewlemend bin jî ne çandinî ne jî sewalkariyek bi bereket lê tê kirin. Ji ber wê sedemê jî hertim nîştecihên vê herêmê kolbertiyê dikin. Heta ku Kurdistan hate parçekirin û sînor ketin navbera vê axê de navê kolbertiyê bû mişextvanî (qaçaxçî). Dagirkeran bi vî sernavî ew tewanbar kirin û hedef dan nîşadan. Ji ber ku dihat xwestin di aliyê aborî de kurd bikevin tengasiyê û riyên koçberiyê bişopînin. Ev jî weke parçeyek ji konsepta polîtîkayên êrişên taybet ên bê mirovkirina Botanê hate meşandin. Di serî de gund hatin şewitandin, kolber hatin qetilkirin, xweza hate talankirin, çekên kîmyewî hatin bikaranîn û wekî din gavên van polîtîkayan hatin avêtin.   Wan jî Roboskî ji bîr nekir   Nêzî salên 2011’an leşkerên tirk bi standina bacê rê didan kolberan û bi awayekî vekirî destûra kolbertiyê dihat dayîn. Kolberên ji tirsa qetilkirnê heya wan salan bi şev bi riyên veşartî re diçûn di wan salan de bi roj jî diçûn. Weke her malbat jî bi israr dibêjin leşker ji wan haydar bûn. Saet di 4’ê êvarî de hinek komên kolberan ji gundên Roboskî û Bêjeh derdikevin. Di 11’ê mehê de jî di dema vegerê de bi balafirê êriş li komek kolber tê kirin. Koma din a ku li pey wan dihat jî xwe digihînin cihê bûyerê ji bo yên sax mane xilas bikin. Cara duyem jî êriş pêk tê û di encamê de 34 zarok, ciwan û zêdeyî 70 hêstir bi awayekî wehşane hatin qetilkirin. Li Roboskiyê malbat li parçeyên laşê zarokên xwe geriyan. Ew ji cilên wan, ji nîşaneyek wan, ji bêhna wan zarokan nas kirin. Ji bo wê çar parçe Kurdistan giriya û ev xem hilgirtin. Bi milyonan hilweşiyan Roboskiyê, yên bûne şahidê wê rojê baş dizanin ew birîn tûcar nehat pêçan. Wan jî Roboskî ji bîr nekir.   ‘Weke ku şahiya me be werin’   Me yek bi yek li deriyê van malbatên Roboskî da. Herçiqasî em ji nêz ve nebûn şahidê wê komkojiyê û beşdarî wê merasîmê nebûn jî bi gotinek a wan dayikan re em bûyerê bi hevre jiya. Cil û bergên wan ên reş, laçikên wan ên reş bala me dikşîne. Di her pirsa me de xembariyek û keserek hildikişînin. Rondikên çavên wan me jî diêşîne. Em ji bo tîne bîra wan û ji nû de êşa wan bi wan dide hêskirin, di her fersendê de lêborînê dixwazin lê gotinên wan hîn bêhtir dijwartir dibin. Bi gotinên “Ma tên jibîrkirin? Ma em wan laşên parçebûyî, dest û lingên qerisîne ji bîr dikin? Her kesê ji bo bibîranîn wan têne vir, me şa dikin. Ya ku birînên me hinek jî be derman dike ev in. Em dixwazin ku her kes were vir, weke ku dawet û şahiya me be werin. Werin em xem û berxwedana xwe bi hev re himbêz bikin.” Her gotinek wan tenê xembariyê ava nake hestên berxwedanê, cesaretek mezin dide.   Bi edaletê birîn wê werin saxkirin   Her komkojî, her qirkirin û zext birînek li me vekir. Axa Kurdsitanê ya şîn ji bi xwînê hat sorkirin. Ji ber wê yekê ye êdî porên wan jinan  nayên hinekirin. Spîbûna wan poran bi laçikên reş dipêçin. Hewl didin birînên xwe bi lêgerîna edaletê û serhildanê bipêçin. Her dayikek gotina xwe ya heya ku encam negire wê ev berxwedan jî berdewam bike bi bîr tîne. Bi caran serî li dadgehên Komarê yên Tirkiyeyê hatin dayîn. Lewra li ber deriyên wan dadgehên ku ji hiqûqê bêpar in bi salan e, nobetên edaletê berdewam in. Ji bo pariyek jî be mafê wan were dayin, dayik di nava lêgerînê de ne. Ev jî yek ji wan dayikan e ku li ber deriyê van dadgehan bê hêvî bûye. Wan serî li meclîsa Tirkiyeyê, komeleyên mafên mirovan û wekî din dan. Hemû serlêdan bê encam hatin hiştin. Heta niha jî encamek nehatiye girtin.   Serkeftin li kelha bexwedanê hatiye çikilandin   Li hemberî vê dagirkeriyê serhildan pêwîstî ye û dayikên me yên ev pêdivî weke erkekê hilgirtîne, hene. Dayikên me yên bûne ‘dayika Kurdsitanê hene.’  Zîlan, Dêrsim, Roboskî, Rojava û êrişên bi çekên kîmyewî yên heya roja îro berdewam dikin, nehatin jibîrkirin, wê neyên jibîrkirin. Çiqasî komkujî pêk werin jî serkeftinên li kelha berxwedanê hatine çikilandin zêdetir in. Li ser vê axê her serhildanek wateyek xwe ya giran heye û di her serhilanê de bê guman e dengê tilîliyan bilind dibe…