Rojnameger Habîbe Eren: Gelo wê Qanûna Sansurê bikaribe hiş paqij bike? 2022-11-14 09:03:52       ENQERE - Habîbe Eren diyar kir ku tevî hemû sansurê hişê civakî ji 7’an heta 70’ê tê ragîhandin û got: “Di vê civakê de her kurdek bêguman bîranînek wan bi dewletê ku ji bîr nakin heye. Gelo wê qanûna sansurê bikaribe vî hişî paqij bike.”   Li Enqereyê di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna hatiye meşandin de, nûçegîhana me Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.   Bi îşkenca polîsan rojnameger hatin binçavkirin, li Emniyeta Enqereyê jî îşkenceyê berdewam kir. Rojnamegerên jin yên hatin girtin birin girtîgeha Jinan a Sîncanê.   Nûçegîhana me Habîbe Eren ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê ye, nivîsa li girtîgehê nivîsiye em bi we re parve dikin.   “Li dijî zext û yek dengê ku li her qada jiyanê hewl tê dayîn ku bê serdestkirin; Çapemeniya Kurd rastî derxist holê, bi nêrîneke din li bûyeran mêze kir û hemû polîtîkayên sîstematîk yên li ser herêmekê hatin meşandin bi hemû rastiyê da bihistin. Çapemeniya Kurd, di her dema krîtîk a jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de bi heman rêbazan hedef tê girtin. Ji ser Kurdan zext li ser hemû gelan tê kirin û polîtîkayên li bajarên Kurdan yên ku cerebandinê tên bikaranîn, piştî demekê li hemû derê belav dibin. Desthilatdariya ku hemû hêzê di destê xwe di bin kontrola xwe de digire, nikare pêşî li derketina holê ya rastiyan bigire, Herî dawî qanûna sansurê ji meclîsê derbas kir. Bêguman welat ne biyaniyê gotina sansurê ye. Ji dema Osmanî heta Komarê, di salên 1990, salên 2000’î  cuda bike jî di her îdeolojiyê de li hember Kurdan û her cureyê alavên ku dengê wan dide bihistin, sansur pêk hat. Ji xwe di her qada jiyanê de wêje, muzîk û siyaset hat sansurkirin û bi qilifê qanûnî hewl didin vê asayî bikin.   Dema sansur tê gotin bi taybet di demên borî de li qada sînemayê rêbazên sansurê yên hatin bikaranîn û hewldanên beralîkirian vê sansurê hat hişê min. Di fîlmê ‘Cîhana Tarî’ yê ku derhênerê wî Metîn Erksan bû, bejna baskên genim kurt tên dîtin û ji ber vê rewşê Tirkiye qels nîşan daye mekanîzma sansurê hatiye fikirîn. Ev mînak di vî alî de balkêşe; Bi resmîkirina Qanûna Sansurê re dixwazin ji vir şûnde dixwazen rojnameger, dixwaze welatî be divê di her pêngava xwe de sansurê bifikirin. Bi qanûna sansurê tişta ku ewil dixwaze bê kirin, otosansur divê li ber çava bê girtin. Ji ber gelek kes ji ber fikr û nêrînên xwe, ji ber parvekirinên xwe ji ber parvekirina nûçeyan bi îdiaya ‘esasa sûc’ wê xwe kontrol bikin.  Di van şer tû mercên ku evqas dosya li ser hev zêde bûne girtin zêde bûne de, welatî neyên girtin jî wê di alî îfadekirina fikr û ramanan de bi astengiyan re bên rû hev.   Gelo ev sansur wê xwebûnê biguhere? An jî zanîna di zîhnan de, rastiyan paqij bike? îro tevî em şahidiya wê demê dikin, çîrok, îşkence, dijhiqûqiyê di Darbeya 1980’yî de hatine jiyîn, tevî OHAL’ê heta îro hatiye vegotin û li ser zimanan geriyaye. Li ser dehan fîlm hatin kişandin pirtûk hatin nivîsin.  Gelo komkujiya Zîlan, Dêrsîm, Sêwas, Mereş,  Şêx Saîd bi hemû rastiya xwe di zîhnan de nînin? Kuştinên kiryarnediyar, koçberkirina Kurdan û her wekê din, dikarin gelek mînakên din bên nîşandan. Tevî hemû sansurê hişê civakî ji 7’an heta 70’ê tê ragîhandin. Di vê civakê de her Kurdek bêguman bîranînek wan bi dewletê ya ji bîr nakin heye û li dijî vê hişekî dîperçeyî heye. Gelo wê qanûna sansurê bikaribe vî hişî paqij bike?”