Parêzer Sezîn Uçar: Divê Baro hîn cesarettir bin 2022-11-10 09:02:18   Pinar Gayip   STENBOL - Parêzer Sezîn Uçar da zanîn ku armanca êrişa li hember pîşeya parêzeriyê ev e ku di esasa bîrdoziya dewletê de parêzer û baro bên teşekirin û got tê xwestin saziyên, xwestine der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolînê bikin, bên beralîkirin. Sezînê bang kir ku divê baro û saziyên hiqûqî zêdetir dengê xwe bilind bikin.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê ev demek dirêje li hember parêzer û pîşeya parêzeriyê êrişan pêk tîne. Ji 2015’an het aniha polîtîka taybet li hember parastinê pêk tê. Der barê parêzerên ji bo muvekîlên xwe hewl didin de lêpirsîn tên destpêkirin û ceza tê dayîn. Dozên parêzerêrn Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHD) ku vê hefteyê tên dîti jî yek ji mînakên şênber e.   Parêzer ji ber axaftinan hedef tên girtin   Li aliyê din jî parêzer êdî ji ber axaftinên xwe yên lijneya giştî jî hedef tên girtin. Sala borî lijneya Baroya Stenbolê pêk hat û namzeta koma ODAV Sezîn Uçar jî nav de der barê 3 parêzeran de, bi hinceta wêneyên parêzer Ebru Tîmtîk ya di greva birçîbûnê de jiyana we ji dest daye vekirine û bibîr anîne lêpirsîn hat destpêkirin. Îsal jî parêzer Aryen Turan ku li ser navê OHD’ê di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de axivî, ji alyê parêzerên nîjadperest ve hedef hat girtin û piştre hat binçavkirin.    Li dijî van êrişan di serî de Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û Baroya Stenbolê gelek baro bêdengiya xwe diparêzin. Parêzer Sezîn Uçar ya ji 2015’an heta niha li dijî êrîşan berxwe dide der barê pêvajoyê de axivî.   ‘Dixwaze li gorî xwe teşe bike’   Sezîn ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî aniye cih, ev saleke hevdîtinên bi muvekîlên wê re hatiye qedexekirin. Sezînê da zanîn ku ev polîtîkayeke dewletê ya li jî parêzeran û baroyan heye û got desthilatdarî dixwaze li gorî îdeolojiya xwe parêzeran bi teşe bike û wiha anî ziman: “Derbasbûna pergala pir baroyê jî armanca wê ev bû. Dixwazin baro wek saziyek dewletê tevbigirin. Dibêjin bibin nûnerên polîtîka dewletê. Ji ber vê jî baroyên duyem hatin asta avabûnê.”   ‘Axaftinên lijneyan bû sedema lêpirsînan’   Sezînê destnîşan kir ku daxwaza avakirina baroyên 2’yemîn ji bo bo afirandina modela parêzeriyê ya dewlet dixwaze têr nake û got: “Lijneyên giştî mecrayên qada ku azadiyê ne. Ji ber pêşniyarên der barê polîtîka baroyan de tê nîqaşkirin. Ji ber vê axaftinên di lijneyê de, ji azadiya fikr û ramanê wêdetir, tiştî îfade dike. Tevî vê der barê Aryen de lêpirsîn hat vekirin. Ev bi pergala pir baroyî re zêdetir hat dîtin. Lê ji berê de armanca dewletê eve ku parêzerên li gorî xwe biafrînin di sînoran de bihêlin, rola wan sînor bikin. Tevî Aryenê got wê bi hevkariya parêzerên xwe îfadê bide, biryara binçavkirinê dan, ji ofîsa wê girtin. Her kes dibîne ku tu aliyê wê yê hiqûqî tune. Wek girtina mamoste Şebnem. Dewlet dixwaze baroyan li îdeoliya dewletê ya fermî zêde bikin û piştgiriyê bidin wan. Ji ber daxwazkirina lêkolînkirina çekên kîmyewî asteng dikin.Bi girtinan jî hewl didin çav bitirsînin.”   ‘Parêzerî di mijara azadiyê de li cihê serekeye’   Sezînê her wiha bi lêv kir ku pîşeya parêzeriyê xizmetek cemaweriye û wiha bi lêv kir: “Karê parêzeran û polîtîka hiqûqî ya baro datînin holê raste rast dewletê eleqeder dike. Pîşeya parêzeriyê di mijara azadî û mafan de li cihekî esas cih digire. parêzer tên girtin darizandin. Niha gelek parêzer tên darizandin. Ev ji bo astengkirina pîşeya parêzeriyê tên kirin. Li dijî van êrîşan OHD, ÇHD û rêxistinên hiqûqê yên berxwe didin û pîşeya xwe bi vê hişmendiyê îcra dikin hene. Lê divê TBB û baroyên din jî bi cesaret bi planeke çalakiyê ya bi bandor van êrîşan beralî bikin. Divê baro hîn bêtir bi cesaret tevbigerin.”