Derbarê Abdullah Ocalan de 6 meh qedexeya hevdîtinê 2022-10-28 10:00:58     STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtiye 19 mehe agahî jê nayê girtin û qedexeyek hevdîtinê ya 6 mehan a nû dan Ocalan.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di bin tecrîdê tê girtin 19 mehe agahî jê nayê girtin û derket holê ku ji aliyê Dadgeriya Înfaza Bursayê qedexeyeke hevdîtinê ya nû ya 6 mehan a parêzeran daye Ocalan.   Dema qedexe tunebû hevdîtin nehat kirin   Di 13’yê nîsanê de 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dan Ocalan û di 18’ê cotmehê de bidawî bû. Piştî vê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin xwestin bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bikiknk û gotin çima hevdîtin pêk nayên, divê bên ragîhandin. Li ser vê dadgeriyê bersiv da parêzeran û got qedexeya hevdîtinê tune.   Qedexeya nû   Parêzeran di 26’ê cotmehê de dîsa serî li dadgeriyê dan û pirsa ‘Dema qedexeya hevdîtinê tunebû çima me bi muvekîlê xwe re hevdîtin nekir’ pirsîn. Dadgeriyê bersiv da parêzeran û got cezayek nû ya 6 mehan a di 21’ê cotmehê de li Abdullah Ocalan hatiye birîn heye. Biryar jî di 27’ê cotmehê de ji parêzeran re hat tebîgkirin.    Wê îtîrazê biryarê bikin   Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin ji ber teblîgkirina vê cezayê ji wan re hatiye kirin wê di rojên pêş de li Dadgeriya Înfaza Bursayê îtîraz bikin.  Parêzer herî dawî 2019’an de hevdîtin kirin   Rêberê PKK’ê herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an d bi  parêzerên xwe re hevdîtin kir. Bi birayê xwe Mehmet Ocalan re jî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtinek telefonê ya kurt kiribû.   Hevdîtinên bi malbatê re jî qedexene   Li aliyê din ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve ji bo rêberê PKK’ê di 3’yê îlonê de 3 meh cezayê dîsîplînê hatiye birîn bi vê îdiayê qedexeya hevdîtina malbatê dabûn. Ev ceza di 28’ê îlonê de teqez bû lê di 5’ê cotmehê de ji bo malbatê hat teblîgkirin.Ev ceza rastî dema  ku CPT  di 20-29’ê îlonê de Tirkiye ziyaret kiribû de pêk hat.