Nagîhan Akarsel mejiyekî azad û têkoşîna jinê li dû xwe hişt 2022-10-04 15:22:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di encama sûîqestê de li Silêmaniyê hat qetilkirin, bi xebatên xwe yên di qada jinê û çapemeniyê de  dihat naskirin.   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnameger û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin. Nagihan ê ku saet di 10.00'an de dema ji mala xwe derdiket hat qetilkirin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Nagîhanê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.   Hevkariya PDK û MÎT'ê li pişt perdeya kuştinên zêde yên siyasetmedar û kesayetên Kurd ên li Silêmaniyê derdikeve holê. Di vê qetlîamê de jî şopa PDK û MÎT'ê heye.   Bi salan li ser Jineolojiyê dixebitî   Nagihan Akarsel ku li ser rojnamegeriya jin û Jineolojiyê gelek lêkolînên girîng kirine, bi salan e di çarçoveya xebatên Jineolojiyê de li Silêmaniyê dima. Nagihan li ser avakirina Akademiya Jineolojiyê li Silêmaniyê û avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê kar dikir.   Xebatkara çapemeniyê, nivîskar, lêkolîner   Nagihan berê di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin de rojnamegerî kiribû. Nagihan di navbera salên 2008-2014'an de li DÎHA'yê wekî nûçegihan û edîtor xebitî û piştre jî giranî da rojnamegeriya jinê. Nagihan di heman demê de di rojnameya Yeni Özgur Politik de jî qunciknivîskar bû. Nagihan di van salên dawî de ji bo zanista Jineolojiyê dixebitî.   Ji bo pêşxistina ramana azad têdikoşin   Nagihan di 12'ê Adara 2022'an de di axaftina xwe ya ji NÛJINHA'yê re diyar kir ku ji bo pêşxistina ramanegeriya azad divê têkoşîn bê dayîn. Nagihan got, "JI tiştên girîng ya yekem ramana azad e, ya duyemîn azadiya ram."   Xwedî fikra azad   Nagihan bal kişand ser girîngiya azadiya jinê û got, "Eger jin xwedî fikreke azad be, dikare li ser xwe û pêşeroja civakê biryarê bide. Eger jin xwe perwerde bike, dikare xwe bi rê ve bibe, civakê bi rê ve bibe û pirsgirêkên civakî çareser bike. Ji bo wê jî jin dema xwedî mejiyeke azad be jî divê di warê xebatê de xwedî rêbaz be."    Rêxistinbûn û perwerdeya jinan   Nagihan bal kişand ser xalên rêxistinî û perwerdehiya jinan û wiha digot: “Rêxistinên jinan, sîstema perwerdeyê û perwerdehiya malbatê sê navendên ku jin dikarin lê perwerde bibin in. Ji bo perwerdekirina zarokan divê di malbatê de cudahiya zayendî nebe.  Di asta rêxistinî de, divê rêxistin bizanin ku divê çi bikin û nekin. Bi taybetî nîqaşên newekheviya zayendî ya di çapemeniyê de bên rakirin. Perwerdeya rêxistinî û koordînasyon gelekî girîng e, Lê têkoşîn rê û çareseriya wê heye. Pêngava sereke ya ku divê rêxistin pê re bixebitin perwerdekirina jinan e, divê jin pêşî xwe pênase bikin û piştre jî mêran perwerde bikin. Ji bo jin bibe xwedî îrade divê di her qonaxê de bê perwerdekirin.”   Divê jin çarenûsa xwe diyar bikin   Nagihan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mafê jinan ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike heye û got, “Divê jin her tim xwedî nasnameya xwe be û her biryara xwe bi xwe bide. Divê biryar ne tenê di berjewendiya partî, siyaset, aborî û her aliyekî de be, biryar di berjewendiya hemwelatî, civak û gel de be. Biryarên li ser esasê berjewendiyên zihniyeta mêr tên dayîn, xizmetê ji civak û xwezayê re nakin. Zîhniyeta pergala serdest li gorî berjewendiyên takekesî û madî biryaran dide."   Kapîtalîzm êrîşî têkoşîna rêxistina jinan dike   Nagihan di bernameya Jinerjiyê ya  Medya Haberê de jî dîsa li ser têkoşîna azadiya jinê nirxandin kir û destnîşan kir ku ji ber pêşketina têkoşîna azadiya jinê kapîtalîzmê ewqas êrîşî jinan kiriye. Nagihan, çalakiyên Las Tesis ên ku li Şîlî dest pê kirin û li cîhanê belav bûn jî bi bîr xist û destnîşan kir ku pêvajoya pandemiyê a sala 2020'an dikare wekî "polîtîkayek ku dixwaze têkoşîna jinan rawestîne" were nirxandin. Her wiha Nagihan destnîşan kir ku destpêkirina nîqaşên zayendperestî, jinbûn û mêrbûn bi qasî van êrîşan xeter in.   Derbarê Nagihan Akarsel de   Rojnameger - Lêkolîner - Nivîskar. Li Konya Cîhanbeyliyê hatiye dinyayê. Piştî ku Zanîngeha Gaziyê Fakulteya Ragihandinê ya Beşa Rojnamegeriyê qedand, li Zanîngeha Enqereyê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Lêkolînên Jinê, lîsansa salekê wergirt. Di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de nûçegihanî û edîtorî kir. Di rojnameya Ozgur Gündemê ya rojnama rojane de wek qunciknivîs xebitî. Di rojnameya Yenî Ozgur Poltîka de jî nivîs dinivîsî. Di xebatên damezrandina kovara Ozgur Kadin de cih girtiye. Endama desteya weşanê ya Kovara Jineolojiyê bû. Gotarên wê di gelek kovaran de bi taybetî di kovarên Modernîteya Demokratîk û Jineolojiyê de hatin weşandin. Xebatên wê di bin banê Akademiya Jineolojiyê de berdewam dikirin.