Fîlîz Bûdak: Bêyî kurdan li Rojhilata Navîn aştî ne pêkan e 2022-08-31 09:04:28     MEXMUR - Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak, diyar kir ku îro dewletên ku şer dane destpêkirin xwe wekî aştîxwaz didin nîşandan û got: "Kurdistan dagir kirine, Ger ku Rêberê me girtî be û xweza talankirî bê gelo aştî li Kurdistanê pêkan e? Divê bê zanîn ku li dijî lîteratûra desthilataran li Rojhilata Navîn aştî bi pêşxistina Projeya Neteweya Demokratîk pêkan e."    Di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li gelek welatan bangewaziyên aştiyê tên kirin û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Bi taybetî di 1'ê Îlonê de  bangewaziyên gelan a ku bi şer re rûbirû mayî û her wiha bangewaziyên desthilatdaran li her qadê deng dide. Gelo di şert û mercên heyî de ji bo Rohilata Navîn û Kurdistanê divê aştiyeke çawa pêk bê? Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.    Fîlîz, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya 1’ê Îlonê û ev tişt got: “Di dîrokê de pênasekirina vê rojê hîn zêdetir bi 1’ê Îlona 1939’an de bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn re, bi wê ve dagirkirina Almanyaya Polonyayê vê derê tê destgirtin. Lê belê di sala 1981’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek fermî 'Roja Aştiya Cîhanê' tê pênasekirin. Cara yekemîn jî di 1’ê Îlona 1982’yan de bi fermî 'Roja Aştiya Cîhanê' tê pîrozkirin. Bê guman bi derketina şerê cîhanê yê duyemîn re manîdar e. Eynî demê de welatek welatekî din dagir dike. Almanya Polonya dagir dike. Li wê derê dagirkirina welatekî tê heye lê belê ew roj wekî 'Roja Aştiya Cîhanê' tê pênasekirin.”   Di literatûra desthilatdariyê de peyva aştiyê   Fîlîz, bi lêv kir ku di lîteratûra desthilatdariyan de hemû peyvên ku ji bo demokrasî, aştî û wekheviyê tên bikaranîn, pêwîste em baş bizanibin ku di nava koka wan de berjewendiyên hêzên desthilatdar hene û wiha bi lêv kir: “Ji bo civak û gelan tiştekî wisa bikare watekî xwe yê di asta rastiyê de hebe dernakeve holê, wekî Roja Aştiya Cihanê 1’ê Îlonê ku dane destpêkirin. Heta roja me ya îro mirov dikare bêje feydeyek vê ya, ya jî rastî jî wekî Roja Aştiya Cîhanê di vê derê de lê xwedî derketinek li gorî naveroka wê tevgerkirina van welatan çêbûye, çênebûye. Roja dagirkirina welatekî nabe wekî 'Roja Aştiya Cîhanê' were pênasekirin. Di roja destpêkirina şerê cîhanê yê duyemîn de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes birîndar bûn û bi dehan welat hatin dagirkirin. Lê belê ragihandina 'Roja Aştiya Cîhanê' bi xwe tê wateya tifaq û lihevhatin dewletên navnetweyî û parastina berjewendiyên wan dewletan."   ‘Hêzên ku ji bo aştiyê hatin Rojhilata Navîn'   Fîlîz, bi minasebeta 1'ê Îlonê wiha behsa rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir: "Ji bo kurd, kurdistanî û kurdên ku li Rojhilata Navîn dijîn 1’ê Îlonê hinek bêwate dimîne. Ji ber ku niha li ser vê erdnegariyê Şerê 3'yemîn e Cîhanê heye. Ji aliyek netewa kurd bi qirkirinê re rûbirû ye û ji aliyek din jî axa Kurdistanê bi talankirin û dagirkirinê re rûbirû ye. Gelê Kurd ji 'Roja Aştiya Cîhanê' tu nesîb negirtiye. Ji ber vê yekê jî têgeha 1'ê Îlonê 'Roja Aştiya Cîhanê' ji bo berjewendan hatiye avakirin. Li tevahiya welatên Rojhilata Navîn niha Şerê 3'yemîn a Cîhanê heye û bi destpêkirina bihara ereban re jî bêtir ereban ketin nav kaos û qeyranê. Netewe ereban bi hilweşandinê re rûbirû hiştin xistin nav şer, êriş û qeyranê. Ji Tûnûsê heta, Lîbya, Efganîstan, Iraq û Sûriyê hwd her di nav pevçûn û şer de bû. Li van welatan gelo herî zêde kî xwe wekî hêzên aştîxwaz, hêzên navbeykar dan nîşandan? Hêzên desthilatdar ên ku roja 1’ê Îlonê wekî 'Roja Aştiya Cîhanê' dane pênasekirin e. Ev hêz bi navê rizgarkirinê hatin Rojhilata Navîn. Tenê hezên xwe yên leşkerî bi cih kirin."    'Hem welatan parçe dikin û hem jî netewan'   Fîlîz Bûdak, wiha bal kişand ser nêzîkatiya berjewendan a li hemberî Rojhilata Navîn: "Ev hêzên ku xwediyê ragihandina aştiya cîhanê ne û xwediyê wê rojê ne, afrînekê wê rojê ne, li ser axa Rojhilata Navîn tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigerin û bi tu axayî aştiyeke mayîn de avanekirine. Berovajê wê tên wan hem welatan hem parçe dikin û hem jî netewên li wir dijîn dikin dijminê hevdû. Şerekî daîmî ku neyê çareserkirin didin avakirin û li ser vê bazirganiyê dikin. Li ser vê jî di nava raya giştî ya cîhanê de xwe wekî hêzekî navbeykar didin nîşandan. Aliyê din a girîng jî çek difroşin herdu hêzan. Bi vî awayî hem rantek mezin bi destdixin û hem jî mîsyonekî didin xwe. Kengî bixwaze şer dide sekinandin, kengî bixwaze li gorî berjewendiyên xwe şer dide destpêkirin."   Li ser sînorên Ewropayê koçberên Rojihilata Navîn   Fîlîz, daxuyand ku hêzên Ewropa û Emerîkayê li Rojhilata Navîn bûn hêzên ku kaos diafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev tişt me bi taybetî li Iraqê bi awayekî vekirî dît.  Di 2003’yan heta niha ketina Emerîkayê ya ji bo Iraqê bi tu awayî çareseriyekî ji bo Başûrê Kurdistana û Iraqê neaniye. Ji wê salê heta niha ne dewlet karî ser piya bimîne, ne partiyên ku bûne hikûmet karine aramiyek bidin avakirin û ne jî parlamentoya karî dewletê carekî din komî ser hev bike. Li Misirê û Tûnûsê heman rewş heye, hêzên çete ên terorîst ên ku bi destên wan hêzên navdewletî yên ku ji xwe re dibêjin aştîxwez ve hatine avakirin, her roj êrişê bajarên wan welatan dikin. Êrişên întîxarê pêk tînin. Talankirina cihên çandê û ferzkirina koçberiyê pêk tên. Heke îro li ser sînorên Ewropayê bi sedan koçber jiyana xwe ji dest didin ji ber aramiya ku dewlet îro pêş xistiye pêk tê. Ligel wan polîtîkayan xwe wekî hêzên aştîxwaz didin nîşandan. Gotin em ê Iraqê rizgar bikin û aştiyê bînin lê belê ji 2000’î vir ve li welat tu aramiyek pêk nehatiye. Iraq, Misir, Tûnûs, Lîbya, Efganîstanê û Pakîstanê heman rewş heye."   ‘Bi hêzên desthilatdar re aştî ne pêkan e    Fîlîz Bûdak di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa Kurdistanê: "Heke hêzeke aştîxwaz be 20 sal in bila qeyrana li Iraqê bide çareserkirin? Waye 10 sal in jî ketiya rojavayê Kurdistanê. Efrîn hat dagirkirin, Serêkanî hat dagirkirin. Ji hemû berhemên Rojava sûdê digirin û di heman demê de jî koalîsyon didin avakirin. Li ser petrola Rojava sûdê digirin. Aliyê din jî ji raya giştî ya cîhanê re jî wekî ku Rojava diparêzin xwe didin naskirin. Em her roj dibînin ku li Rojava komkujiyên mezin pêk tên. Ji aliyê Dewleta Tirk ve hem bejayî û hem jî hem hewayî êriş tên kirin. Tirkiye jî endamek NATO’yê ye û di bin serweriya Neteweyên Yekbûyî de tê parastin. Ji ber wan nêzîkatiyan ew hêz di hêla aştiya cîhanê de ji me re samîmî nayên. Gelê Kurd jî wekî netewên li Rojhilata Navîn bi êriş û komkujiyan re rûbîrû ne. Niha Kurdistan tê valakirin, xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, hemû zindiyên di nava wê xwezayê de tên şewitandin. Tu hêzekî Ewropî û Emerîkî yên ku xwe wekî parêzvanên aştiyê nîşan didin ji bo kurdan tiştek nekir. Her wiha îro bi madeyên kîmyewî û çekên kîmyewî ku di cîhanê de bikaranîna wan qedexeye, li ser xaka Kurdistanê tê bikaranîn. Hemû kes beramberî vê bêdeng e. Kî van çekan dide Tirkiyeyê? Hêzên navdewletî elbet. Heman hêz nikare xwe li Kurdistanê wekî hêzekî aştîxwaz û aştîperest bide pênasekirin. Mixabin xwe wisa dide naskirin. Lê belê ji bo me tu feyde û wateyeke wî nîne. Di şert û mercên heyî de bi dewletan re aştî, bi hêzekî desthilatdariyê re aştî û hêza ku hebûna civakê mûhatab nagere re aştî nepêkan e û ne."    ‘Aştiyek mayînde bi Rêber Apo re pêkan e’   Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz, di axaftina xwe de wiha behsa xalên aştiyeke mayînde kir: "Hêza ku hemû plansaziya xwe li ser hesabê madî, avê û enerjiyê avakiribe, bi wan re pêkanîna aştiyê tê wateya radestkirina parçeyeke axê, radestkirina vînê û radestkirina hêza parastinê. Li ser berjewendiyan tifaq tên avakirin û hevpeyman tên îmzekirin. Lê belê aştî bi civak û gelan re pêk tên. Her wiha ji bo me kurdan pêkanîna aştiyê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd pêk tê. Di bin şert û mercên tecrîda girankirî de gelo gengaze ku em li Kurdistanê behsa aştiyê bikin. Vîna me îro bi awayek fîzîkî dîl hatiye girtin. Ên aştiyê pêk bîne rêbertiya me ye. Gerîlayên Tevgera Azadiyê  yên ku parastina civaka xwe dike îro bi her awayî bi êrişê re rûbinû ne. Gengaze ku di van  şert û mercan de em behsa aştiyê bikin. Axa Kurdistanê ji hêla 4 dewletan ve hatiye dagirkirin û tu carî jî paşve gav navêjin. Kurdistan dagirkiribe, Rêberê me girtî be, li hemberî xwezeya Kurdistanê çekên kîmyewî bên bikaranîn, şerê ku bi hevpeymanên NATO’yê bên meşandin, aştî li Kurdistanê ne pêkan e. Kengê bi Rêber Apo re diyalog bê danîn û bi wî re muzakere bên destpêkirin vê demê em kurd dikarin behsa aştiyê bikin."   ‘Banga pêkanîna aştiyê ya ji dil'    Fîlîz, diyar kir ku bi salane kurd ji bo pêkanîna aştiyê di nav berxwedan û têkoşînê de nin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema dayikên kurd bang li raya giştî dikin dibêjin 'dilê me şewitî, bila dilê dayikên din jî neşewite'. Di bangewaziyên wan de maneviyatek heye û mirovahiyek heye. Kezaba wan dayikan bi çekên kimyewî tên şewidandin û dîsa bang dikin. Ev bang, banga herî bi dil e. Tevgera Azadiyê ku ji bo azadiya Kurdistanê 40 sal in têdikoşe. Ev 50 sal in jî Rêberê me ji bo aştiya li Rojhilata Navîn di nav têkoşînê de ye. Bangewaziyên ku kurd dikin pir bi nirx in. Ji ber ku tên qetilkirin, tên qirkirin, tên koçberkirin, wêrandibin, xîzan dibin lê dîsa banga aştiyê dikin. Kurdên ku emrê wan di zindanan de derbas bûne jî banga aştiyê dike. Ên ku welatê wan hatiye dagirkirin gelê Kurd e, ên ku banga aştiyê dikin dîsa ew in."   ‘Tunekirina dîrokê tunekirina netewan e’   Fîlîz, da zanîn ku bi şer re çand û dîrok tê windakirin û wiha axivî: "Em li ser axa xwe wek biyanî dijîn. 28 sal in li Wargeha Mexmûrê penaber in. Em êşa jiyana ji dûrî axa xwe baş dizanin. Dijminê me cih û warê me şewitand, mal û milkê me talan kir, çanda me tune kir. Dema DAIŞ êrişî Mûsûl û Bexdayê kir hewl da ku çanda li vir a netewî tune bike. Li Şengalê û rojavayê Kurdistanê ev tişt kir. Dîrokê tune dikin. Tunekirina dîrokê tunekirina netewan e. Li ser erdnegariya ku heftê mîlyon kurd lê dijî, çandek û dîrokek wê heyî divê tune neyê hesibandin. Gelo bêalternatîf dê li Rojhilata Navîn aştiyek mayîn pêkan e? Li Rojhilata Navîn pergala alternatîf Projeya Netewa Demokratîk e. Bêgûman li Rojhilata Navîn bêyî Gelê Kurd aştî jî ne pêkan e."   ‘Ji bo jiyaneke bi rûmet aştî'    Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz di axaftina xwe de behsa penabertiya 28 salan a Mexmûrê kir û piştre wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em 28 sal in li Mexmûrê penaber in. Em ji ber zilmê penaber bûn. Me li vir jî bi komkujiya DAIŞ’ê re rûbirû man. Her wiha li vir jî êrişên Dewleta Tirk didome. Her roj balafirên şer ên bêmirov li esmanên Mexmûrê difirin. Em ji bo pêkanîna aştiyê banga dawî anîna komkujî, qirkirin, talankirin, dagirkirinê dikin. Pêwîste ev banga me neye piştguhkirin. Hêviya me ew e ku ev 1’ê Îlonê ne tenê di gotinê de di pratîkê de bibe 'Roja Aştiya Cîhanê'. Bila ji bo aştiyê gav bên avêtin. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin."