Mizgîn Ronak a ku tehliye bû: Ez azadiya xwe diyarî, kesên têkoşer dikim 2022-08-12 09:13:09     Rojda Aydin-Gulistan Dursun    STENBOL - Nivîskar Mizgîn Ronak a ku piştî 30 salan gihîş azadiya xwe wiha got:"Edaleta ku dereng hatî ne edalet e. Azadiya dereng mayî jî ji bo min ne azadî ye. Ez bi ‘Ey Reqîp’ ji zindanê derketim. Ez azadiya xwe diyarî, kesên têkoşer dikim."    Nivîskar Mizgîn Ronak a 30 sal in girtîbû ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê, di 10’ê Tebaxê de hat tehliyekirin. Mizgîna ku di sala 1992’yan de hîn 19 salî bû li Amedê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û bi idiaya “endamtiya rêxistinê” 30 sal ceza lê hat birîn.   Gelek berhem nivîsiye   Mizgîn, di sala 1973’yan de li gundeki Licê ya Amedê di nav malbatek welatparêz de hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tevlî refên azadiyê bûye. Di tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Ligel hemû astengiyan bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir. Her wiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin. Weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. Pirtûka “Sêv jî me dikûjin” dîwana wê ya yekem e. Her wiha pirtûkên wek “Dilavî”, “Nobedarê Gulên Kobanê”, “Gorçiya Ne Em” û “Rojhat” jî nivîsiye. Çîrok, helbet û romanên ku nivîsiye ji aliyê weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin.   Bi nexweşiya pençeşêrêye   Her wiha Mizgina ku li girtîgehên Êlih, Sêwas, Mêrdîn, Elbistan, Çewlig û Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê ma, gelek caran ket greva birçîbûnê. Mizgîna ku tansiyona wê ya bilind heye, nerehetiya wê ya gurçikan heye û emeliyeta guatirê jî derbas kiriye. Her wiha ji aliyekî ve jî tedawiya pençeşêra memikan dibîne. Mizgîn roja çarşemê hat tahliyekirin. Ji aliyê din Mizgîn jina girtî ya duyemîn e ku piştî 30 salan hate berdan.   Mizgîna ku tahliye bû ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Ji Komkûjiya Helepçe bi bandor bûm’   Mizgîn, anî ziman ku her kurdek ji bûyerekê bi bandor bûye û wiha got: “Ez hêj zarok bûm Komkûjiya Helepçe li ser min bandorek mezin kir. Ji strana ‘Li ser me ferman e’ û wêneyên zarokên Helepçe ku şehît ketin bandorek kûr li min kir. Di dilê min de bû wek agirekî. Dema me li wan wêneyan dinêrî mirov ji xwe re digot divê tu bibezî, biçî û nesekinî. Dema me li wan wêneyên zarokên ku hatin qetilkirin dinêrî me digot em ê heyfa we bistînin. Piştî wê min di nav xebatan de cih girt û têkoşîn ji nêz ve nas kir. Beriya wê jî min bi dîrokê hinekî zanîbû. Mirov kengî li straneke kurdî guhdar dikî di navê de dîrok, êş û jan heye. Mirov dizane ku derd û kulên kurdan heye. Lewma mirov nikare bi tenê bi bûyerekê re girê bide. Mirov, bûyînek bêsînor e, diherike û roj bi roj kêlî bi kêlî çêdibe. Ne rast e ku mirov tenê bi bûyerekê ve girê bide. Belê hin tişt bi hin bûyeran dest pê dikin, lê bûyer hemû hevdû temam dikin.”   ‘Bûm serhêldanek Kurdistanê’   Mizgîn, da zanîn ku piştî strana “Li ser me ferman e” guhdar kir şûnde biryar daye ku di nav têkoşînê de cih bigire û wiha axivî: “Min ji xwe re digot ‘ger rewş wiha be ez nikarim normal bijîm, bê bertek bisekinim û bê serhildan û bê berxwedan bimînim’. Min dît ku ez jî bûme serhêldanek Kurdistanê.”   'Xeyalên herî azad di zindanan de ne'   Mizgînê, destnîşan kir ku ji ber xebat û têkoşîna ku dida hatiye girtin û ev qas dem e dîlgirtî ye û wiha domand: “Xwestin dengê min qut bikin. Lê belê min di nava çar dîwaran de têkoşîna xwe domand û pirtûkên xwe nivîsand. Hemû kes jî dizane ku rewş û jiyana girtîgehê çawa ye. Lê girtîgeh ji bo girtiyan wek tabûtekê ye. Wek mirina bi saxî ye. Kal û pîrên me vê gelek caran anîne ziman û gelek rast dibêjin. Girtîgeh bûne gorên tomeriyê. Tomerî çawa ku li çiyê hebûn, li zindanan jî gorên tomerî hebûn. Lê mirov di aliyê organîk te zindî bûn. Ji ber vê yekê berxwedan gelek girîng e. Em hemû jî baş dizanin ku sembola berxwedanê kî ye. Berxwedana heval Mazlûm Dogan roja ku dest pê kiriye heta roja me ya îro tê. Dema ku mirov dibêje zindan, tiştên ku bên gotin gelek zêde ne. Belkî mirovên herî azad ên di girtîgehan de ne. Wekî ku tê gotin xeyalên herî azad di zindanan de ne.”   ‘Azadî di fikir de’   Mizgînê, bi lêv kir ku girtiyên ne di girtîgehê de, kesên niha li derve ne ne azad in û got: “Azadî ne tenê tiştekî fîzîkî ye. Dibe ku beden azad be, lê belê azadî qet tune ye. Ev ne wek teseliyekê ye. Lê hebûna zindanan dike ku mirov xwe bixapîne. Hem têgehên azadiyê qirêj dibe û hem jî wateya wê kêm dibe. Yên li zindanê girtîne, yên li derve, azad in? Na ne wisa ye. Belê yên di zindanan de her çiqasî di aliyê fîzîkî de azad nebin jî yên derve jî qet ne azad in. Divê mirov xwe nexapîne û vê ji holê rabike. Azadî di fikir de ye ne tenê fizîkî ye. Belê azadiya fîzîkî girîng e, lê bi tenê ew têr nake. Ger ku wisa bûya dê hemû cîhan azad bûya. Niha hem rewşa Tirkiyeyê û rewşa dinyayê li holê ye. Bûye wek xirbeyekî. Tu kes ne bextewar e û ne jî azad e. Ji ber vê yekê jî azadiya fîzîkî ne azadî ye. Ger ku wisa bûya, dê bi tenê yên di girtîgehan de ji azadiyê mehrûm bûna, yên li derve jî wek gul û gulîstanan geş bûna. Lê belê ne wisa ye. Ji ber vê yekê jî hewce nake mirov behsa zehmetiya girtîgehê bike. Agirekî gur hebû û me jî xwe tevlî wî agirî kir. Em jî bûne perperîkê evîndarê agir. Ên ku evîndarê agir bin li ku derê bin jî dikarin bijîn. Ji bo ku ew agir venemire xwe jî û canê xwe jî tevlî wî agirî dikin.”   ‘Min gelek bêriya bêhna demsalan kiribû’   Mizgînê, destnîşan kir ku di girtîgehê de jiyan gelek cuda ye û ev tişt got: “Di girtîgehê de demsal tûnebûn. Ji ber vê yekê jî mirov bêriya her çar demsalan dike. Min jî gelek bêriya bêhna demsalan kiribû. Ji ber ku di nava çar dîwaran de demsal tune ne.”   ‘Azadiya derengmayî jî ji bo min ne azadî ye’   Mizgînê, di dawiya axaftina xwe de got edaleta ku dereng hatî ne edalet e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Edaleta ku dereng hatî ne edalet e. Azadiya dereng mayî jî ji bo min ne azadî ye. Ez bi ‘Ey Reqîp’ ji zindanê derketim. Dema ez biçim Amedê jî ji bo Qazî Mihemed û şehidên sêdarê ez ê biçim. Ji Şêx Saîd bigire heta Qazî Mihemed û mixabin li rojhilat hîn jî didome. Berî çend rojan dîsa yek daliqandin. Ji ber vê yekê ez vê azadiyê diyarî wan dikim. Diyarî kesên têkoşer dikim. Dema ku diyariyê wan dikim wateya wê azadiyê çê dibe. Di dilê mirovan de hestekî cuda çê dibe û mirov dibêje ev azadî ya wan e. Dema ez çûm Amedê jî ez ê bi van hestan û xwendina ‘Ey Raqîp’ biçim. Ez ê azadiya xwe li wir jî diyarî wan bikim. Li hember sêdarê, firiyan asîmanan. Ev azadî ji bo şehîdên sêdarê ye. Ez bi hêviyê derketim û ev hêvî dê heta dawiyê bidome.”