Salîha Aydenîz: Li dijî vîna 'Ez ê di nava hefteyekê de çareser bikim' tecrîd hat kûrkirin 2022-08-06 11:03:37     Derya Ren   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 7'ê tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û got "Ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêkan çareser bikim", lê hikûmet tecrîdeke mutleq pêk anî û got: "Ez li ser mijara rakirina parêzbendiya xwe naxivim, ji ber ku mijara me ya esasî tecrîd e."   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de di encama çalakiya greva birçibûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Leyla Guven, bi hezaran girtiyên herêm û Tirkiyeyê û li derveyî welat, karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Her wiha Abdullah Ocalan yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’î de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Abdullah Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû û ev hevdîtin jî di niviyê de hat qutkirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, derbarê polîtîkayên tecrîdê, têkoşîna gel a li dijî tecrîdê û mijara rakirina parêzbendiyê de ji ajansa me re axivî.    'Di 15'ê sibatê 1999'an de tecrîd dest pê kir'   Salîha di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser dest pêka tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan: "Ji sala 2015’an û vir ve tecrîdeke mutleq heye. Helbet divê ev rewş ji 5’ê nîsana 2015’an û vir ve neyê girtin. Ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve ev rewş divê bê destgirtin. Piştî ku birêz Ocalan li Tirkiyeyê dîl hat girtin, tecrîd dest pê kir. Lê belê pergal û pêkanîneke taybet Îmraliyê heye. Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê zelal e, lê belê ger em li Îmraliyê binerin bi awayekî taybet, hiqûqa taybet û astengî heye. Mînak berê hincet "keştî xirab bûye" û niha jî hincet "cezayên dîsîplînê" ye . Belê, 23 sal in li Îmraliyê tecrîd didome. Em dikarin bibêjin ku ji roja desthilatdariya AKP'ê û vir ve, qadên aborî, siyasî, civakî, civakî, dîplomatîk û hiqûqî yên welat tê de her ku diçe kûrtir bûye û tecrîdek heye.   'Dijminatiya li hemberî kurdan didomîne'   Salîha diyar kir ku dixwazin li welat pergaleke yekparêziyê ava bikin û got: "Ji bo pergala xwe pêşniyarên ku ji bo çareseriyê tên kirin paşguh dike, dixwaze dengê Birêz Abdullah Ocalan qût dike û di tecrîdê de israr dike. Em wek partî, siyasetmedar û gel li dijî vê yekê çalakiyan li dar dixin. Li aliyê din pirsgirêka kurd a ku di avakirina Komara Tirkiyeyê de heta niha nehatiye çareserkirin, Birêz Ocalan rê û rêbazên çareseriyê li pêş dixe. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û aştiyane têdikoşe. Tirkiye niha gelek qeyranan dijî û sedema van qeyranan jî ji ber dijminatiya li hemberî kurdan de israr dike. Dixwaze pergala xwe ya yekparêziyê bi operasyonên leşkerî, siyasî, kuştin, komkujî û kuştina jinan bi domîne."   Domandina operasyonên siyasî    Salîha di axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîn û çalakiyên ku li dijî tecrîdê pêk hatî: "Ji bo ku hûn li Tirkiyeyê mafên xwe bikar bînin divê timî têbikoşin. Ji bo vê yekê, divê hûn di qada gelemperî de zemînek çêbikin. Di van 7 salên dawî de li hemberî kesên ku di siyaseta demokratîk de israr dikin de operasyonên siyasî pêk tînin, Ji bo ku Tirkiye qanûn û makezagona xwe bi cih bîne, Gelê Kurd û jinên kurd her tim li qadan li ber xwe dan. Ne tenê di salên 2018-2019’an de, ji sala 1999’an û vir ve her tim li pêşiya fikrên Birêz Ocalan ên ku bigihêjin raya giştî astengiyek heye. Di vê çarçoveyê de di salên 2012, 2016, 2018-2019 û 2021’an de ji bo fikrên Birêz Ocalan bigihêje raya giştî grevên birçîbûnê hatin lidarxistin." Greva birçîbûnê ya sala 2018'an   Salîha Aydenîz da zanîn ku di sala 2018'an de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û derbarê çalakiyê de wiha axivî: "Ji bo ku Tirkiye hiqûqa xwe bi cih bîne û fikr û ramanên Birêz Ocalan bigihêje raya giştî, her tim çalakî hebû. Greva birçîbûnê ya ku di sala 2018’an de bi Leyla Guvenê dest pê kir, piştre li hemû girtîgehan belav bû. Di heman demê de ev çalakiya greva birçîbûnê li gelek welatên cîhanê belav bû. Birêz Ocalan bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derxistiye pêş, pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike û bi baweriya xwe ya ku gelên Rojhilata Navîn dikarin perspektîfa ava bikin, ji bo berdewamkirina çalakiyan bû sedem Ev greva birçîbûnê ne tenê li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ye, pêvajoya ku gelek beşên li derve jî piştgirî dan çalakiyê û beşdarî çalakiyê bûn. Di vê mijarê de nîşaneya wê yekê bû ku bi milyonan kes perspektîfa Birêz Ocalan erê kir û baweriya wan bi çareseriya birêz Ocalan heye. Birêz Ocalan stûnek girîng a pêkanîna hiqûqa Tirkiyê û derketina ji van qeyranan bû. Me jî erka xwe ya rêxistinkirin û ronîkirina lingê civakî ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji aliyê bi hezaran kesî ve hatiye destpêkirin, bi cih anî. Jixwe civak ji vê re amade bû û li bendê bû. Piştî têkoşînê bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Lê piştî hevdîtina di 7’ê Tebaxa 2019’an de dîsa rewşeke tecrîdê derket holê. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku hikûmet ne alîgirê çareseriyê ye, li şûna ku pirsgirêkê çareser bike faşîzmê didomîne."    'Ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêkan çareser bikim'   Piştî 8 sal şûnde parêzer di 2-22'yê gulan û 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pêk anîn û piştre carek din tecrîda girankirî hat destpêkirin, derbarê mijarê de Saliha wiha nêrînê xwe anî ziman: "Desthilatdariya AKP-MHP’ê her tim bi kaos û krîzê li ser piyan dimîne û naxwaze ji kaos û krîzê rizgar bibe. Mînaka vê ya herî berbiçav jî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an bû. Ve demê hat diyar kirin ku ev îqtîdar êdî nayê xwestin. Encamên hilbijartinê yên di 7'ê hezîranê, encama hevdîtina bi Birêz Ocalan a di salên 2013-2015'an bû. Birêz Ocalan di hemû diyalogan de ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê rê û rêbazên çareseriyê pêşkêş kir. Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan pêk tê, ku di 28'ê Sibata 2015'an de ji gelên Tirkiye û cîhanê re hat xwendin, ji bo gelên Tirkiyeyê, jinan û ekolojiyê pêşniyarên çareseriyê bû. Sedema bingehîn a çareseriya çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2018’an de dest pê kirin, israra gel a ji bo çareseriyê bû. Birêz Ocalan di hevdîtina herî dawî ya 7'ê Tebaxê de diyar kir ku 'Ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêkan çareser bikim'. Hikûmetê li dijî vê îradeyê tecrîda mutleq hîn kûrtir kir. Ev îfadeyeke pir zelal bû ku hikûmet ne alîgirê çareseriyê ye, ji tarîtî, krîz û kaosê li ser piyan dimîne. Pişt re AKP’a ku bi MHP’ê re tifaq çêkir, zêdetir dest bi polîtîkayên şer û tundiyê kir."   'Yekane muxatab Birêz Ocalan e'    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha diyar kir ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul daxuyani da û got "Dê rê li ber hevdîtina Îmraliyê nagirin" lê belê dîsa hevdîtin hatin astengkirin û got. "Piştî gotinê astengkirina hevdîtinê tê wateya binpêkirina hiqûqê û kûrkirina tecrîdê. Di hilbijartinên sala 2019’an de bi taybetî jî di hilbijartina Stenbolê de me dît ku ji bo berjewendiyên xwe nameyek ji Birêz Ocalan anîn û hikûmet jî baş dizane ku çareserî bi Birêz Ocalan re ye. Ew baş dizanin ku Birêz Ocalan ne kesekî ku ji bo çareserî û berjewendiya partiyek, kes an jî beşekî biaxive. Ji vir em dikarin bibêjin ku Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna civakê diaxife. Cihê ku Birêz Ocalan lê israr dike û helwesta ku pêve girêdaye zemîna demokratîk e. Lê belê ji ber ku ev rewş ne li gorî hikûmetê ye, tecrîd kûrtir dibe. Ji ber ku Birêz Ocalan diaxive, çareseriyê derdixe pêş, hêviya çareseriyê diafirîne û demokrasî derdikeve pêş, di pergala îşkenceyê ya tecrîdê de tê israrkirin. Hikûmet jî baş dizane ku di çareseriya pirsgirêkê de yekane muxatab birêz Ocalan e û gel jî timî vê yekê îfade dike."   'Divê azadiya fîzîkî bê mîsogerkirin'    Saliha Aydenîz, destnîşan kir ku Gelê Kurd li her derê bi awayekî zelal radigihîne ku divê Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, mînaka vê yekê di 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de li qadên Newrozê derket holê. Salîhayê mijar wiha nirxand: "Lê gel jî diyar dike ku divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Rojhilata Navîn qazaneke kelandî ye, topa xwînê ye. Rojhilata Navîn cihê şer lê heyî ye. Dîroka destpêkirina 3'yemîn Şerê Cîhanê yê, wekî şerê Ukrayna-Rûsyayê tê dîtin. Lê belê li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji salên 90’î û vir ve didome. Birêz Ocalan diyar dike ku sedema berdewamiya vî şerî ew e ku Rojhilata Navîn 100 sal berê li dora mantiqa netew-dewletê ava bûye. Modela netew-dewletê ne modela gelên Rojhilata Navîn e, ji bo gelan bi hev re di nava aştiyê de bijîn diviya sîstemeke demokratîk bihata avakirin. Ji ber ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Birêz Ocalan ji aliyê hemû gelan ve tê xwendin û alternatîfa pergala kapîtalîst e. Gel di wê baweriyê de ne ku ne tenê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin, divê azadiya fîzîkî bê misogerkirin. Ji ber ku tenê rakirina tecrîdê tê wateya dîsa girtina Birêz Ocalan. Ji ber ku perspektîfa Birêz Ocalan wê demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn. Em weke partî diyar dikin ku divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bi civak, gelan û jinan re hevdîtinê pêk bîne."   'Bi ruhê seferberiyê têkoşîn bê dayîn'  Salîha, wiha bal kişand ser rê û rêbazên têkoşînê ya ku li dijî tecrîdê tê dayîn: "Têkoşîna ku tê dayîn ne hindik e, bedelek mezin tê dayîn. Li her qadê têkoşînek heye. Ji jinan heta ciwanan, ji kalan heta beşên çep-sosyalîst têkoşîna azadî û demokrasiyê heye. Lê divê ev têkoşîn li ser xalên hevpar bên cem hev. Divê li dora daxwazên hevpar bên cem hev. Têkoşîn divê bi giştî bin, li ser hedefê bin û berdewam bin. Ger berdewamî bidome, em dikarin encamê bigirin. Greva birçîbûnê ya di salên 2018-2019’an de 6 meh dewam kir û di dawiya 6 mehan de bi Birêz Ocalan re gelek hevdîtin hatin kirin. Di vê pêvajoyê de gelek bedel hatin dayîn, şehîd û kesên ketin rojiya mirinê. Ev têkoşînên pir girîng bûn. Tecrîd îro li hemû qadên civakê xwe dide der, çapemenî, perwerde, tenduristî, jin, ciwan û huner di bin tecrîdê de ne. Îro diyar e ku bi lez û bez ciwan koçî Ewropayê kirine. Xweza di nava tecrîdê de ye. Ger îro tecrîd di nava seferberiyê de bidome, divê bi ruhê seferberiyê li dijî vê zemîna têkoşînê bê avakirin."   'Hatîp, Leyla, Orhan, Musa û Semra...    Salîha da zanîn ku di 12'ê hezîranê de meşek hat organîze kirin û piştre jî derbarê rakirina parêzbendiyê de nîqaş hatin kirin û wiha mijar anî ziman: "Têkoşîna siyaseta Kurd ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk e. Di pergala heyî de hewl tê dayîn faşîzm bê avakirin û ev faşîzm jî hewl dide hewaya tirsê û dewleteke polîsan biafirîne. Meşa Gemlîkê meşeke pir girîng bû û li dijî tecrîdê bû zemîna têkoşîna hevpar. Heqaret, ahenga ku em pê re rû bi rû mane û mijara rakirina parêzbendiyê ji bo min tabloyeke pir zelal e ku Tirkiye dixwaze biçe ku derê. Axaftina li ser mijara rakirina parêzbendiya min ya bi lez û bez û avêtina gavên ji bo vê yekê eşkere ye ku ew çiqas asê mane, nikarin siyasetê bikin û nikarin bersivê bidin daxwazên civakê. Ev ji bo min bi xwe ne rewşek e. Nîşana wê yekê ye ku siyaseta demokratîk 30 sal e dijî. Ji rewşa Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Orhan Dogan, Leyla Guven, Musa Farisoglu û Semra Guzel ne cuda bû. Her wiha di sala 2016’an de di darbeya siyasî de Hevserokên HDP’ê hatin girtin, wekîlên me hatin girtin, Hevşaredarên me yên şaredariyan jî bi desteserkirina îradeya gel a bi pirsgirêka qeyûman re ketin girtîgehê. Heya ku siyaseta kurd di çareseriya pirsgirêka kurd de bi rê û rêbazên demokratîk israr bike, ev hikûmet û pergal bi van rêbazan darbeyên siyasî pêk bîne. Pirsgirêk pirsgirêka kurd e, pirsgirêka demokratîknebûna Tirkiyeyê ye."   'Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin'    Salîha di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser nîqaşên ku derbarê rakirina parêzbendiyê de tên kirin: "Di pêvajoyeke wiha de min nexwest behsa parêzbendiya xwe bikim. Ji ber ku dema ev qas pirsgirêkên jin, ciwan, krîza aborî û civakî hebin; di derdoreke ku em hewl didin zemîneke wiha ya giştî û civakî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk biafirînin, di vê pêvajoyê de min bi taybetî behsa parêzbendiya xwe nekir da ku pirsgirêk tenê li ser min nemîne. Ji xeynî min, gelek rêxistinên sivîl, rêxistinên jinan, partiyên me beriya niha axivîn û tiştên ku divê bên gotin gotine. Sedema neaxaftinê jî ew bû ku di nava tecrîdeke bi vî rengî ya giran de pirsgirêka me ya sereke û zemîna hevpar a xeta me ya têkoşînê neguhere cihên cuda. Min hilbijart ku ez neaxivim da ku pirsgirêka sereke ji çarçovê dernekevim û wê nekim mijara parêzbendiyê.  Di 100'emîn salvegera Komarê de têkoşîna tackirina Komarê bi demokrasiyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku heta ev komar neyê demokratîkkirin pirsgirêka demokratbûna Tirkiyeyê û pirsgirêka kurd çareser nabe. Ji ber vê yekê em di siyaseta demokratîk de israr dikin."