Birîna ku 92 sal in nakewe: Komkujiya Zîlanê 2022-07-11 09:04:12   WAN - 92 sal di ser Komkujiya Zîlanê re derbas bû û tevî vê dema dirêj a di ser re derbas bûye jî êş û birînên wê hîn zîndiyê. Komkujiya ku di pirtûkên dîrokî de derbas nabin bi vegotina pîr û kalan heta îro hatiye.   Di 12’yê Tîrmeha 1930’an de di dîroka kurdan de komkujiya herî mezin qewimî. Li herêma Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin.    Piştî ku di sala 1926’an de Biroyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê li dijî dewletê serî radike, Rêxistina Xoybûnê ku li Lubnanê hat damezrandin jî di sala 1929’an de beşdarî serhildanê dibe. Xoybûn ji bo ku şervanên bi awayekî belav şer dikin kom bike, ji Eşîra Berzencî Seyîd Resûl dişînin Geliyê Zîlan. Seyîd Resûl, bi koma ji 400 kesan pêk tê ya bi wî re Erdîşê dorpêç dikin. Piştî pevçûnên demdirêj serhildêr paşve diçin û derbasî Îranê dibin. Li ser vê yekê Derwîş Beg ê li Erdîşê serpel bû, mufrezeya xwe digire û Geliyê Zîlan dorpêç dike. Li Herêma Zîlan a ku eskeran ketin û derketina wê girtin 44 gund hatin şewitandin.     Piştî ku gund tên şewitandin bi hezaran kes, bi awayekî komî bi çekên otomatik tên kuştin, yên sax man jî tên sirgunkirin. Dest datinîn ser heywan û malên din ên gundiyan. Gundiyên ku di bin cenazeyan de man û nemirin û yên revîn mecbûr man ku demekî dirêj bi awayekî qeçax bijîn. Her çiqas hejmara kesên ku hatine kuştin weke 15 hezaran were diyarkirin jî şahidên demê û hin çavkaniyên din dibên hejmara rast ji 40 hezaran zêdetir e.   Têkildarî komkuijya ku li Geliyê Zîlanê hate kirin, 16'ê Tîrmeha 1930'î di rojnameya fermî ya dewletê de di Rojnameya Cumhuriyetê de wiha dihate ragihandin: "Li quntara çiyayê Agiriyê gundên ku ji eşqiya re mêvndarî dikirin bi temamî hatin şewitandin û gundî sewqî Erdîşê hatin kirin. Hejmara eşqiyayên di operasyona Zîlanê de hatin îmhakirin zêdeyî 15 hezar kesî ye. Tenê li pêşiya mufrezeyekê hezar kes hatin kuştin. 5 eşqiyayên li Geliyê Zîlanê asê bûn teslîm bûn. Şerê li vir bi rengekî mezin hate meşandin û Geliyê Zîlan lepalep bi cesedan tijî bû."   Serokwezîrê wê demê Îsmet Înonu jî di 31'ê Tebaxa 1930'î de ev daxuyanî da rojnameya Mîlliyetê ya wê demê: "Li vî welatî tenê mafê neteweya Tirk heye ku mafê xwe yê etnîkî û nijadî bixwaze. Mafê kesekî din ê bi vî rengî nîne. Yên ku bi propagandayên bêbingeh xapiyane, rêya xwe şaş kirine Tirkên rojhilatî ne."   Dewleta Tirk a ku li Geliyê Zîlanê qirkirin kir, herêm destpêkê bi temamî bêmirov hişt, piştre jî dest bi talankirina xwezayê kir. Geliyê Zîlan ku daristaneke xwe ya xurt hebû û cihê bi hezaran cûreyên heywanan bû, bû hedefa dewletê. Darên bi salan, bi hezaran salî yên li herêmê hatin birîn. Di serî de ga, pekovî û mihiyên çolî yên li herêmê gelek heywan hatin qetilkirin.   Dewleta Tirk ku bi deh hezaran mirov di gorên komî de veşart, piştre di sala 1978'an de Bendava Koçkopru çêkir û beşeke mezin a gorên komî di bin avê de hişt. Li Zîlanê dest danî ser xaka gel, di sala 1980'î de Tirkên Kirgiz û efgan lê bi cih kir û polîtîkaya Tirkkirinê meşand. Ji Kirgizan jî cerdevan ava kir.   Her wiha li Deşta Zîlanê  karê ji bo çêkirina Santralên Hîdroelektrîk (HES) di dema şewba koronayê de zêdetir bû. Du jê li Geliyê Zîlanê, du jî li Taxa Ilicayê tên çêkirin. Piştî ku Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) destûr ji bo çêkirina her çar HES'an da, şîrketê di sala 2013'an de dest bi kar kiribû, lê ji ber ku nekarî welatiyan qanih bike, ve carê gef xwaribû. Ji ber encam ji vê rêbazê jî negirt, ji bo karibe sala 2014'an dest bi kar bike, bi lez û bez dest bi desteserkirinê kiribû. Şêniyên herêmê jî doz li vê yekê vekiribûn û Daîreya 6'an a Desteya Şêwirmendiyê biryara cemawerîkirinê rawestandibû. Tevî vê biryarê jî şîrketê dema şewbê ji xwe re kir firsend û jinûve dest bi kar kir.    Zulfînaz Polat li gundê Kerxê dijî û gelek ferdên malbata xwe di komkujiyê de winda dike. Bavê Zulfînazê di komkujiyê de dibin cenazeyan de dimîne û xwe wisa ji mirinê rizgar dike. Zulfînaz diyar kir ku gelek gundî ji bo xwe ji mirinê rizgar bikin zarokên xwe digirin û berê xwe didin deverên bilind. û got: "Dema leşker dest datîne ser pez bavê min û hevalên wî berê xwe didin çiye, ji bo neyên kuştin. Her wiha 6 jinên ku ji komkujiyê rizgar bûn bi zarokên xwe re li çiyê xwe veşartibûn."   Zulfînaz, da zanîn ku gelek xizmên xwe di komkujiyê de winda kiriye û wiha axivî: "Bi sedan xizmên min hatin kuştin. Gundiyan birin li Haydarbeyê qetilkirin. Bi cilên wan hatin definkirin. Pîr û kalê me komkujiyê ji me re gotin û  em ê jî zarok û nebiyê re xwe re bêjin ku bila neyê ji bîrkirin."