‘Meşa Gemlîkê îradeya li dijî tecrîdê bû’ 2022-07-01 09:04:50   Marta Somek   STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Îknur Bîrol da zanîn ku Meşa Gemlîkê îfadeya îradeya li dijî tecrîdê bû û got: “Di dema ku Abdullah Ocalan der barê çareseriya pirsgirêka kurd de bi rê û rêbazên hevdîtin û muzakereyê fikrên xwe bi rayagiştî re parvedikir, pêşveçûn hebû. Ji bo tecrîd bidawî be wê têkoşîna me bidome.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîda giran de ye û 15 meh in bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Bi armanca tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî be û azadiya fîzîkî pêk bê li her çar alî cîhanê çalakî pêk tên. Di 12’yê hezîranê de bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) bi dirûşma "Em li dijî tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin Gemlîkê" li Gemlîk a Bursayê hat xwestin ku meşek pêk bê.   Ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi hezaran kes ber bi Gemlîkê ve ketin rê û tevî astengiya polîsan daxwazên xwe anîn ziman. Di meşê de gel daxwaza kir ku terîda giran bê rakirin û azadiya fîzîkî ya rêberê PKK’ê bê pêk anîn. Hevseroka Partiya Demokrat a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknur Bîrol, der barê meşa Gemlîkê de ji ajansa me re axivî.   'Civak tengezer kirine'   Îlknurê daxuyakirin ku Meşa Gemlîkê ya 12’yê hezîranê bi armanca tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan bidawî be pêk anîne û wiha dirêjî dayê: “Ev rejîma tecrîdê di serî de li Îmraliyê, bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Bi armanca civak dengê xwe bilind neke tecrîd giran kirine û hemû hêzên demokrasiyê, siyaseta demokratîk û civak bêzar kirine. Peywira saziyên demokratîk ev e ku edelet bê tesîstkirin û ji wekheviyê re zemînê amade bikin.”   'Divê dest ji van helwestan berdin'   Îlknurê, da zanîn ku Meşa Gemlîkê ji bo tecrîd bê rakirin pêk hat û wiha bi lêv kir: "Meş îfadeya îradeyê bû. Di heman demê de yên welat berbi tarîtiyê ve birine divê demildest dest ji van helwestan berdin. Lê wan bi awayekî tûnd berê xwe dan kesên meşiyan Gemlîkê. Li Kadikoyê jî şîdeta tûnd a polîsan hat jiyîn. Tirkiye êdî hatiye asta ku nikare behna xwe bigire. Pirsgirêka kurd bi rêbazên pevçûn û leşkerî çareser dikin. Lê divê dest ji vê berdin. Bi meşa Gemlîkê hat xwestin bê bibîrxistin ku ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk dikare bê çareserkirin.”   'Navnîşan Abdullah Ocalan e'   Îlknurê destnîşan kir ku aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha anî ziman: “Di dema ku Abdullah Ocalan der barê çareseriya pirsgirêka kurd de bi rê û rêbazên hevdîtin û muzakereyê fikrên xwe bi rayagiştî re parve dikir, pêşveçûn hebû. Ji bo tecrîd bidawî be wê têkoşîna me bidome. Meşa Gemlîkê ji bo vê pêngavek e. Em dikarin vê çareser bikin. Em li vê erdnîgariyê ji bo gel wekhev bijîn siyasetê dikin. Ji bo tevahî 87 mîlyon kesî siyasetê dikin. Tu pevçûn û şer heta dawî nameşin. Divê hemû civaka Tirkiyeyê ji bo çareseriyê gund bide. Divê muxalefet jî desthilatdarî jî vî dengê bibîhîze. Ev şer tu fêdeyê nade kesî. Tecrîd tu fêdeyê nade kesî. Ji ber vê jî em dibêjin ku ji bo pêngav avêtinê Meşa Gemlîkê vexwendî bû.”