'Wê Tirkiye ne tenê li Kurdistanê di asta navneteweyî de jî winda bike' 2022-06-29 09:04:18   Medya Uren   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana li Başûrê Kurdistanê xebatê dide meşandin Semîre Saît têkildarî êrişên deshilatdariya dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dîtinên xwe parve kir. Semîreyê wiha got:"Dewleta tirk vî şerî weke fersendek mezin dinirxîne û ne tenê bi armancekê ket Başûrê Kurdistanê, ji bo bigihêje armanca xwe hemû rêbazên qirêj dide meşandin. PDK ji vê re bingehê ava dike. Di serî de gelê başûr û hemû parçeyên Kurdistanê polîtîkayên PDK û Tirkiyeyê baş fam kiriye û li dijî wê bi bertek in. Bi yekîtiya kurdan re Tirkiye wê ne tenê li Kurdistanê, wê di asta navneteweyî de jî winda bike."   Desthilatdariya AKP-MHP'ê di 17'ê Nîsana îsal de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin. Rojnamevan Semîre Saît jî li Başûrê Kurdistanê xebatê dide meşandin. Semire têkildarî êrişên dewleta tirk bi ajansa me re nirxandinên xwe parve kir.   'Tenê armanceke Tirkiyeyê tune ye'   Semîreyê di destpêka axaftina xw de şerê dewleta tirk ê di 17'ê Nîsanê de yê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin bi bîr anî û got êrişên tên kirin bi vê dîrokê ve ne sînordar e û wiha berdewam kir: "Tirkiye bi salan e bi bernameyên cuda re êriş dike. Armanca wan bidestxistina destkeftiyên kurdan a li hemû parçeyan e. Em dibînin li Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê jî heman polîtîkayan dide meşandin. Ji bo kurd li cihekî nehewin her tiştî dikin û her rêbazî jî bi kar tînin. Ango niha bi awayekî hovanetir dikevin nav hewldanan. Ji ber ku tirkiye dixwaze bi şerê ku dike re çend tiştan bi hev re bi dest bixe. Yek ji wan armancan jî Peymana Lozanê ya ku xilasiya wê nêz dibe ye. Tirkiye Peymana Lozanê ji xwe re weke windahiyek mezin dibîne. Gelek cihên ku dixwest bi dest nexist. Niha jî ji bo bidestxistina wan cihan jî şer dide meşandin. Li hemberî desteserkirin û talankirina axa Kurdistanê jî Partiya Karkerên Kurdistanê weke astengiya herî mezin dibîne. Ji bo vê jî di serî de êrişê PKK’ê dike."   'Mafê mirovan tê binpêkirin'   Semîreyê diyar kir ku êrişa tê kirin, êrişek qirêj e û wiha pê de çû: "Dewleta tirk li gelek herêman çekên kîmyewî bi kar tîne. Ne tenê li çiyan di êrişên nav bajaran de jî bi kar tîne. Divê em diyar bikin ku ev ne kîmyebarana yekem e ku ji aliyê desthilatdariyê ve pêk tê. Di salên çûyî de jî ev çek hatin bikaranîn. Bi dehan kes bi vî rengî şehîd ketin. Ziyanek mezin jî dan jîngehên mirovan û lawiran. Di heman demê de talana xwezayê ji pêk tînin. Diyar e ku enfalek din bi ser gelê kurd de tînin. Ji derveyî şer jî hemû leşkerên xwe li cihên herêma Badînanê bi cih kirine û bi hejmareke zêde gund vala kirine. Zirar û ziyanên mezin didin jîngehan. PDK jî şîrîkê vê îxaneta tê kirinê ye. Wan zemînên herî mezin ji bo van şeran ava kirine. Wisa kirine ku dewleta tirk bi awayekî herî hêsan zext û zordestiyê li ser welatiyan jî bide maşandin. Ev hemû geşedanên li Başûr jî nîşan dide ku Tirkiye qanûnên şer jî binpê dike. Li vir mafê mirovan tê binpêkirin."   'PDK xweseriya Şengalê tehemul nekir'   Semireyê bal kişand ser dewletên di bin banê NATO'yê de cih digirin û wiha berdewam kir: "Divê êrişên li Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî tên kirin jî ji rêzê neyê girtin. Bi taybetî jî Şengal cihekî stratejîk e. Civaka êzidî piştî fermana 74'emîn xwe bi rêxistin kir. Ji bo xweseriya xwe û parastina xwe bi awayekî komînal xwe bi rêxistin kirin. Di heman demê de wargeha penameberan jî xwedî rêveberiyek cêwaz ku nav cîhanî de nimûne ye. PDK'ê tehemula Rêveberiya Xweser nekir. Bi dewleta tirk re ket nava hevkariyê. Êrişên hatine kirin û qirkinên pêk hatine bi hevkariya wan çêbû. Dewletên di nav yekgirtina NATO'yê de cih digirin jî şîrîkê van êrişana ne. Ji ber herî hêsan li beramberî binpêkirinên mafên mirovan ên tên jiyîn jî bêdeng in."   'Gelê Başûr şer naxwaze'   Semîreyê bi lêv kir ku li dijî van êrişan gerîla di çiyan de berxwedanek mezin dide û dîrokê dinivîse. Semîreyê eşkere kir ku di nav bajaran de Gelê Kurd berxwedanek mezin dide û axaftina xwe wiha domand: "Li gorî dîtinên xwe jî em dikarin bêjin nerazîbûnek mezin li dijî êrişên desthilatdariyê hene. PDK ji van êrişan re hevkariyê dike lê ev nayê wê wateyê ku gelê Başûr jî dibe piştgir. Li dijî wê gelê Başûr hemû bertekên xwe bi awayê herî hişk tînin ziman."   'Tirkiye li Başûr bi awayekî mezin winda kir'   Semîreyê diyar kir ku Tirkiye di medyaya xwe de propagandeyek ku pêşwaziya wê qet nîne dike û wiha lê zêde kir:"Weke ku tenê êrişê li dijî PKK'ê didin meşandin. Di wê çarçoveyê de jî hertim dibêje me wan qedand, ha em diqedînin. Lewra pêşwaziya van propagandeyên derew tune ye. Tirkiye ber bi hilbijartinekê ve diçe, ji bo di hilbijartinê de encama ku dixwaze bigire zorê bi kar tîne. Li gel ku qirkirina xwezayê, zarok û gundiyan dike, li gel ku çekên kîmyewî bi kar tîne jî binketinek mezin jî dijî. Bi rojan windahiyên mezin didin. Heta niha bi sedan cendirmeyên tirk hatin cezakirin. Lewra di medyaya xwe de qala van windahiyên xwe nakin. Jixwe em fêrî rêbazên siyaseta Erdogan a li ser Gelê Kurd dide meşandinê bûne. Gel ji êdî şiyar bûye. Îktidara ku dixwaze serkeftinek mezin bi dest bixe li beramberî têkoşîna Gelê Kurd binketinek mezin dijî. Wê di bernameyên xwe de, di şerê dide meşandin û hilbijartinê de jî serkeftinê bi dest nexe."   'HDP ji bo hemû gel nimûneyek mezin e'   Semîreyê diyar kir ku rast e li Başûr bertekek bi hêz a gel xuyaye, lewra nerazîbûnên li Bakurê Kurdistanê werin nîşandan gelek girîng in. Semîreyê wiha axivî: "Em jî dibin şahid, li dijî şerê tê meşandin HDP aştiyê diparêze û ji bo vê mebestê jî dikeve nava hewldanan. Şandeyek a HDP'ê hat Başûr, hevdîtin û lêkolîn kir. Bi taybetî jî parlamentera HDP'ê Birêz Feleknas Uca bi mijarê re gelek eleqeder dibe. Hewldana jina siyasetmedar û partiya HDP'ê ji bo gelê Başûr jî dibe nimûneyek. HDP ruxmê hovîtiya îktidara AKP û MHP'ê jî li Tirkiyeyê siyasetek demokratîk dide meşandin. Ji bo vê jî têkoşînek bêhempa didin. Gelên ku vê yekê dibînin jî hêzê digirin. Ji bo gelê li vir ev nimûneyek girîng e. Gelê Kurd bi hêz û vîna xwe li berxwe dide. Ev berxwedana wan jî wê bibe sedem ku Tirkiye ne tenê li Kurdistanê, di asta navneteweyî de jî winda bike."   'Divê jin pêşengtiyê bikin'   Semîreyê bi van gotinan jî dawî li axaftina xwe anî: "Niha jî hikumeta PDK'ê Başûrê Kurdistanê di nava qeyranan de bi rê ve dibe. Li gel êriş û qirkirinên li ser xaka me pêk tên bê deng in. Bi bêdengiyê re namînin ji êrişan re zemînê ava dikin. Ev jî ji hişmendiya wan a takekes û berjwendîperest tê. Pêwîst e gel êdî bi awayekî mezin hişyar bibe ku li hemberî desthilatdariyê bi hêztir bibin bersiv. Ger em bixwazin dawî li êrişan bînin divê em rabin. Bi taybetî jî banga min ji jinên her çar parçeyên Kurdistanê re heye. Rast e li dijî her parçeyekî bi peyamanek û polîtîkayek cuda re hewl didin bibin asteng. Lê belê çawa ku li Rojavayê Kurdistanê jinên kurd ji serhildanê re pêşengtî kirin divê em li her deverê pêşengtiyê bikin."