Girtina Safiye Alagaş êrîşa li hember JINNEWS’ê ye 2022-06-17 09:05:25     AMED - Di nav de midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 16 rojnameger hatin girtin. Bertên li dijî girtina rojnamegeran didome. Jinan diyar kirin ku girtina Safiye Alagaş êrîşa li hember JINNEWS’ê ye û  bi krîminalîzekirina JINNEWS’ê hewl didin dengê têkoşîna jinan bibirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polîsan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man. Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine, hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Di dema îfadeyên emniyetê de 22 kesên di bin çavan de mafê bêdengiya xwe bi kar anîn û di lêpirsîna dozgeriyê de ji midûra ajansa me Safiye Algaş naveroka nûçeyan hat pirsîn.   Saziyên Civaka Sivîl (STK), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan. Lê balkêş e ku ji sazî û kesên ji xwe re dibêjin em muxalîf in tu daxuyanî nehat dayîn.   ‘Em ê dest ji heqîqetê bernedin’   Rojnameger Fatoş Sarikaya ya xwediyê rojname û malpera Kadindan Haber a li Mersînê weşanê dike, diyar kir ku 16 rojnameger bi hawekî dijhiqûqî hatine girtin û wiha pê de çû: “Ev girtin tê wateya girtina rojnamegerî û heqîqetê. Divê îro em bibin dengê rojnamegeran. Ev girtin ne tenê li hember rojnamegeran, êrîşek li hember mafê girtina nûçeyan a gel e. Em wek rojnameger bêdeng namînin. Em ê li dijî polîtîkayên çewisandinê bi têkoşîn û piştevaniyê bibin bersiv. Em ê tu car dest ji heqîqetê bernedin.”   ‘Dixwazin Jinnewsê krîmînalîze bikin’   Fatoşê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girtina Safiye Alagaş û wiha dawî lê anî: “Girtina Safiyeyê êrîşek li dijî JINNEWS’ê ye. Dixwazin JINNEWS’ê krîmalîze bikin û dengê jinan bibirin. Em ê jî wek rojnamegerên jin li pey heqîqetê bin. Rojnamegerî ne sûc e.”   ‘Hewldan Jinnewsê bêdeng bikin’   Parêzer  û endama Platforma Demokratîk a Dîlokê Dîlan Aydin jî bi lêv kir ku faliyetên rojnamegeran dibin mijara sûc û wiha dirêjî dayê: “Tevê mafê azadiya çapemeniyê bi destûra bingehîn tê parastin jî niha tê darizandin. Di vê mijarê de destûra bingehîn di bin lingan de ye. Desthilatdarî naxwaze rastî derkevin holê. Ji ber rewşa welat li holê ye. Dixwazin hemû gelan biçewisîne. Li aliyê din jî bi operaysonê dixwazin Jinnewsê bêdeng bikin. Ji bo çapemeniya azad bêdeng bikin her tişt tê kirin. Rejîmeke li ber hilweşînê ye êrîşê jinan, kurdan û rojnamegeran dike. Em ê wekî hiqûqnas bi çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de bin.”   ‘Demildest berdin’   Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Gursoy jî wiha balkişand ser mijarê û wiha got: “Desthilatdarî 20 sal in li ser jinan polîtîkayên cuda dike dewrê. Bi vê re hewl dide jinan biçewisîne. Girtina rojnamegeran bi taybet girtina rojnamegerên jin biryarek dijhiqûqî ye. Divê kedkarên çapemeniyê demildest bên berdan.”