'Jin di Rêveberiya Xweser de xwedî roleke çalak e' 2022-06-15 09:03:26     Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî kar û xebatên jinê ya Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevseroka Desteya Jinê ya Herêma Firatê Cîhan Derwîş wiha got:"Di qada giştî de, jinan sazî û rêxistinên xwe yên taybet weke Kongreya Star, Mala Jinan, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), HPC-Jin, Hîlala Zêrîn, Yekîtiya Jinên Ciwan, ekademî, navenda lêkolînên Jineolojiyê û Meclîsa Jinên Sûriyeyê ava kirin. Her wiha di nava saziyên civaka sivîl de, partiyên siyasî, qada tenduristî, çandî, civakî, leşkerî, perwerde, diplomasî û hwd. xweserî û hebûna xwe diparêzin."   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin ji bo welatekî azad ku tê de xwedî maf û hebûneke mezin be, bi hêzeke xurt tev geriya. Jinan têkoşîneke berfireh da meşandin heta ku gihaştin kêliya serkeftinê. Bi giştî em dizanin ku piştî şoreşa rûmetê, jinan di her qadê de xwe bi cih kir. Her wiha xwe bi rê ve bir û xwediyê mîraseke mezin bûn. Ji ber vê yekê jî di nava Saziyên Rêveberiya Xweser de jin rola xwe dileyize, li dijî hişmendiya desthilatdar têdikoşe da ku welatekî azad û serfiraz ava bike.   Di vê çarçoveyê de Hevseroka Desteya Jinê ya Herêma Firatê Cîhan Derwîş ji ajansa me re nirxandin kir.   'Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin'   Cihanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sala 2012'an ku jin bi çi rengî bû, çiqas guherîn û wiha got:"Weke em dizanin jin di nava civakê de, bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelek gavên pêşketî avêtin. Jixwe em dema behsa pêşketina jinê dikin wê demê em ji şoreşa 19'ê Tîrmehê de dest pê dikin. Her wiha têkoşîna li hemberî sîstema desthilatdar a ku jin û civak pê rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê ewqas berxwedan û tekoşîn jinê li hemberî desthilatdariyê daye. Bi hêza xwe, vîna xwe, li berxwe da û serkeftin nîşan da. Di heman demê de jî gelek zor û zehmetî li jinê hatiye kirin. Lê belê li dijî vê yekê jinê xwe da îsbatkirin û civaka xwe da afirandin."   'Jin di Rêveberiya Xweser de xwedî roleke çalak e'   Cihanê di nava axaftina xwe de bal kişand ser avakirina sîstema Projeya Netewa Demokratîk a Rêveberiya Xweser û wiha lê zêde kir: "Aliyê din ê ku ji tevahî cîhanê re balkêş hat, hebûna jinan a di nava şoreş û pergalê de ye. Jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji beriya şoreşê ve di bin sîwana Yekîtiya Star de bi rêxistin kirin. Ji ber vê jinê bi rengekî çalak rola xwe di şoreşê de lîstin. Her wiha di nava pergala Rêveberiya Xweser de rêbaza hevserokatiyê tê meşandin. Ev model jî wekheviya di navbera herdu zayendan de di aliyê biryardariyê û rêveberiyê de nîşan dide. Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li herêm, kanton, encumen, meclîs, deste û buroyan pergala hevserokatiyê tê meşandin. Her wiha Desteya Jinan a Serbixwe jî heye. Jin di Rêveberiya Xweser de xwedî roleke çalak e. Li rex hebûna jinan a di qada giştî de, jinan sazî û rêxistinên xwe yên taybet weke Kongreya Star, Mala Jinan, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), HPC-Jin, Hîlala Zêrîn, Yekîtiya Jinên Ciwan, ekademî, navenda lêkolînên Jineolojiyê û Meclîsa Jinên Sûriyeyê ava kirin. Her wiha di nava saziyên civaka sivîl de, partiyên siyasî, qada tenduristî, çandî, civakî, leşkerî, perwerde, diplomasî û hwd. xweserî û hebûna xwe diparêzin. Li ser vê bingehê heta niha di tu pergalên dewlet-neteweyan de proje û pergaleke bi vî rengî nehatiye bikaranîn."   'Parastina deskeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê bikin'   Cîhanê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew weke jin di nava Saziyên Rêveberiya Xweser de cih digire û wiha got:"Me xwe nas kiriye û em li ser projeya hevserokatiyê dimeşin. Lê belê em li kêleka vê yekê jî ji bo têkoşîna guhertina hişmendiya mêr jî li berxwe didin. Bangewaziya min ji tevahî jinên kurd ên xwedî hêz û berxwedan ew e ku bi hevdu re civakê bi rê ve bibin û parastina deskeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê bikin."