Buşra Elî: Êrişên li dijî kurdan polîtîkayeke navdewletî ye 2022-06-13 09:02:54   Sema Çaglak   NAVENDA NÛÇEYAN – Seroka Komeleya Jinan a Lûbnanê Buşra Elî, diyar kir ku li hemberî ereb û gelên din xetereyek mezin heye û got: “Jixwe liv û tevgerên dîplomasiyê ku bi Moskowa û Washingtonê ve têne kirin rasteqîn dike ku planên berfireh ji bo herêmê hene. Ev êriş bi pêjirandina hêzên navdewletî ve wekî Rusya û heta Îsraîlê ve tê pêjirandin. Lewma êrişên li dijî kurdan siyaset û polîtîkayek navdewletî ye.”   Li her çar parçeyên Kurdistanê rojeveke sereke heye, nîqaş û nirxandin li ser êriş û plansaziya Dewleta Tirk tên kirin. Bi taybetî jî êrişên Arteşa Tirk a ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a hemberî Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê bûye rojeva sereke ya kurd û ereban. Ji ber ku erebên ku li ser vê axê dijîn derbarê hewldana Dewleta Tirk de fikarên xwe bi komxebat, konferans û diyalogên kurd-ereban de tînin ziman.    Seroka Komeleya Jinan a Lûbnanê Buşra Elî, derbarê polîtîkayên ku li hemberî Rojhilata Navîn û Kurdistanê de tê meşandin ji ajansa me re axivî.    'Kurd û ereb xwedî li dîrokeke kevnar e'   Buşra, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkiliyên di navbera kurd-eraban de û wiha axivî: "Têkiliyên kurd û ereban xwedî dîrokek kevnar e û ne di encama têkiliyek îro ye. Gelê ereb û kurd nîştecihên, bi salan ên li vê herêmê ne. Lewra di navbera her du gelan de pêwendiyeke kevnar heye. Lê belê li herêma Rojhîlata Navîn, bi taybetî ev di sed salên dawiyê de piştî ku modela netew-dewlet pêşket kurd û ereb jî rêyekê cuda ji xwe re xêz kirin."   'Di nav gelan de polîtîkayên nîjadperestiyê pêş dixin'   Buşra, wiha bal kişand ser qutbûna têkiliyan: "Piştî xêzkirina rêyên cuda û encama polîtîkayên kesên serwer ku di rejîman de cih digire, ji hevdû qût kirin. Di nav gelan de polîtîkayên dijberiyê hat pêş xistin. Ji ber ku modela netew-dewletî herî zêdet xwe li ser yek al, yek netew, yek dewlet, yek ol, yek çand û yek zimanê ve dispêrîne û xwe ava dike. Lewra mixabin ev du gelên ku di nav pêwendiyek kevnar de nin ji neçariyê rêyên cuda ji wan re hatiye xêzkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê ku li deverên wan de kurd niştecih in û gelê wê derê ne, rejîmên serwer û desthilatdar hertim di navbera kurd û ereb, farîs û tirkan de pevçûnên cûrbecûr ava dikin û wan gelan li hemberê hevdû bikar tînin. Bi taybetî jî di salên dawiyê de li dijî van gelan polîtîkayên nîjadperestî, şowenîzm û faşîzmê hat pêşxistin. Ligel van siyasetan tê xwestin ku ew dewletên rejîm, serweriya xwe li ser van gelan mayînde bikin."   Tune hesibandina kurdan...   Buşra diyar kir ku ji her aliyan ve nasname û hebûn bi xetereyeke dijwar ve rûbirû hatiye hiştin û got: "Di avakirina dewletên nûjen de, pêkanîna neteweyî ya serxwebûna van welatan û li dijî dagirkirinê de rola kurdan xwedî taybetmendiyeke girîng e. Di demên borî de li Lubnanê konferansek pêk hat. Di konferansê de zanyareke ereb a Lûbnanê bi rengekê pir zelal û bi mînakên berbiçav, di encama lêkolînên berfireh de rola kurdan anîbû ziman. Ango di avakirina dewleta Lubnanê de li hemberê dagirkeriya Osmanî û Fransiyan de kurd rolekê çawa bingehîn û girîng listîne. Lê belê gava em lê dinêrin piştî avakirina modelên di netew-dewletan de, ev serxwebûn bûye serxwebûna nasnameya erebî hesabên li ser nasnameya kurdî. Bûye bingeha serwerkirina zimanê erebî ya li ser hesabên qedexekirina zimanê kurdî. Bûye bingeha serwer kirina çanda erebî li ser çanda kurdî ku were tunekirin û tune were hesibandin. Kurd tune tê hesibandin. Ji her aliyan ve wekî nasname, hebûn û Gele Kurd bi xetereyek gelek dijwar ve rûbirû hatiye hiştin. Ew jî wekî me got di encamam polîtîkayên rejim û kesên ku li ser wan erdnîgariyê de serwer bûne hatiye pêkanîn."   ‘Konferansa diyaloga kurd-ereb girîng bû'    Buşra Elî, da zanîn ku têkiliyên kurd û ereban ku xwedî dîrokek kevnar e, di encamam van polîtîkayan de nema ku hevdû nas bikin an jî bi hevdû re pêwendiyek rasteqîn pêk bînin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Beravajî vê di encama antîpropagandayên li dijî kurdan em dinêrin ku gelek rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar ên rejîmên serwer bibandor bûne, nema dizanin ku rastî û şaşitî li ku derê ye. Ew jî dibe sedem ku ji bo herdû gelan jî lawaziyek  cidî pêk hat. Ji bo herdu gelan jî pirsgirêkek azadbûyînê heye. Di encama van mijarên bingehîn de em wek rewşenbîr, aktîvîst, hunermend û sîyasetmedar bi konferansa dîyaloga kurd-ereban de hatin gel hevdû. Me gelek nîqaşên berfireh pêk anîn û di encamê de em gihiştin ku rolekê me ya bingehîn heye. Divê em hemû pêkhate li dijî van welatên serwer û zilmkar rolê xwe bilîzin da ku em ji wan siyasetên rejîmên serwer re bêjin bes."     'Gelê Ereb bertek nîşanî dagirkirina Başûr dan'   Buşra, wiha bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk ên li hemberî başûr û rojavayê Kurdistanê û bandora êrişan a li ser ereban: "Li Lubnanê di konferansê de êriş û dagirkeriya Dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdîstanê, rojavayê Kurdîstanê û bakurê Kurdîstanê gelek nîqaş hatin kirin. Xalê bingehîn ku di encama konferansê de derket pêş siyaseta dagirkeriya Dewleta Tirk bû. Di asta yekemîn de ew êriş li dijî her çar parçeyên Kurdîstanê tê meşandin. Lê belê bi taybet destpêkirina êrişên dawî ya li dijî Başûrê, bertekên gelek cidî ji hêla gelên ereb ve derketin pêş. Ji ber ku ev dagirkirin ne tenê bi deverên Kurdistanê ve bi sînordar e. Di heman demê de ew cihên ku tên dagirkirin lê gundên asuriyan, ermeniyan û ereban e."   'Polîtîkayeke navdewletî tê meşandin'    Buşra, destnîşan kir ku armanca wan êrişan cudaye û wiha qal kir: "Aliyek êriş dike û aliyek din jî gavekê destpêka ji bo berfirehkirina sînorên xwe yên Mîsaqê Millî ye. Ev êrişên Tirkiyê ne tê wateya ku wekî tevgerekê hewil bide li hin deveran dagir bike û dîsa vegere şûna xwe. Ev êrişên Tirkiyeyê ji bo mayîndekirina êrişên xwe ye. Heke Tirkiyê di armanca xwe ya asta yekemîn de bi ser bikeve wê berê xwe bide Şengalê. Ji ber ku êrişên li ser Başûr û Şengalê di heman wextê de çêbûn. Piştre wê berê xwe bide Rojavayê ya milê Cizîrê. Deverên ku nehatine dagirkirin dixwaze dagir bike. Jixwe ew gefên Erdogan ku di wan demen dawîn de tê kirin û her wiha liv û tevgerên dîplomasiyê ku bi Moskow û Washingtonê ve têne kirin rasteqîn dike ku planên berfireh hene. Ev êriş bi pêjirandina hêzên navdewletî ve wekî Rusya û heta Îsraîlê ve tê pêjirandin. Lewma êrişên li dijî kurdan siyaset û polîtîkayek navdewletî ye."   'Tirkiye siyaseta 'Birayên misilman' pêş dixin'    Seroka Komeleya Jinan a Lûbnanê Buşra Elî, di axaftina xwe de wiha bal kişad ser xetereyên êriş û pêşxistina siyaseta bi navê “Birayên misilman”: "Li hemberî gelên ereb û gelên din xetereyek mezin heye. Bi taybetî li Lubnanê ew mijar hat nîqaşkirin. Polîtîkayên Dewleta Tirk a li ser deverên ereb li gorî salên berê de pir zêde bûn. Tirkiyê li Lubnanê di bin navê alikariya mirovane de bi navê saziyên sivîl ên cûrbicûr dikeve nav kampên Fîlîstîn û Sûrî. Bi taybet li sînorê bakurê Lubnanê û Sûriyeyê û Rojavayê de dikeve nav kampên wan welatiyên ku li wir bi cîh bûne. Bi taybetî piştî teqîna Beyrûtê ya 2’yê tebaxa 2020'ê de em dibinin ku Tirkiyê bêtir rolekê girîngtir daye xwe ku di hundirê Lubnanê de kar û barê xwe zêdetir dike. Em ji bîr nekin ku di serdema Osmaniyê de li Lubnanê gelek deverên xwe girtibû û Lubnan di bin serweriya Osmaniyan de bû. Ji ber vê niha Tirkiyê bi taybet di şexsê Erdogan de carek din tê xwestin ku Lubnan wekî wîlayetek di bin serweriya wan de were îdare kirin. Daku hemû deverên din ku di serdema Osmaniyan de hebûn bixe bin serweriya xwe. Yanî ev projeya Misaqê Millî tenê beşên Kurdîstanê naxe hundirê xwe. Wekî Helep, Ezaz û Cerablusê jî tê de nav gelek dever dixe nav xwe. Wekî solê eskerê tirk gihiştiye kîjan deverê ew xaka tirkan e tê nihêrtin. Nexasim têketina wê ya nav karên hundirîn li gelek welatên Rojhîlata Navîn bigire heya ku welatên Bakurê Efrîkayê ango, Tunis, Lîbya, Misirê tevlîheviyan pêk tîne. Ev siyaseta xwe jî di bin navê “birayên misilman” pêş dixîne.    'Komîteyek hat avakirin'   Buşra, diyar kir ku li dijî plansaziya Tirkiyeyê komîteyek ji bo xurtkirina têkîliyên kurd û ereban li Lubnanê hat avakirin û got: "Her wiha bi vî yekê wek sekn û helwestek li dijî dagirkirina Tirkiyê li hemberê kurd û ereban de were nişandan. Biryarên bi vî rengî di konferansê de Lubnanê de derketibûn pêş. Ez bi bawerim ku di demen pêş de jî xebatên bi vî şiklî were çêkirin."    'Ji bo aramiyê divê jin rola xwe bilîzin'    Buşra, daxuyand ku ji bo aramî û îstîkrarê pêwiste ku rolekê jinan a resen û staratejîk were dîtin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku heke rolekê jinan a stratejik tune be tu şoreşekê serkeftî nabe. Mînaka wê ya herî şênber bê guman Şoreşa Rojavayê ku niha gelek deskeftiyên mezin a jinan hatine bidest xistin. Rolê jinê di vê ne tenê di mijara siyasî de pêwîste ku di hemû mijarên civakî de rolekê girîng bilîze. Daku em bikaribin bigihênin azadiya xwe ku têde wekhêvî û edaletek civakî hebe. Li dijî van êrişên berfireh jî bêguman rolekê me ya jinan a rasteqîn û bingehîn heye ku em bi awayekî aktif bilîzîn."   'Divê em xwedî li paradîgmaya Ocalan derkevin'    Buşra, diyar kir ku Dewleta Tirk hovane êrişê nasnameya kurdên azad dike û got: "Êrişekê li ser teoriya netewa demokratîk ku birêz Ocalan pêşkêşî gelên herêm û yê hemû jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayî kiriye. Ji bo ku em bikaribin li hemberê van êrişan wekî jinan helwestek dayînin divê em ji projeya netewa demokratîk û fikr û paradîgmayên birêz Ocalan re xwedî derkevin. Daku em bikaribin bi renegekê rast û amûrên rast xwedî li têkoşîna Ocalan derbikevin."   ‘Li dijî êrişan divê em rêbazeke navneteweyî pêş bixin’   Seroka Komeleya Jinan a Lûbnanê Buşra wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêguman xebatên me yên di vê çarçoveyê de hatin destpêkirin. Piştî konferansa diyaloga kurd û ereban, me wek jinan Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan deklere kir.  Ev înîsîyatîf li ser danasîna fikr û paradîgmayên Ocalan e lê bi taybet ji bo azadiya wî ya fîzîkî ye. Em wekî jinan pêdîviya me ya lezgînî heye ku fikr û ramanên derbarê jinê ve baş nas bikin, bizanibin û jê sûd werbigirin. Li gorî wê jî em ê xwe bi tevger bikin. Bi taybet wekî jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayî li dijî dagirkeriyê çawa xwe bi rêxistin bikin.  Li dijî van êrişan divê em rêbazek navneteweyî pêş bixînin. Wekê em jin jî xwe biparêzin û rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Ji ber ku li her deverê de jin tên hedef girtin û tên kuştin. Nexasim jinên pêşeng û rêber tên hedef girtin. Rolekê bingehîn li ser milê me ya jinan heye. Ne tene jinên kurd, hemû jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayî rolekê me ya stratejîk heye."