Prof. Karîane Westrheîm: Yekane çareserî muzakere ye 2022-06-02 09:01:54   Marta Somek   STENBOL - Seroka EUDCC û ji zanîngeha Bergen Prof. Karîane Westreheîm ku wê jî îmze avêtibû nameya vekirî ya ji NY’ê re hatiye şandin wiha vegot: “Ne pêkane Tirkiye li dijî îradeya azadiya Gelê Kurd têbikoşe. Yekane çarserî avakirina maseya muzakereyê bê avakirin. Ger Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevli nebe jî çareseriyek wisa ne pêkane.”   Bi pêşengiya Kongreya Star 75 rêxistinên jinan û gelek rojnameger, nivîskar, li dijî şer 16’ê gulanê de nameyeke vekirî şandin Sekreterya Giştî ya NY’ê û Rêxistina Jinan. Jinên navdar yên cîhanê yên wekê Judîth Butler, Sîlvîa Federîcî û Angela Davî jî îmze avêtin nameyê û balkişandin ser êrîşan gotin ev êriş nikarin bên qebûlkirin. Jinan gotin ew bêdengiya NY’ê qebûl nakin û divê mekanîzmayên li dijî vî şerî bikin jiyanê.   Yek ji kesên îmze avêt nameyê Seroka Komîlsyona Sîvîl a Tirkiyeyê ya NY’ê (EUDCC) û ji zanîngeha Bergen Prof. Karîane Westreheîm ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Dagir dikin, dikujin’   Karîane da zanîn ku Tirkiye xala 51’emîn ya Peymana NY’ê wek rewakirina êrîşan yanî parastina rewa îdia dike lê ne wisa ye. Karîane wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ne di bin tehdîd an jî êrişekê de ye. Hikûmeta AKP-MHP’ê, dixwaze li ber çavê YE, NATO, NY û civaka navneteweyî wek mexdur bê dîtin. Lê rastî ev e ku desthilatdariyên Tirkiyeyê êrîşkarin. Dagir dikin, binpê dikin, talan  dikin, dikujin û dibêje ‘ev parastina pîroze’. Gelo li hember kê xwe diparêzin? Kurdan di salên daweî de li Rojhilat modeleke civaka demokratîk ya ku qedera xwe tayîn dikin ava kirin.”   ‘Dîroka kurdan çîrokek îxanetê ye’   Karîane destnîşan kir ku  ev ne êrîşên ewilin û wiha daxuyand: “Kurd çi dibe bila bibe dikarin xwe biparêzin û riya xwe ava bikin. Ev ne êrîşa ewil a Tirkiyeyê ya li hember kurdan e.  Gelo mafên parastinê yên kurdan tune? Dewletek aydê kurdan tune. Ne xwedî statuya Rêxistina Gel û Netewan ya Xwe Temsîl Bikin a li NY’ê (UNPO) jî ne. Dîroka kurdan çîrokek îxanetê ya li hember civaka cîhanê ye. Her tim li dijî êrişên li hember kurdan bêdengiyek mezin hebû. NY neçare aştiyê biparêze, binpêkirina mafan derxe holê. Rola NY’ê ji welatên din cudatire. Lê wisa xuya dike ku ne wisa ye. Yek ji sedema nivîsandina nameya vekirî ya ji aliyê rêxistinên jinan hatiye nivîsîn jî ev e."   ‘YE, DYA û NATO rê dide Tirkiyeyê’   Karîane rewşa kurdan a li hember êrişan bi şerê Rûsya û Ukraynayê re anî hember hev û wiha bi lêv kir: “Ji bo Ukraynayê alîkariya leşkerî, aborî û mirovahî ya tê kirin balkêşe. Ev başe, divê wisa be jî. Lê YE, DYA û NATO di hêrsa piştgiriyê de hema hema di rekabetê de ne lê, ji bo Tirkiye kurdan tune bike, bipê dike rê dide. Gelo edelet li ku derê vê heye? NY li ku ye. Ev tenê beşeke vê çîrokê ye. Tirkiye cara yekemîn çekên kîmyewî bikar nayne. Gelek caran hatiye tespîtkirin. Pirsgirêka esas Tirkye destûr dide şerê li hember welatiyên xwe. Her wiha niha li Herêma Federal a Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Axa kurdan dagir dike. Ji bo vê jî destûr  ji bo Tirkiyê tê dayîn."   Êrişên li hember Şengal û Mexmûrê   Karîane wiha pê de çû: “Li hember Şengal û Mexmûrê êriş pêk tên. NATO û dewletên din bersiv nadin van binpêkirinên leşkerî yên Tirkiyeyê. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di 25’ê gulanê de raportaj da ANF’ê û got ‘PKK ji roja ava bûye li dijî NATO têdikoşe. Ji ber Tirkiye endamê NATO’Yê ye, ji NATO piştgiriyek mezin digire. Ger alîkariya NATO tunebûna Tirkiyeyê nikaribû ev şer bimeşanda.’”   ‘Îmrali bû qada berxwedanê’   Karîane balkişand ser tecrîda giran ya 23 sale li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandinê û ev bertek nîşanda: “Lê fikrên Abdullah Ocalan nayên astengkirin AKP-MHP’ê komplo li Ocalan kirin û xwestin PKK’ê tune bikin. Tevgera Azadiya Kurd, piştî fikr û nêrînên Ocalan mezin bû xurt bû. Ji bo vê tecrîdkirin têr nake. Îmrali ibû qada berxwedanê. Rayedarên fêmkirin tecrîda li hember Ocalan têr nake xwestin tevgerê bifetisînn. Lê ev jî ne pêkan bû.”   Berdewama komployê ye   Karîane destnîşan kir ku navbera Îmrali û Gelê Kurd de têkiliyek organîk a xurt heye û wiha anî ziman: “Ev têkilî qût nabe. Ev jî Tirkiyeyê bêçare dihêle. Zêdekirina êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê jî berdewama komploya li hember Ocalan e. Dewleta Tirk heta niha nikaribû PKK, lîderê wan Ocalan û tevgera kurd têk bibe. Yanî ne pêkane Tirkiye li hember îrada azadiya Gelê Kurd têbikoşe. Êrişên dawî her çiqas encam negirtibe jî qirkirineke. Erdogan-AKP û MHP ji bo bibîne ku ka di êrîşan de çiqas pêş bikeve, NATO, YE û welatên din test dike. Swêd û Fînlandiyayê demek nêz de xwestin bibin endamên NATO.  Wê demê wê xetereyek mezin dest pê dike.”   ‘Divê şertên ku Ocalan rola xwe bilîze pêk bên’   Karîane di berdewamiyê de diyar kir ku yekane riya çareseriya li hember êrişan bi PKK’ê re avakirina muzakereyane û di vê mijarê de jî ev nirxadin kir: “Divê maseya muzakereyê ya bi Tirkiye û PKK’ê bê avakirin. Beyî Abdullah Ocalan çareserî ne pêkane. Divê Ocalan jî tevli bibe. Ev girêdayê van du faktorên girîng e. Divê destpêkê PKK ji lîsteya terorê ya YE û DYA’yê bê derxistin, ya duyem jî divê şertên ku Ocalan rola xwe bilîze bên avakirin. Divê her kes li dijî êrişan rabin ser piyan. Helwesta Tirkiyeyê ya li hember kurdan ji bo hemû Rojhilata Navîn xetereye.”