‘Dê bavê min venegere lê em ê gumanbaran derxînin holê’ 2022-05-23 09:01:21     Şehrîban Aslan   AMED - Mehmet Can Ayşin di 1994’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Keça wî Aynur Ayşîn da zanîn ku ew ê tu car dest lêgerînê bernedin û wiha got: “Têkoşîna min bêguman wê bavê min şûnde neyne, lê qe nebe wê kujeran derxîne holê.”   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji 1995’an heta niha dîroka di navbera 17 û 31’ê Gulanê de wek ‘Hefteya Têkşîna li Dijî Windahiyên di Binçavan de ya Navneteweyî’ bi nav dike. Di hefteya windayan de çalakî û bernameyên cuda pêk tên û aqûbeta kesên bi awayekî kiryar nediyar hatin windakirin tê pirsîn û dixwazin gumanbar bên darizandin. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê her rojên şemiyê ji bo windayan têdikoşin.   Yek ji xizma windayan ku bi salan e li qadan têdikoşe, keça Mehmet Can Ayşîn ê di 1994’an de li gundê Kiliçli (Mizag) yê Licê bi awayekî kiryar nediyar hat windakirin, Aynur Ayşîn e…   ‘Gundê me şewitandin’   Aynur Ayşîn da zanîn ku di salên 90’î de li gundê wan operasyon dihatin kirin û kuştinên kiyar nediyar dihatin kirin û wiha vegot: “Li gundê Kiliçli yê Licê di Gulana 1994’an de operasyon pêk hat. Hemû mêr ji gund derxistin û binçav kirin. Birin navenda Lilcê û 4 rojan di binçavan de man. Wê demê gund jî şewitandin. Piştre nêzî 80 kesî berdan. Bavê min yanî Mehmet Can Ayşîn nehat berdan. Cejna Qurbanê ket navberê û ji ber destura dozger derketibû gotin piştî bê wê derxînin. Cejn derbas bû lê dîsa deng dernkete. Me daxwazname da. Lê gotin kes binçav tune.”   ‘Me êşên mezin kişandin’   Aynurê bi lêv kir ku 9 xwişk û bira ne dema bavê wê hatiye windakirin 27 salî bûye û wiha daxuyand: “Me zor û zehmetiyên mezin kişandin. Gund hat şewitandin. Bavê min hat qetilkirin. Me hîna fêm nekiribû ku em çi dijîn, neçar man koçî Amedê bikin. Me birçîbûn û xizaniyek mezin jiya. Me bi rojan xanî nedît. Em li kolanan man. Kesekî ku alîkarî bide me tunebû. Êşa me kişand tu kesî nekişand."   ‘Ez li pey bavê xwe me’   Aynurê destnîşan kir ku di ser windakirina bavê wê re sal derbas bûne û têkoşîna xwe her tim meşandine û wiha dirêjî dayê: “Ev 29 sale em li pey bavê xwe ne. Em nesekînin û wê nesekinin jî. Ez dest ji doza bavê xwe bernadim. Ez ê her tim li qada bim. Ez her şemî tevli çalakiya xizmên windayan dibim. Bêguman têkoşîna min wê bavê min şûnde neyne lê wê kujer derkevin holê. Ez her şemî diçim Paka Koşuyolu. Ez hestiyên bavê xwe dipirsim. Karê min hebe jî ez diçim.”   Aynurê dawiya axaftina xwe de got ji bo bavê xwe serî li saziyên dewletê jî daye lê tu encam negirtiye û diyar kir ku heta encamekê negire wê têkoşîna wê jî bidome."