Parêzera Abdullah Ocalan: CPT û DMME hevkarên tecrîdê ne 2022-05-14 10:14:55   Rozerîn Gultekîn   STENBOL- Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, diyar kir ku cezayê dîsîplînê yê nû û qedexeya li Îmraliyê ya li ser parêzeran bêbingeh e, diyar kir ku CPT û DMME hevkarên tecrîdê ne û got: “Ev tecrîd nîşan dide ku tişta ji aliyê civak û saziyên mafên mirovan ve tê kirin têrê nake. Ji bo ku tecrîd bê rakirin divê li dijî wan berxwedan bidome.”   14 meh in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Veysî Ataş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin tu agahî nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku ji bo miwekîlên xwe yên ku têkiliya wan bi derve re bi temamî qut bûye û bi hinceta cezayên dîsîplînê dîtina malbat, wasî û parêzerê wan hatiye astengkirin, herî dawî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Parêzeran, ji dadgehê; daxwaz kir ku mafê rêzgirtina malbat û jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adil hatiye binpêkirin û divê van îhlalan tespît bike.    Parêzerên ku beriya niha li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê serî li rayedarên fermî, gelek saziyên mafên mirovan û hiqûqê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dabûn, wê di rojên pêş de jî xebatên xwe bidomînin.    Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji ajansa me re nirxand, fikar û binpêkirinên li hemberî muwekîlên xwe anî ziman. 'Li Îmraliyê nezalaliyeke cidî heye'   Raziye, anî ziman ku salek zêdetir e agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û muwekîlên wî nayên û bi bîr xist ku piştî hevdîtina telefonê ya bi malbetê re jî salekê zêdetir agahî jê nayê girtin, lê hevdîtina dawî ya bi parêzer re jî di 7'ê tebaxa 2019'an de bû û got: “Zêdetirî 2 sal in jî ferdên malbatê nikarin hevdîtinê bikin. Girtîgeha Girava Îmraliyê tu carî bi qanûnan nehat birêvebirin. Hem pêvajoya bi komployê anîna Birêz Ocalan a giravê û hem jî serpêhatiyên wî yên 23 salan, hem jî raporên ku saziyên wekî CPT û DMME'ê wergirtine, bi awayekî zelal derketiye holê ku ev der ji aliyê pergala îşkenceyê ve hatiye kirin. Li girtîgehê ne hevdîtina malbatê, ne parêzer, ne jî name û ne jî bi telefonê destûr nayê dayîn. Derbarê hevdîtina birêz Ocalan bi muwekîlên me yên din û şert û mercên girtîgehê de nezelaliyeke cidî heye. Em behsa pergala girtîgehê ya bi zorê dikin ku bi pergala îşkenceyê tê kirin. Ev jî îfadeya sîstemeke bêexlaq e"    'Îmrali bi pergal îşkenceyê tê birêvibirin'    Raziye diyar kir ku di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de erkên dewletan ên ji bo parastina mafên bingehîn tên destnîşankirin û wiha bi lêv kir. "Girtîgeha bêexlaq a ku bi pergala îşkenceyê tê birêvebirin, pergalek ne rewa ye. Herçiqas biryar di bin perdeyên qanûnî de bên dayîn jî, ne rewa ne. Ev pergal hem sîstema îşkenceyê ye, hem jî sîstemeke bê prensîbên exlaqî û nirxên gerdûnî ye."   'Zêdeyî 3 sal in em nikarin hevdîtinê bikin'   Raziye destnîşan kir ku cezayên disîplînê û qedexekirina parêzeran a li ser Abdullah Ocalan ji ber nebûna prensîbên exlaqî, nirxên gerdûnî û hiqûqê yên li Girtîgeha Îmraliyê ye û wiha axivî: "Ew ji pratîzekirina qanûnên xwe aciz in. Bi rastî qedexekirina serlêdanên ji bo rayedarên navneteweyî têrê nekir. Li gorî qanûnên xwe, divê hevdîtina parêzerek hebe. Ji bo ku hevdîtina parêzeran bên qedexekirin, divê piştî hevdîtina parêzer û muwekîlê wî di warê rêxistinî de hevdîtinên parêzeran ji dozgeriyê re bên ragihandin, rapor ji aliyê karmend ve weke rewşeke bi guman tê dîtin û divê bi rêya dozgeriyê sewqî dadgehê bê kirin. Lê zêdeyî 3 sal in em nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Diyar e ku ev biryar bêbingeh e. Li derveyî qanûnê rewşek heye."   'Dadgeha Destura Bingehîn parastina tecrîdê dike'   Raziye da zanîn ku îşkenceya civakî û hiqûqî ya li ser muwekîlên wê yên li Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê rayedarên darazê ve didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em gelek serlêdanan li Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Înfazê û Dadgehên Cezayên Giran dikin, lê em ji wan bersivên neyînî distînin. Em serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin, lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî li gorî qanûnên Tirkiyeyê çareseriyeke navxweyî ye. Yanî Dadgeha Destûra Bingehîn saziyek e ku bi biryarên xwe vê bêhiqûqiyê dipejirîne. Ji ber vê yekê saziyên wekî Dadgerê Înfazê û Dadgeha Cezayên Giran di parastina vê pergala tecrîdê de navbeynkar in."   'Naveroka cezayên dîsîplînê nayên gotin'   Raziye, anî ziman ku li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî sîstematîk cezayên disîplînê tên dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji naveroka cezayên dîsîplînê yên derqanûnî agahî nayê girtin. Herî zêde 3 meh cezayê dîsîplînê dikare bê dayîn, lê cezayên dîsîplînê yên 6 mehan tên dayîn hene. CPT her wiha diyar kir ku di navbera cezayên dîsîplînê yên di rapora ku herî dawî di sala 2019'an de hatiye weşandin û sûcên li ser wê hatine kirin de tu hevsengî nîne. Weke mînak hat gotin ku hevdîtina malbatê li dijî bikaranîna mafê wan a sohbetê di çarçoveya mafên werzişê de nayê qedexekirin. Ger hûn difikirin ku ev maf hatiye binpêkirin, li ser vî mafî sînor tê danîn. Lê li şûna wê, mafê dîtinê bi cezayên dîsîplînê tê astengkirin. Her çiqas em daxwaza dosyayan bikin jî ne mimkûn e ku agahî û belgeyan bidin me. Me ev hemû bêhiqûqî anîn Dadgeha Destûra Bingehîn û ji bo tespîtkirina bêhiqûqiyê daxwaza me hebû. Dadgeha Destûra Bingehîn heye ku karê li AÎHM'ê kêm bike, lê heta vê qonaxê der barê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê de biryara erênî ji Dadgeha Destûra Bingehîn derneketiye."   'Raporên CPT'ê û bêhiqûqiya ku tê kirin'   Raziye diyar kir ku ew bi awayekî periyodîk der barê bûyerên li Girtîgeha Îmraliyê qewimîn de raporekê amade dikin û ji CPT’yê re radigihînin û CPT jî ji bêhiqûqiyê agahdar e û got: "CPT saziyeke ku bi taybetî di asta girtîgehê de ji parastin û şopandina mafên bingehîn berpirsyar e. Di raporên xwe de daxwaz kirin ku rewşên têkildarî hevdîtinên parêzer û malbatê dem bi dem ji wan re bê ragihandin. Lê piştî vê raporê helwesta Tirkiyeyê cuda bû û gav bi gav tecrîd girantir bû. Li hemberî vê rewşê CPT neçar ma ku bi lez û bez serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike û rewşên din ên cezakirinê eşkere bike û derxe holê. Lê belê ev yek ji aliyê CPT’ê ve pêk nehat. Ev rewş bêbandoriya saziyeke girêdayî Konseya Ewropayê derdixe holê. Ev bêbandorî jî Tirkiyê teşwîq dike ku binpêkirinan bike."   '11 sal in em li benda bersivê ne'   Raziye destnîşan kir ku bêbandoriya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî Tirkiye teşwîq kir ku mafên bingehîn ên li Girtîgeha Îmraliyê binpê bike û ji ber ku hêj dosyayên derbarê binpêkirinan a salên 2011'an li ber dadgehê ye û mijar wiha şîrovekir: "Em 11 sal in li benda bersiva serlêdanan radiwestin. Lê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn. Ji bilî wan jî dosyayên ku me dayî hene. Vîzyona AÎHM'ê parastina mafên bingehîn û pêşîgirtina li binpêkirinên pêşerojê ye, lê dema em bi taybetî li Îmraliyê dinêrin ji sala 2011'an û vir ve bêhiqûqiyên giran hene û tecrîd her ku diçe girantir dibe. Zêdetirî salek e ku me ji xerîdarên xwe nebihîst. Faktorek din a vê yekê jî AÎHM û saziyên din ên navneteweyî ne."   'Rexistinên maf û hiqûqê bi bandor nexebitin'   Raziye, daxuyand ku tevî van hemû bêhiqûqiyên li Îmraliyê jî rêxistinên maf û hiqûqê bi bandor nexebitîn û dirêjî da axaftina xwe: "Divê her ferdên civakê li diji bêhiqûqiya li Îmraliyê sekneke zelal nîşan bide. Ji bo avakirina pergaleke ehheqî û polîtîk rola civakê gelek girîng e. Divê civak ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê li ber xwe bide. Rêberê PKK'ê di nav bêderfetiya fîzîkî de dijî, tecrîdeke ciddî heye û 3 sal in jî li ber xwe dide. Ligel berxwedanê jî her di nav hilbêrînê de bû. Birêz Ocalan 10 salan di hûcreyê de hat girtin. Bi mudaxaleyên fîzîki re rûbirû ma. Xwestin wî bê îrade bihêlin. Lê belê negihaştin armanca xwe. Ji ber vê sedemê jî tecrîdê derxistin asteke din. Birêz Ocalan li hemberî tecrîdê bersivek da parazname nivîsand, nexşêreyek derxist holê. Birêz Ocalan yekem kurdê azad bi xwe afirand. Ji bo Gelê Kurd bû îlham. Paradîgmaya ku wî derxistiye pêş, ne tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî bûye îlham. Xwedî paradîgma û felsefeyek bû û ji aliyê hemû civakê ve hat qebûlkirin."   'Li dijî tecrîdê berxwedan divê'    Parêzer Raziye wiha bal kişand ser hevdîtina telefonê ya Mehmet Ocalan: "Di sala 2020'an de dema bi Mehmet Ocalan re axivî gotibû 'Ez dikarim di nav hefteyekê de pevçûnên heyî çareser bikim'. Birêz Ocalan hêza xwe danî holê. Ev rewşeke cidî û girîng e. Ger birêz Ocalan di van şert û mercan de jî bikaribe vê berxwedan, têkoşîn û helwestê nîşan bide, herî kêm divê em di şert û mercên fizîkî yên pir guncawtir de ji polîtîkayên li ser me haydar bin. Her endamekî civakê xwedî rol e. Di nav rêxistinên sivîl de, ew di pozîsyona parastina mafên bingehîn de ne. Di vî warî de, ew dikarin gelek tiştan li gorî peywirên ku digirin ser xwe bikin. Dikarin vê bêhiqûqiyê ji Wezareta Edaletê re eşkere bikin, her çiqas di wateya navneteweyî de ev bêhiqûqî were eşkerekirin. Berdewamiya vê tecrîdê nîşan dide ku tişta ji aliyê civak û saziyên mafên mirovan ve tê kirin têrê nake. Divê li hemberî wan berxwedan bê kirin da ku tecrîd bê rakirin."   Bêhiqûqiya li Îmraliyê û tecrîd   Raziye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêhiqûqiya li Îmrahiyê, ji girtîgehên tîpên F bigire heta hevdîtinên parêzeran, tecrîda li ser gel û li girtîgehê tê meşandin bandor kir. Ev rewş bi pozîsyona birêz Ocalan ve girêdayî ye. Bûyîna van pevçûnan li Kurdistana Federe, rasterast bi tecrîdê re têkildar e. Kûrbûna tecrîdê sedema israra di xitimandinê de ye. Encama nexwestina çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Berhema vê zîhniyeta Tirkiyeyê ye ku bi tinekirinê re vê zihniyetê bidomîne û tercîha xwe ya ji bo polîtîkayeke berfirehtir bike, di heman demê de rêbazeke weke çareseriya demokratîk li pêşiya me ye. Pozîsyona Birêz Ocalan bi girankirina tecrîdê û şeran ve girêdayî ye."