Ayşete 6 sal in bê navber li cenazeyê kurê xwe digere 2022-05-10 09:02:28   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Ayşete Atabey 6 sal in li cenazeyê kurê xwe yê ku li Nisêbînê di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest daye digere. Ayşete, wiha dibêje: "Wekî min gelek dayik hene li Botanê cenazeyên zarokên xwe hîn jî nedîtine. Ez 6 sal in li kezeba windabûyî digerim. Li me zilmê dikin. Heta ez saxbim ez ê li cenazeyê kurê xwe bigerim."   Piştî qedexeyên derketina derve bi dawî bûn, gelek malbat bi pey aqûbeta zarokên xwe ketin û hîna jî bi dehan mabat hene ku hîna jî cenazeyên zarokên xwe nedîtine. Ji van Malbatan yek jê jî malbata Nesîm Atabay ê 22 salî ye. Nesîm li Nisêbînê jiyana xwe ji dest daye. Dayika Nesîm Ayşete Atabay ji ajansa me re behsa pêvajoya lêgerîna li cenazeyê kurê xwe ya 6 salan kir.    ‘Ez ê parêzeriyê ji gelê xwe re bikim'    Nesîm Atabey, li zanîngeha Çankayayê beşa parêzeriyê dixwend û di heman demê de jî di nav xebatên ciwanan de cih digirt. Ayşete wiha behsa kurê kir: "Kurê min hem dixwend hem jî di nav xebatên ciwanan de cih digirt. Ji me re her tim digot ‘Ez ê parêzeriyê ji gelê xwe re bikim’. Dema li Cizîrê qedexe hat îlankirin kurê min 4 sal bû dixwend. Dema qedexe hat îlankirin ji bavê xwe re telefon vekir û got 'Li Nisêbînê karek min heye, ez ê biçim Nisêbînê'. Dema çû jî ji hemû kesan xwatir xwest û got ‘Bila kes pirsa min neke’. Telefona xwe girt û êdî me xwe negihand wî.”   ‘Ez cenazeyên kurê xwe digerim'    Di 14’ê adara 2016’an de li Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlankirin Ayşete wiha behsa wan rojan kir: "Piştî 18 rojan min di televîzyonê de bihist ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ji ber qedexeyan me nekarî em biçin Nisêbînê. Me bi rêya telefonan pirs kir lê em negahtin tu agahiyan. Me nekarî em xwe bighînin cenazeyê wî. Piştî qedexe rabû me berê xwe da Nisêbînê. Ligel lêgerîna me me xwe negihand cenazeyê wî. Piştî demekî agahiyek hat û gotin 3 cenaze û ya wê jî di nav de li xaniyeke xirabe li Nisêbînê ye. Piştî wan agahiyan me serî li mekanîzmayên dewletê da. Lê heta îro jî bersivek nedan me. Ez 9 caran çûm Nisêbînê, 2 caran çûm Amedê, 3 caran çûm Mêrdînê û 2 caran çûm Rihayê. Lê min cenazeyê kurê xwe nedît."   'Xelîl 6 meh berişa Nesîm şehîd ket'    Xelîl 6 meh beriya Nesîm li Kobanê jiyana xwe ji dest dide, dayika her duyan Ayşete wiha bal kişand ser her du kurê xwe: "Ez 6 sal in cenazeyê Nesîm digerim. Heta niha me tu bersivek negirt. Em nizanin wan cenazeyan çi kirin. Piştî ku kurê min şehîd ket gelek caran polîsan bi ser mala me de girt. Derbarê rewşê de me gelek caran serî li rêyên hiqûqê da. Ne tenê ji bo Nesîm ji bo kurê min Xelîl ê ku li Rojava şehîd ketî jî polîsan bi ser mala me de digirt.  Dema DAIŞ'ê êrişê Kobanê kir Xelîl çû. 4 salan li vir ma û li Kobanê şehîd ket. Me cenazeyê Xelîl anî Sêrtê û li vir defin kir. Xelîl 6 meh beriya Nesîm şehid ket."    ‘Ez 6 sal in kezaba windabûyî digerim'    Ayşeteya ku bênaber cenazeyê kurê xwe digire wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kezeba min dişewite û ez dixwazim gora kurê min hebe. Parçeyek ji cenazeyê wî hebe jî bila bidin min. Ev 6 sal in dilê min dişewite. Wekî min gelek dayik li Botanê cenazeyên zarokên xwe hîn jî nedîtine. Ez 6 sal in kezeba windabûyî digerim. Ev zilme li me dikin. Ez heta saxbim ez ê cenazeyê kurê xwe bigerim. Ez tu carî dev ji vê lêgerînê bernadim.”