Newroz Uysal: CPT'ê xwedî li rapora xwe derneket 2021-12-04 09:07:44   Sema Çaglak-Berîtan Canozer   AMED - Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, destnîşan kir ku hevdîtînên bi Ocalan re tenê xistine astekî ku jê agahî girtin û negirtinê. Newrozê got: “Dewlet bi zanebûn ew polîtikayê xistiye pêşiya xwe. Ne di şert û mercên prosodurên rewşa hiqûqê de, di rewşa şert û mercên awarte de ev zemîn tê ava kirin.”   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 22'yê mijdarê de bi daxwaza "Bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina lezgîn" û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ku ev 8 meh in agahî ji Ocalan û 3 muwekîlên wan din nayê girtin û derbarê jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên weke şewbê de tu agahî tine. Parêzeran ji dadgehê xwestin ku "rewşa negirtina agahiyan bi dawî bibe" û bi muwekîlên xwe re têkiliya fîzîkî deynin.  Lê belê serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên redkirin û derket holê ku cezayên dîsîplînê ji bo Abdullah Ocalan hatiye dayin. Têkîldari mijarê ji parêzêrên Abdullah Ocalan, Newroz Uysal ji ajansa me re axivî.    ‘Pergala tecrîdê bi awayekî aşkere bêhiqûqiyê nîşan dide’   Newroz diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de pergalek îşkenceyê ya ku 23 sal in li girtîgeha İmraliyê tê meşandin re rûbirû ne. Newroz destnîşan kir ku wan tu carî ew pergala tecrîdê wek hiqûqnasan rewşekê di rêzê de nedîtin e û got: “Ango li gorî hiqûqên naxweyî an jî navneteweyî wek girtîgehek asayî, an jî wek girtinek asayî nêznebûne. Sedema wan jî bêguman rabirdûya encamên siyasî, polîtîk û tecrîdê ye. Di vê warê de jî ev pergal her diçe xwe kûr dike û vediguhêzîne şewazek nû. Ew veguhastin ne di hêla mafên mirovan û di çarçoveyek erenî de ye. Beravajî girankirina rejîma tecrîda heyî ye. Lewra ev tecrîd îro xwe diteyîsîne hemû qadên civakî û di hêla hiqûqî de jî xwe dixe şêwazekî bêtirs e. Ev pergala tecrîd bi awayekî aşkere bêhiqûqîyê nîşanê hiqûqa navxweyî û navneteweyî dide.”   ‘Tecrîd polîtîkaya tol girtina dewletan e’   Newroz anî ziman ku tecrîd wek polîtîkayek rehin girtin û tol sitendina dewletan tê bikaranîn û destnîşan kir ku îro ev sîstem ne tenê bi Îmraliyê ve bi sînor e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wateya mantiqa tecrîdê de; ji diyarkirina şert û mercên girtigehêk wêde tol girtina dewletan tê pênase kirin. An jî polîtikaya rehin girtina dewletan a li dijî girtiyan wek rêbazekê ye. Lê belê ev rewş di şexsê Birêz Ocalan de ku derket holê, hem ji mînakên berê cûdatir ket pêş hem jî bi tevahî bi armanca polîtik û siyasî derket pêşberê me. Ne ku di şexsa kesekê de dewlet armanca xwe pêk bîne. Di şexsê birêz Ocalan de fikra gelekê tê mehkûm kirin. Ji ber vê yekê tu polîtikayên ku li Îmraliyê tê sepandin ne tenê di şexse birêz Ocalan de ye. Bi berfirehkirina ew mekanizmaya polîtîk, hem li girtîgehan sepand hem jî encama wan polîtîkayan li dijî sîyaseta Gelê Kurd û li dijî hemû parçeyên Kurdîstanê dest girt. Lê belê piştî pêvajoya 2013-2015'an wê de, dewlet polîtîkaya xwe ya tol hilandinê tecrîda heyî xist şêwazekê ku bi tevahî agahi jê neyê girtinê.”   ‘Ji sala 2011 an heya iro tenê 5 hevdîtin pêk hatin'    Newroz da zanîn ku wan ji sala 2011'an heya îro tenê 5 hevdîtin bi Ocalan re kirine. Newroz di berdewamiya axaftina xwe de gotinên Ocalan a ku “Ez ji bo rola xwe ya aştî û çêker amade me” bibîr xist û wiha bi lêv kir: “Birêz Ocalan di pêvajoya girtina 23 sal an de tim rola ku ji xwe re sipartibû rolekê çeker a hêla aştiyê ye. Ji bo  ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratik bê çareser kirin, bangên xwe hem ji dewletan re hem jî ji civatê re vegotibû. Hevdîtina me ya dawî de jî di wê çarçoveyê de pêk hat. Lê belê li ser hevdîtinên me du sal derbas bûn. Lê gava em li salnameya hevdîtinên ku me kirinê binêrin, tenê 3 caran temasên me pêk hatin. A yekemîn wekî ku tê zanîn, 3'yê adara 2020'an de gava îddiayên şewatê ku li Îmraliyê derketibû holê pêk hatibû. Lê belê di wir de tenê serlêdanên malbatan a ji bo hevdîtinê hatin bersivandin. Piştî vê yekê bi îddiayên li ser rewşa tenduristiya birêz Ocalan hevdîtina bi rêya telefonê pêk hatibû. Herî dawî jî di 25'ê adarê de hevdîtina bi rêya telefonê ku di nivî de hatibû birîn pek hatibû. Hevdîtina 27'ê nîsanê jî ji ber di çarçoveya tevdîrên Vîrûsa Koronayê de hem serlêdanên me hem jî serlêdanên malbatê dîsa dewlet dewsa hevdîtina fîzîkî tenê bi hevdîtina bi rêya telefonê ya demkurt xwest ew fikaran derbas bike.”   'Hevdîtinan tenê xistine meriyetekê bi telefonê’   Newroz, destnîşan kir ku hevdîtînên bi Abdullah Ocalan re tenê xistine astekî ku jê agahî girtin û negirtinê û wiha axivî: “Dewlet bi zanebûn ew polîtikayê xistiye pêşiya xwe. Ne di şert û mercên prosodurên rewşa hiqûqê de, di rewşa şert û mercên awarte de ev zemîn tê avakirin. Ango bi vê polîtikayê fikren Birêz Ocalan gihandina ji derve re tê astengkirin. Nêzikatiyek tenê birêz Abdullah Ocalan dijî an jî na xistine meriyetê. Bêguman em şewqa vê polîtikayê jî dibînin. Ango bi berdewam kirina qirkirina siyasî, helwesta dewletê ya otorîteriyê û qeyrana aboriyê ku em dijîn. Her wiha bi êrîşên ku li hemberî Rojava pêk tên û êrîşên li hemberî Başûr jî hêj jî berdewam e. Em encama vê polîtikayê tecrîdê di wan mînakên berbiçav de dikarin bibînin.”   ‘CPT xwedî li rapora xwe derneket'   Newroz balê kişand li ser nêzikatiya CPT'ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hêla hiqûqî de em her hefte serlêdanê dikin. Herî dawî jî serlêdana infaza dadgerê kirin. Tecrîda girankiriya li dijî Birêz Ocalan di hêla hiqûqê de tê wateya îşkenceyê. Ne tenê ji bo me di hiqûqa navneteweyî de jî tê heman wateyê. Lê belê CPT raporek ku derbarê Îmraliyê amade kiribû, di raporê de diyar kiribû ku li Îmraliyê tecrîdek mutleq heye. Di wateya hiqûqê de jî ew têgeh gelek giran e. Divê ji vê re nêzikatiyek cidî were kirin û ew tê wateya ku divê ev pirsgirêk bi bingehîn were çareserkirin. Lê belê di vê warê de ne Tirkiyê gavekê avêt, ne jî CPT xwedî li rapora xwe derket û helwestek diyarkirî nîşan neda. Me jî li ser vê bêtêkiliyê daxwaza serlêdanê kir û bi redkirina serlêdana me, me dît ku ligel birêz Ocalan û 3 mûkewilên me re, ji meha tebaxê wê de bi malbatê re qedexeya têkiliyê, ji meha cotmehê wê de jî hevdîtina bi prêzêran ve hatiye qedexekirin. Ango ew cezayê dîsîplînê bi rewşa OHALê ve xwe di 6 mehan an jî 3 mehan de nûvejen kirinê ve derdikeve pêşberê me.”   ‘Bi cezayên disîplînê hevdîtin tê astengkirin'    Newroz destnîşan kir ku bi awayekî sîstematîk, bêyî sedem û hincetan ev polîtika xwe domdar dike û li ser hev ev cezayên dîsîplînê tê dayîn. Newroz, got: “Ya mijarek girîng jî em wek parêzer nikarin xwe bigihînin van cezayên disîplînê. Gava em serlêdanan dikin, divê dozger an jî girtîgeh ji me re aliyê cezayên dîsîplînê de agahî bide ku em encamên serlêdanên xwe bizanibin. Ji ber vê em dibêjin tecrîdek hiqûqî heye. Bi taybetî piştî pêvajoya OHAL a 2018'an de nerînek din a tecrîda hiqûqî pêş ket. Ango ji cezayên dîsîplînê re agahî nadin, nerazîbûnên me tê asteng kirin û serlêdanên me bêbersîv dimînin. Ew hemû tecrîdek bêhîqûqî ye. Lê bêguman em ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin. Dewlet bi nêzîkatiya xwe ya li ser Îmraliyê bêhiqûqiya xwe bi awayekî aşkere qebûl dike û sedema vê tecrîda girankirî jî bêguman nêzikatiya dewlet û rêxistinên navneteweyî ne. Her wiha helwesta Dewleta Tirk a di mijara pirsgirêka kurd e.”   ‘Em ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin’   Newroz, diyar kir ku çawa ku pirsgirêka kurd wek kodekê ji bo ava kirina vê dewletê ye, pirsgirêka kurd çawa di sedemên heyî û tunebûna vê dewletê ye, di heman demê de pêvajoya hiqûqî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan jî sedema vê dewletê ya heyî û tune bûne ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê yekê wek tespîtek polîtik diyar dikin. Car caran serlêdanên me yên ji bo saziyan çêdibin. Ev ne serlêdana me ya yekemîn e. Di vê çarçoveyê de armanca serlêdanên me astengkirina karê me ya parêzvaniyê ye. Her wiha bêhiqûqiya li dijî Birêz Abdullah Ocalan îro dikare li hemberê hemû kesan bê bikaranîn. Em jî bi ligel baro û hiqûqnasan seri li sazî û rêxistinan dikin ku pêşiya vê bêedaletiyê were girtin. Bêguman hewildanên baroyan a di vê warê de girîng û bi wate ne. Polîtikayên ku li Îmraliyê tê meşandin dibe ku di nav dewletê de veşartî bê hesibandin lê belê ji hêla civak û sazî û rêxistinan ve aşkere tê xuya kirin. Ji ber vê em wan serlêdanên dikin û dê şopdarê pêvajoya hiqûqî bibin.”