‘Tecrîd lekeya reş a hiqûqê ye' 2021-11-04 09:03:57     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Adîle Salman der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan de axivî û da zanîn ku tecrîd di her alî de lekeya reş a hiqûqê ye.   Tecrîda li Îmraliyê 22 sal in didome û bandor li ser hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê dike. 7 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û serlêdanên malbat û parêzeran tê redkirin. Herî dawî derket holê ku bi hinceta Abdullah Ocalan volta avêtiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hiqûqnasê ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Girtîgehê parêzer Adîle Salman der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan de nirxandin kir.   ‘Hemû hêz nerehet dibin’   Adîleyê destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî jiyaneke azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye plankirinê ye û ev polîtîka hêzên ku naxwazin pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêk çareser nebe ye.  Adîleyê wih adirêjî dayê: “Polîtî tecrîdê ne tenê polîtîka dewleta Tirke. Di bin agahiya dewletên cîhanê û erêkirin wan de pêk tê. Hemû hêzên neçareseriyê dixwazin, wan nerehet dike. Ji ber vê Birêz Ocalan tê îzolekirin, fikr û polîtÎkayên wî tên astengkirin.”   ‘Tecrîd bi Îmraliyê sînor nîne’   Adîleyê her wiha bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê ne bi sînore, li ser hemû gelên Tirkiyeyê pêk tên û desthilatdariya ku polîtîka tecrîdê pêk tîne hemû welat berbi tarîtiyê ve bigiriye û wih abi lêv kir: "Her ku tecrîd bidome pisgirêka kurd jî neyê çareserkirin. Vê neçareseriyê bandora xwe li Sûriye Û hemû Rojhilata Navîn kiriye.”   ‘Tu vegotina cezayê voltayê tune’   Adîleyê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Pergala Îmraliyê li dijî qanûnan, desturan bingehîn û rêgezên gerduniye. Tecrîd bi her alî lekeya reş ya hiqûqê ye. Tu beramberê mirovî, wijdanî, ahlaqî û hiqûqê ya pergala Îmraliyê tune. Ji ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelê Kurd tecrîd pêk tê. Bêguman bandor li ser her alî civakê jî kiriye.  Deriyên çareseriyê hatine girtin. Ji ber vê jî Tirkiye mahkumê tarîtiyê tê kirin. Tu îzahata cezayê dîsîplîna ji ber avêtina voltayê hatiye avêtin tune.”   ‘Divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê’   Adîleyê balkişand ser tecrîda li ser girtîgehan jî bandor kiriye û wiha dawî lê anî: “Cezayên dîsîplînê ya ji bo girtiyan tê dayîn di rojevê de ye. Girtî tê îzolekirin. Îdareyên girtîgehan qadên ji mevzuatê dur ava dike. Bi van pêkanînên kêfî polîtîka giran a tecrîdê li ser girtiyan tê meşandin. Di dîroka Tirkiyeyê de tu car ev  pêkanînên dijmirovane pêk nehatine. Banga me wek sazî eve ku demildest dawî li vê polîtîka tecrîdê bê anîn.”