Foza Yûsif: Êdî pergala modernîteya kapîtalîst îflas kiriye 2021-11-02 09:11:51   Sema Caglak   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, diyar kir ku pergala modernîteya kapîtalîst îflas kiriye û got: "Îro li hemû aliyan de rizandinek heye. Lewma em di fikrê Rêber Apo yê netewa demokratîk, rê û rêbazên çareseriya de bi îstîkrar in. Rêbazên klasîk ku bi sed salane hatin meşandin, şûna ku rewşê çareser bike, hîn mezintir û kûrtir dike."   DAIŞ'ê di 15'ê îlona 2014'an de bi çekên giran êrişî li Kobanê kirin û gel li dijî vê yekê serî rakir û bi ser ket. Berxwedan li vir pêk hatî li cîhanê deng veda. Li vir pergaleke û jiyanek nû hat avakirin. Bi hewldana rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên navdar 1'ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Her wiha 2'yê Cotmehê jî weke Roja Xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. Derbarê mijarê de û geşedanên sİyasî de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ajansa me re axivî.    'Li Kobanê de nirxekê bi mirovahiyê hevbeş derket holê'   Foza, diyar kir ku berxwedana Kobanê ji bo hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz hêviyek ava kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di serî de berxwedana Kobanê li hemû kesên azadîxwaz û demokrasîxwazan re pîroz dikim û bejna xwe li ber hemû şehîdên berxwedana Kobanê û şehîdên berxwedana azadiyê ditewînim. Mirov dikare bêje ku tevahî hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz li ser nirxên hevbeş bûn yek û li Kobanê şer kirin. Ew berxwedan di serî de berxwedana keç û xortên Kurdîstane, berxwedana ew kesên anternasyonalîst û berxwedana ew kesên ku hatin piştgirî kirin bû. Em dikarin bêjin ku di Kobanê de nirxekê bi mirovahiyê hevbeş di qadên berxedanî de derket holê. Ew nirxên; azadiya jin, azadiya gelan, nirxên netewa demokratîk, bawerî û hêviyek mezin da mirovahiyê ye. Ew hişt ku tevahî mirovahî xwedî li wan nirxan derkeve û piştgiriyê bidin Kobanê. Berxwedana Kobanê berxwedana jinan bû. Tevahî jinên li Kobanê di Kobanê de bi hev re bûn yek û bi hev re helwest nîşan dan. Bi dehan keç û xortên enternasyonalîst şehîd bûn û birîndar bûn. Bi tevahî hêzên modernîteya demokratîk bûn yek û loma ew berxwedan bi ser ket. Ji ber ku heke bi tevahî mirovahî bibe yek û bi hev re têkoşîna bike tu hêzek li ber wan nikare bisekine. Ew carek din li Kobanê hate îspat kirin. Her wiha berxwedana Kobanê di nav kurdan de jî rihekê berxwedêr û yekitiya netewî bi awayekî şenber derxist holê."   'Dewleta Tirk bi rêya DAIŞ'ê xwest planên xwe pêk bîne'   Foza, wiha bal kişand ser têkiliyên DAIŞ'ê: "Rewşa ku wê demê dihat jiyan kirin wiha bû; DAIŞ wekî hêzekê çetevanî û li gorî planên jê re dihat dayîn tevdigeriya. Dema ku mirov têkiliya DAIŞ û Dewleta Tirk dide ber çavan aşkereye ku hewildana DAIŞ'ê ji bo dagirkirina Kobanê rola Dewleta Tirk û siyaseta wê bibandor e. Di êrişa DAIŞ'ê ya li hemberê Kobanê de rola stratejiya Dewleta Tirk bi sereke bû. Loma hem êrîşkirina wê ya li ser Şengalê hem jî êrîşkirina wê ya li ser Kobanê, parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye ku dewleta tirk dixwest li ser kurdan bimeşîne ye. Dewleta tirk ji ber aloziyên siyasî û leşkerî yê wê demê de nekaribû bi hêza xwe ya leşkerî dagir bike. Loma xwest bi rêya DAIŞ'ê ew planê xwe pêk bîne."    'Jin bi xweseriya xwe, bi îradeyek azad tevlî jiyanê bûn'   Foza, da zanîn ku li Kobanê ji bo jinan gelek tişt guherîn û der barê guherînan de ev tişt anî ziman: "Lobanê jin di hemû qadên jiyanê de bi awayekî xweser û îradeye azad xwe bi rêxistin kirin. Bêguman berê berxwedana pergala netewa demokratîk, pergala xweseriyê hatibû ava kirin. Lê belê ew çaxê ew pergal ket xeteriyekê. Bi sedhezaran gelê Kobanê pênaber bûn. Jin jî bi xetereya qirkirinê ve rûbirû mabûn. Lê belê gava Kobanê hat rizgar kirin mirov dikare bêje ku ji bo jinan hem di warê jiyanî de hem di warê siyasî de hem jî di warê parastinê de mecalekê gelek mezin hate avakirin ku jin bi xweseriya xwe, bi îradeya azad dikare beşdarî jiyanê bibe. Îro jin li Kobanê di hemû saziyên di rêbeveriya xweser de bi awayekî wekhev û azad cih digire. Her wiha ji bo jinan gelek sazî çêbûn. Saziyên parastin, saziyên perwerdehiyê, saziyên edaletê, saziyên rêxistina sîvîl hat avakirin. Jin bi her awayî dikarin jiyana xwe bi awayekî bi îrade dikarin birêve bibin û li nasnameya xwe xwedî derkevin. Ew jî xwe dispêrine felsefeya azadiyê ku şervanên YPJ'ê lê berxwedanî kirin. Pirsgirêka jinê bi awayekî tevahî nehat çareser kirin lê belê îro ew derfeta ku jin dikare xwe bi awayekî azad îfade bike, xwe bi rêxistin bike û têkoşînê bide derket holê."   'Ronesansa jinê bi berxwedana Kobanê ve hate destpêkirin'   Foza anî ziman ku bi berxwedana Kobanê ji bo têkoşîna azadiya jinan rûpelek nû hat vekirin û got: "Jinan pêşengiya berxwedana Kobanê kirin. Ji bo me ew gelekî xwezayî ye. ji ber ku DAIŞ dijminê jinan bû û herî zêde azadiya jinê hedef digirt. Lewra jinan dît ku heke DAIŞ bi hêz bibe, wê tevahiyê deskeftiyên jinan wê têk bibe. Ji bo wê jî hêza jin, hêza gelan bi hemû awayê li ber xwe dan. Di şexsê şervanên YPJ'ê de tevahî jinan li cîhanê helwestekî hevbeş nîşan dan. Di derdora Kobanê de enternasyonalîsta jinan hate ava kirin. Her wiha ronesansa jinê bi berxwedana Kobanê ve hat destpêkirin. Bi piştgiriya tevahî jinan a bi berxwedaniya Kobanê re ji bo têkoşîna azadiya jinan jî rûpelek nû hate vekirin. Her wiha çawa ku di 8'ê Adarê de tevahî jin helwestek hevbeş nîşan ddin, mirov dikare bêje ku berxwadana Kobanê jî wekî rojekê nû ku têkoşîna jinan a wekî 8'ê Adarek nû derxist holê. Loma berxwedaniya Kobanê di dîroka têkoşîna jinê ya Cîhanê de rûpelek wekî zêrin e ku jin jê hêza têkoşînê digirin. Têkoşîna azadiyê ya li hemberê desthîlatdariyê, li hemberê faşizm û li hemberê çetevaniya ku tevahî mirovahiyê xistiye bin tehdîta xwe ji holê rake."    'Ew sîstem wê bibe ronahiyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî'   Foza di berdewamiya axaftina xwe de pergala ku li Kobanê hat avakirin wê bibe wek ronahiyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo berxwedana Kobanê çawa ku mirovatî bû yek. Her wiha ji bo avakirina Kobanê jî hevkariyek mezin çêbû. Bi taybet bakurê Kurdîstanê karekê gelek bi nirx û kedekê pîroz kir. Hem ji hêla piştgiriya berxwedana Kobanê re hem jî ji bo avakirina kobanê cihê şanazbûyînê bû. Piştî ku ew berxwedan hat kirin li ser vê nirxan îro pergalek bi tevahî mirovahî pê moral bigire hatiye avakirin. Ew pergal xwe dispêre pergala netewa demokratîk, îradeya gelan û xwe dipsêrê îradeya jinan. Bi tevahî di nav pergala rêveberiya xweser de di  nav jin û mêran de wekhevî heye. Pergala ku îro li Kobanê birêve diçe, encama ew berxwedaniya ku îro em behsa wê dikin e. Pergala herî layiqî şehîdan, birîndaran û yê gelê me ye. Çawa ku kobanê bi berxwedana xwe ji bo mirovahiyê bû hêvî û sembol. Her wiha ew sîstem wê bibe wek ronahiyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî. Ji bo çareserkirina krîza ya heyî rêbazek nû datîne holê."   'Gelê Kobanê mîrateyeke mezin ava kiriye'   Foza balê kişand êrîş û tehdîtên li hemberî Rojava û dirêjî da axaftina xwe: "Planen dewleta tirk ku xwestibû 2014 an de pêk bîne, carek din bi tehdîtan dixwazin Kobanê bixin hedef. Ji ber ku ew jî dizanin Kobanê sembola berxwedana kurdan e. Ji bo ku ew berxwedan dixin hedef û hertim gefan dixwin û hewil didin ku bi êrîşên bi cûrbicûr Gelê Kobanê bitirsînin. Ev sembolîzebûyîna Kobanê di cîhanê bandora wê lawaz bikin. Ji bo wê êrîş li ser jinan, li ser gelên kobanê û nirxên Kobanê berdewam in. Em bi aşkere dikarin bêjin ku îradeya Gelê Kobanê îradeyekî gelek mezin e. Gelê kobanê gelek bi azadiya xwe û bi rûmeta xwe ve girêdayî ye. Gelekê bi tu hêzên paşverûtî re serî natewînin. Gelê Kobanê mîrateyek şoreşê mezin ava kiriye û pêşengtî ji şoreşa 19'ê Tirmehê re kiriye. Lewma jî gelê Kobane dikare bi tevahî van planên qirêj ew êrîşên ku li ser nirxên şoreşê tên kirin lê xwedî derkeve û biparêze. Divê kes nekeve hêviyên vala. Ev gel bi sekna xwe ya bi rûmet, bi nirxên mezin û nirxên giranbûha ew pergalê ava kiriye. Tu hêz nikare ew têk bibe. Gelê Kobanê li ser xeta şehîdên xwe, li ser xeta rêbertiya xwe vê berxwedaniyê çawa ku li hemberê DAIŞ ê bi serket, her wiha ew ê li hemberê dagirkeriya sîyaseta faşîst a dewleta Tirk jî wê bi sekna bi rûmet were nîşandan."    'Dewleta Tirk ji bo cîhanê xetereyek e'   Foza wiha bal kişand ser hewldana Dewleta Tirk: "Dewleta Tirk, îro pêşengtiya hêzên paşverû ya cîhanê dike. Çawa Hîtler di sedsala 20'emîn de Nazîtî pêşxist, îro dewleta Tirkiye û Erdogan jî bi rêya DAIŞ û faşîzmê dixwaze berjewendiyên xwe û ajandaya xwe pêk bîne. Loma her carê hêzekê dixe dewrê de. Bi van hêzan dinyayê û mirovatiyê tehdît dike. Îro hemû hêzên çete ji aliyê dewleta Tirk ve tê îdarekirin, birêvebirin û birêxistinkirin. DAIŞ jî yek ji wan hêzan bû ku Tirkiye xwest bikar bîne, lê nekarî vê yekê biserxîne. Niha jî bi rêbazên cûda, bi rêya çeteyên ku bi xwe ve girê daye, dixwaze vêya pêşbixîne. Her wiha êdî dît ku çare nîne, hemû planên wê vala derdikeve, leşkerên xwe xist dewrê de. Niha bi artêşa xwe vê yekê dike. Ev yek dide diyarkirin ku dewleta Tirk îro bi van hêzên tundraw û selefî têkîliyan û stratejiyan pêşdixîne, ne tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo tevahiya cîhanê jî xeteriyeke mezin pêşdixîne. Ev yek îro roj bi awayekî xûrt eşkere dibe. Rêber Apo di Rojhilata Navîn de, felsefeyeke nû, jiyaneke nû, perspektîfeke nû ava kir. Û ev bandora wê gelekî mezin hem li ser Rojhilata Navîn û cîhanê çêbû. Keda Rêber Apo, felsefeya wî, her wiha xebata wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê kir, ev hişt ku ewqas rihê berxwedanê bi hêz bibe û ev rih hişt ku berxwedaniya YPG û YPJ'ê pêş bikeve."   'Tecrîd berdewamiya qirkirina li ser Rojhîlata Navîn e'   Foza Yusuf di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev fikir hişt ku îro pergala konfederasyona demokratîk weke alternatîf be. Yanî fikrê neteweya demokratîk, fikrê azadiya jin yê ku Rêber Apo li ser vê xakê çand, ev îro berhem dide. Hêzên desthilatdar, hêzên modernîteya kapîtalîst, di vê zanebûnê de ne. Loma jî pir bi hovitiyeke mezin, naxwazin ku ev fikir fireh bibe, mezin bibe û belav bibe. Dixwazin bifetisînin, dixwazin bê bandor bikin. Loma jî ev siyaseta tecrîdê didin meşandin. Ev hêzên hegemonîk, ji Rêber Apo û fikrên wî ditirsin. Ji bandora Rêber Apo ditirsin loma jî nahêle ku biaxive. Nahêlin derfeta ku karibe xwe bigîjîne mirovatiyê re. Ev çawa Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derxistin û dema derxistin li ser Rojhilata Navîn planekî gelekî qirêj dan meşandin. Îro jî bi plana ku li ser Rêber Apo dimeşe, berdewamiya plana qirkirina ya li ser Rojhîlta Navîn e. Loma ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, ev tecrîd li ser Gelê Kurd jî tê meşandin. Li ser gelê herêmê jî tê meşandin. Ji bo vê jî tecrîda li ser Rêber Apo bi rengekî teng destgirtin nêrîneke şaş e."    'Divê wateya tecrîdê wisa teng neyê destgirtin'    Foza di berdewamiyê de destnîşan kir ku divê wateya tecrîdê bi teng neyê destgirtin û got: "Bi rastî eger ev plana ku li ser Îmraliyê tê meşandin, em karibin wê hilweşînin emê karibin di gelek aliyan de guhertin û vegûhertinên mezin pêk bînin. Dema em dibêjin Azadiya Rêber Apo Azadiya Gelê Kurd e, çavkaniya xwe ji vê digire. Bi hev ve girêdayîne. Rewşa ku îro li Îmraliyê tê meşandin, rewşa gelekî û rewşa Rojhilata Navîn e. Loma jî hemû hêzên demokratîk, hêzên azadîxwaz ên di herêma Rojhilata Navîn de, li Kurdistanê vê rastiyê tevbigerin û ji bo şikandina tecrîdê ji bo xwe pirsgirêkeke esasî û jiyanî bibînin. Heman siyaset li ser tevahî gelê herêmê tê meşandin."   'Pergala modernîteya kapîtalîst îflas kiriye'   Foza da zanîn ku îro di Rojhilata Navîn de şerekê , aloziyekê mezin heye. Ev jî bi zanebûn ji aliyên hezên desthilatdar û hegemonîk tê birêvê birin. Foza, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe biparêzin her tim van pirsgirêka kûr dikin, emrê wan direj dikin û bi vê rengî kirîza heyî mezintir dikin. Bi vê pergala heyî em nikarin çareseriyê çêbikin û aştiyê ava bikin. Ji bo çareseriyekê mayînde û aştiyek bi rûmet pewistî bi pergalek nû heye. Pergala modernîteya kapîtalîst îflas kiriye. Îro li hemû aliyan de rizandinek heye. Lewma em di fikrê rêber Apo yê netewa demokratîk, rê û rêbazên çareseriya de bi îstîkrar in. Rêbazên klasîk ku bi sed salane hatin meşandin, şûna ku rewşê çareser bike, hîn mezintir û kûrtir dike. Ji bo vê em dibêjin çareseriya ku îro li Bakur û Rojhilatê Suriyê hatiye ava kirin bi pergala rêveberiya xweser, pêwîstî bi parastin û xwedî lê derketinê heye."